Yeqîn H.
Li dû “dilek”ê, ango Dîlekê dil da axê
Mebêj “kê gul dîtiye li Sibatê?” Min dît bi serê sibehê, Gulan ma stûxwar. Baranê çinî bêhna min. Ez li wir bûm. Li dera tu lê; bê Baran û Êvar. Li bakurê darbesta te, li kavilê nebûnê.
Di hev geriyam. Li bajêr gobilîm, bi ehwalekî girêkî. Girêk gir bû, gêr bû û hat di gewriyê de bi gor bû,-weku çilo tu bi gor bû- wilo. Liv, ne bi minê ne bi teyê, bi min ve nehat, ma li berî te.
Te gulî li nehatinekê hona, li çûyîneke ne ketûber î bêveger. “Ev çûyîn Şaîr e êdî” çê dizanim Lêlê! Li derbendekê te bi bêjingê dot û serad da ber û şiîr hişt bêşîr.
Defa hawarê kire gurmînî. Dilek bi niqirîskan ket, parsûyek ma qîtik qîtikî. Adem giriya giriya giriya... Lê ji qewlê Fata Hewê ve “bi girî venagere mirî.”
Heram be, min darbesta te hilneda; ne di hilanînê de, ne di danînê de, ne di binaxkirinê de. Tu ya bi xax, bi ax kirin. Çimkî tu “şehîda hukmen” bû li Çiyayên Gêwir, li dû ehilkirinê. Te çû zimanê çiyê hilanî. Qirpik li mirinê ket. Ziman li zemên bû cûmek. Tu ma ax di dilê Yeqîn de!
Ez li wir bûm, bi erê û naya xwe, bi nifir û duaya xwe. Devê min germ, destên min sar. Min dest bi axa te neda. Min tev neda, ne Birîn û ne bîranîn. Negiriyam jî li te, kela min têrê min nekir. Hew gotinên straneke min li nemana te hasilîn: “ax ketim, ketim axê/kêr û zarê lal, li vê şevşaxê/lê dilê, fera çiyê/nemayê, qereçiyê.”
Min dît, tu bêalî li bê aliya, te ne got, ne jî tu biliya û borî ji zemên ve. Fireh û fireh te nêrî, li berê êvarê, berî jimarê tu çû û te dada deriyê Dera Wiyalî. Bê erêna, spî spî tu li Reşemehekê çû, bira jî!
Bi kewneke dêrîn, asûde, bixêr û bêxatir, te ne got dereng, ne zû. Belkî xwezî di dil de, nefs li dû, te ji axê re go: hû hûûû!
Ji nizmê te dest pê kir, tu bilind firiyayî û winda bûyî. Ji nêzê te dest pê kir nûr, û tu dûr û dûr û dûr çûyî.
...
“Şaîrek terkî şiîr bû”


