Diyarname
Komek hunermend ji bo piştgiriya Kantona Kobanê îro çûn ser sînorê Rojava. Hunermend nava rojê gihîştin Pirsûsa Rihayê û ji wir ber bi sînorê Kobanê ve ketin meşê.
Li dor 30 hunermendî ji bo piştgiriya Kobanê û şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê îro çûn Pirsûsa Rihayê. Di nav hunermendên çûne de ji NÇM'ê Koma Çiya Genim, Koma Gula Xerzan Çiya, Mesut Med û Zînê, şanoger Rugeş Kirici, derhêner Kazim Oz, stranbêj Rojda Şenses, Nurcan Degirmenci, Servet Kocakaya, Ferhat Tunç, Erdogan Emir, Pinar Aydinlar, dansger Serhat Kural, lîstikvan Yusuf Çetin, Nazmi Kirik, Hasan Ali, ji Grup Vardiya Kenan Agbaba, helbestvan Nesimi Aday heye.


