Diyarname
Meclisa Partiya HAK-PAR'ê ji bo helwesta xwe ya li ser Hilbijartina SErokomariya Tirkiyeyê diyar bike îro li hev civiya. Hak-parê piştî civîna xwe ya îro daxuyaniya xwe ya nivîskî weşand û got ku her sê berendam jî ne layiqê dengdayînê ne û ew naçin cem sindoqan deng nadin.
Hak-Parê di daxuyaniya xwe de gotiye ku tu berendamên Serokomariya Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêş kêş nake, projeyeke wekhev pêşniyar nake; tu berendam çareseriya pirsgirêka elewiyan di çarçoveya laîkiya rastîn re pêşniyar nake; tu berendam ne xwedî wê jîrekiye ku di warê mafên mirovan ên bingehîn de ji bo guherînê bixebite... Her wiha Hak-Parê gotiye ev her sê berendam jî di nav pergalê de dimînin, berendam û partiyên ku statukoyê diparêzin loma ew di dengdayîna ji bo wan de tu fêdeyê nabînin û ew hilbijartinê protesto dikin.
Berî Hak-Parê, ji partiyên din ên kurdan OSP'ê (Partiya Azadî û Sosyalîzmê) jî gotibû ewê neçin cem sindoqê deng nedin, Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyeyê Sertaç Bucak jî gotibû ku ewê dengê xwe bidin Recep Tayyip Erdogan.
- Sosyalîstên kurd OSP dengê xwe nade Demirtaş!
*Sekreterê Partiya Kurdistanê dengê xwe dide Erdogan!
** Demîrtaş: Li ser sînorê Tirkiyeyê Kurdistanek bê avakirin emê vê girîng bibînin


