HEWLÊR
Hêzên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DAIŞ) piştî Mûsilê, bajarê Tikrît yê parêzgeha Selahaddînê bêyî ku pevçûn rûbidin xiste destê xwe û Serokê Parêzgeha Selahaddîn girtin.
Leşkerên Iraqê li gelek cihan bi paş ve dikişînin. DAIŞ'ê piştî Musilê ku 10'ê mehê girtibû destê, 11'ê mehê jî ket Tikrîdê. Hat diyar kirin ku li Tikrîdê jî heman rewş çêbû û leşker bêyî ber xwe bidin bi paş ve kişiyan. Li gorî Radyoya Selahaddîn, Serokê Parêzgeha Selahaddîn jî ketiye destê komên DAIŞ'ê. Her wiha weşana televîzyona Selahaddîn jî hate rawestandin.
Tirkrît ku peytexta wilayeta Selahaddînê ye, di navbera Bexda û Musilê de cih digire.
Jêderên polêsên Iraqê ragehand ku çeteyan li Tirkrîtê di girtîgehekê de 300 girtî jî berdane.
Waliyeta Ninova ya ku dinava Musilê deye, roja 10’ê Hezîranê bê ku ti pevçûnek çêbibe ji aliyê DAIŞ’ê ve hat destserkirin. Navçeyên li rojhilatê Kerkûk û başûrê Selahaddînê jî bi heman şêweyê ketin bin kontrola DAIŞ’ê de.


