DIE WELT
Rojnameger û nivîskar Alfred Hackensberger ku der barê Bakurê Afrîka û Cîhana Ereb de bi xebatên xwe tê zanîn, çavdêriyên xwe yên der barê xweseriya Rojava ji bo rojnameya Dîe Welt a alman nivîsî. Hackensberger di nivîsa xwe ya bi ser navê ‘Yekane cihê demokratîk û azad yê Sûriyeyê’ de cih da hevdîtinên xwe yên bi rêveberê Kantona Cizîrê a bajarê Amûdê.
Hackensberger, birêvebirina rêveberiya demokratîk ya herêmê a di bin êrîşa El Nusra û DAIŞ’ê de ye û qezencên gelê Rojava ji xwendevanan re ragîhand.
Rojnamegerê alman ku li Amûdê bi Serokê Kantona Cizîrê Ekrem Heso, Cigira Serok ya Suryanî Elîzabety Gewriye re hevdîtin kir, der barê Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê de agahî parve kir. Hackensberger diyar kir ku cîgirên serokên kurd yên Kantona Cizîrê ereb û suryanîne û got hema hema di hemû yekîneyan de jin jî hevserokatiyê dikin.
GELÊ SURYANÎ CARA YEKEM STATU BI DEST XIST
Rojnamger got suryaniyên Xiristiyan yên Kantona Cizîrê, ne tenê li ser ol, dixwazin li ser aîdiyetê jî bên nasandin û gotinên Elîzabat Gewriye yên wekî; "Em bi çand û zimanê xwe dixwazin wekî gelekî serbixwe bê nasîn" rojnameyê de cih dayê.
Hackensberger got bi saya rêveberiya xweser a Rojava ligel erebî, zimanê kurdî û aramî jî wekî zimanê fermî hatin nasîn û li dibistanan bi van zimanan perwerdehî tê dayîn û got ev di dema Esad de bi giştî qedexe bûn.
Hackensberger cih da gotinên lîderê Suryanî yê li Kantona Cizîrê, Gabrîano Hano û gotinên Hano yê wekî "Suryaniyan cara yekem statuyek qezenc kiriye" bibîrxist û balkişand ser popularîteya PYD’ê ya li herêmê zêde bûye. Hackensberger got: Hano gotiye ku heta 6 meh berê ji PYD’ê bi gazinc bû lê piştî pêkanîna xweseriyê dîtiye, îro bûye yek ji parêzvanên PYD’ê.
NE TENÊ AÎDIYETA ENTÎK, RAYE LI PÊŞ E
Hackensberger di nivîsa xwe de balkişand ser birêvebirina Kantona Cizîrê û wiha got: “Li Amedê 13 wezaret hene. Lê ev ne wekî wezaret wekî ‘komîte’ hatine binavkirin. Rayeya biryargirtinê jî herî kêm bi 3 kesan re ye. Li gorî Serok Ekrem Heso, di mijara hilbijartina rêveberiyê de ji aîdiyeta entîk wêdetir raye balê dikişîne.
"Rojava li 3 Kantonan (Kobanî, Efrîn, Cizîrê) pêk tê. Civînên hikumetê jî ji ber vê sedemê li ser Skype tên kirin.” Her wiha Hackesnberger diyar kir ku li gorî agahiyên ku rêveberên Kantonan dane, Cizîr ji aliyê rêveberiya Tirkiye û başûrê Kurdistanê ve tê îzolekirin.
ÇAVKANIYÊN DEWLEMEND YÊN ÇANDINÎ, PETROL Û GAZÊ
Hackensberger anî ziman ku çavkaniyên petrolê yên herêma Rîmelan ji sedî 60 hilberîna Sûriyeyê pêk tîne û da zanîn ku rêxistinên Eniya El Nusra û DAIŞ’ê jî dixwazin bikevin van herêman.
Di dawiya nivîsê de hate diyar kirin ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî li dijî van êrîşên çeteyan di nava berxwedanê de ye û bi yekîneyên ku Xiristiyanan avakirine re di nava YPG’ê de di parastina Rojava de cihê xwe girtine. Hackensberger nivîsa xwe bi gotinên Gewargîs Hano ku li yekîniyên Suryanî fermandariyê dike yên wekî; “Xebata hemû komên etnîk yên ji bo pêşerojê ji bo min mînaka herî girîng e" bi dawî kir.
Nivîskar Alfred Hackensberger bi nivîsên xwe yê der barê Bakurê Arîkayê, Cîhana Ereb û Rojhilata Navîn tê zanîn. Hackensberger herî dawî pirtûka xwe ya bi navê ‘Li Beyrutê rojên dawî’ weşandibû.
Lînka nivîsê:
http://www.welt.de/politik/ausland/article128652793/Wo-Syrien-schon-frei-und-demokratisch-ist.html
Wergera kurdî ya vê nivîsê ji malpera pydrojava.net hatiye girtin.


