Diyarname
Îro roja sisêyan e ku endamên Dadgeha Zagona Bingehîn li doza AK Partî dinêrin. Doz bilez dize.
Di 28'ê mehê de endamên Dadgeha Zagona Bingehîn dest bi lênêrîna doza Ak Partî kirin. Ev du roj bûn ew her roj 12 saetan dixuyan û diyar kirin ku heta dawî li dozê bê dê navberê nedin dozê. Duh û pêr li dozê nêrîn, îro roja sêyem e. Endamên dadgehê hemû delîlan dixwînin û dinirxînin.
Li ser dê kengê doz bi dawî bibe û encam bê eşkerekirin hê kes tişteke nabêje lê li gor rêveçûna dozê û ev tempoya dadgeha wisa dixuye ku di nav du sê rojan de dê encameke ji doze derkeve.
11 endamên dadgehê hene. Ji bo ku Ak Partî bê girtin divê ji van 11'an herî hindin 7 dengên erê bêne bikaranîn.


