logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

PÊVAJYA PIŞTÎ MÛSILÊ

Niha li Rojhilata Navîn mijara herî zêde behsa wê tê kirin êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ne. Zêdeyî 2 salan e ku tevgera gelê ku

  • Dîrok: 25/06/2014
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Rizoyê XERZÎ

Niha li Rojhilata Navîn mijara herî zêde behsa wê tê kirin êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ne. Zêdeyî 2 salan e ku tevgera gelê kurd li rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya YPG û YPJ’ê li hemberî êrîşên komên çekdar ên cuda bajarên xwe diparêzin. Her wiha zêdeyî salekê ye ku bi çeteyên el Nusra û DAIŞ’ê re şer dikin lê herdem ew şer û pevçûn ji alî raya giştî ve an nedihat dîtin an jî dihate berovajîkirin û dûrî rastiyê dihate pêşkêşkirin.

Bi êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Mûsilê re ew yek hinekî hate guhertin.  Lê tevî ku êdî vî şerî bêtir di medyaya cîhanê de cih girtin, hin dezgehên medyaya ereb ên bi nav û deng tevî hemû hovîtiya van çeteyan hê jî wan wekî şervanên şoreşê binav dikin.

Piştî Mûsilê rewşa Iraqê û helwesta desthilatdariya Nûrî Malikî jî ji hin tiştan hate guhertin û dema ku dît çember lê teng bû hewara xwe avêt Amerîkayê ku di warê leşkerî de alîkariya wî bike. Ji aliyekî din ve jî bang li kurdên Herêma Federal a Kurdistanê kir û amadebûna xwe ji bo îmzekirina madeya 140 ya ku bi salan e wiha bû eşkere kir. Li gorî wê madeyê di serî de Kerkûk, deverên Kurdistanê yên ku li derveyî desthilata başûrê Kurdistanê mane dê tevli nav axa Kurdistanê bibin.

Siyaseta kurdan ya xweparastinê hate meşandin û tenê parastina axa Kurdistanê tê kirin. Ev siyaseteke rast e ku kurdan şopand û xwe nekirina aliyek di vî şerê ku her diçe zelaltir dibe şerekî mezhebî. Li rojavayê Kurdistanê jî heman siyaset hate meşandin.

Tevî ku rayedarên Herêma Ferderal a Kurdistanê hêzên rojavayê Kurdistanê ji bo vê siyaseta xeta sêyemîn a ku nebû alî di şerê di navbera hikumet û komên çekdar de gelekî rexne kir lê niha em dibînin ku ew heman siyasetê dimeşînin û naxwazin bibin alî di vî şerê ku veguheriye şerê sunî û şîiyan de.

Dema ku kurdên rojavayê Kurdistanê ev siyaset dimeşandin ew bi alîgiriya Esed re dihatin tawanbarkirin lê derkete holê ku siyaseta rast ew bû û Başûr jî neçar ma ku heman siyasetê bimeşîne.

Heke em niha bêjin divê Başûr helwesta xwe rast bike û tevî muxalefeta çekdar şerê Nûrî Malikî bike dê ev çiqasî rast be, dema ku rayedarên Başûr ji hêzên kurd ên rojavayê Kurdistanê dixwest ku bi komên çekdar re li dijî Beşar Esed şer bikin, ew qasî rast e.

Niha tiştê herî girîng ne ew e, em bêjin kê rast kê ne rast kir lê niha tiştê eşkere û berbiçav ew e ku ev çeteyên ku tu qanûn û rêbazên mirovahiyê nas nakin û di hemû êrîşên xwe de kuştin, kavilkirin û wêrankirinê dihêlin, gelekî bihêztir bûne û bûne xwedî mal û çekên giran. Lewre heke kurd hêza xwe nekin yek li hemberî van çeteyan dê di pêşerojê de komkujiyên mezin bînin serê kurdan û kîjan ji wan taştê be yê din firavîn e, bila kesek xwe nexapîne.

 

Ji Azadiya Welat hatiye girtin 


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Tîmên komên Euro 2016'an diyar bûn

ad

Di qada hunerê de çend jinên kurd

ad

Fotoyê rojê û hin îstatîstîk

ad

PEN'a Kurd li ser kuştinan bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê kir

ad

Îmamoglu: Ez hewl didim kurdî hîn bibim

ad

Taywanê dema leşkeriyê bilind kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname