Diyarname
Cîgirê Serokê YNK'ê Kosret Resûl Elî îro çû serdana Mam Celal. Vane wêneyê nûn yên Mam Celal.
Serokomarê Iraqê û Serokê YNK'ê Celal Talebanî, bi gotina kurdan Mam Celal 19'ê mehê vegeriya Silêmanî. Mam Celal ku ev sal û nîv bû li Almanyayê dihat dermankirin, bi tenduristiyeke baştir vegeriya Başûr. Îro (20'ê mehê) Cîgirê Serokê YNK'ê Kosret Resûl Elî li mala wî çû serdana Mam Celal. Kurdsatê wêneyên vê hevdîtinê weşandin. Di yek ji wêneyan de Mam Celal dikene.
Vane wêneyên herî nû yên Mam Celal...
(Ji bo wêneyan bitikînin):
Wêneyên Nû yên MAM CELAL


