EFRÎN
Meclisa Zagonsaz a Efrînê di civîna xwe ya 8'emîn de ji bo nûneriya herêma Efrînê, sembolek hilbijart.
Meclîsa Zagonsaz a herêma Efrînê li navenda xwe bi amadebûna piraniya endaman civîna xwe ya 8'an lidar xist. Di civînê de Serokên Desteyên Tenduristî, Zanyarî û Dadê jî amade bûn.
Piştî rêzgirtinê, pêşnûmeya civîna 'an a ku di 10'ê gulanê de hatibû lidarxistin, hat xwendin û dîwana meclisê bernameya kar da nîqaş kirin û erê kirin.
Di civînê de her wiha ji bo nûneriya herêma Efrînê sembolek hilbijartin. Piştre rapora Desteya Tenduristiyê ya derbarê karûbarê desteyê de hate xwendin û li ser gotûbêj hatin kirin.
Civîna 9'emîn a Meclisa Zagonsaz a Herêmê wê roja 10'ê pûşperê li dar bikeve.
ANHA


