Dêrsim
Di roja 3'yan a 8'emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê de bi beşdariya 20 hezar kesî konsereke pêk hat.
Di konsera ku Stadyuma Ataturk li dar ket pêşî Metîn Kahraman tevî hevalên xwe derket ser dikê û stranên xwe pêşkêş kir. Dûre Parlementerê Partiya Cep a Alman Huseyîn Kenan Aydin derket ser dikê û axavî.
Aydin, diyar kir ku li Tirkiyeyê nasname, bawerî û çandên cuda rastî zordariyê tên, pêşketina wan tê astengkirin û wiha berdewam kir: "Em dixwazin nasnameya me ya elewîyan ji aliyê zagonê ve bê parastin. Ez bang li rayedarên Tirkiyeyê dikim û mirovan bê çand nehêlin."
Piştî axaftina Aydın koma muzîkê Mahabad ku li Mêrsînê xebata xwe ya muzîkê didomîne derket ser dikê û bi stranên kurdî girse çoşand.
Konserê bi stranên Grup Mûnzûrê dom kir û herî dawî hunermend Ferhat Tunç li ser dikê cih girt. Tunç berî strînê bal kişand ser kampanya îmzeyan a ji bo gorên Seyîd Riza û hevalên wî û xwest her kes piştgiriyê bide vê kampanyayê. Dûre temaşevan bi stranên Tunç coşiyan û koser bi dawî bû.


