Diyarname
FIFA'yê ceza dabû Diyarbakirspor û Federasyona Tirkiyeyê ev ceza pêkenanîbû. FIFA'yê Tirkiye tehdît kir.
Diyarbakirspor dema di Lîga Super de dilîst pereyên lîstikvanê bosnayê Borislev Mikiç ku 189 hezar û 879 EURO bûn nedabûn. Li ser vê yekê Borislevî serî li FIFA'yê dabû û FIFA'yê ji ber vê yekê ji Federasyona Tirkiyeyê xwestibû ku 6 pûanên Diyarbakirsporê jê bibe, lê federasyonê ev neanî cih. Li ser vê yekê FIFA'yê nameyeke ji federasyona Tirkiyeyê re şand û got ku hûn cezayê neynin cih dê Tirkiye nikaribe beşdarî maçên FIFA'yê bibe.


