Diyarname
Serokwezîrê Tirkiyeyê û berendamê Serokwezîriya Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Wanê axivî û got: "Bi salan berê bigota pirtûkên bi kurdî dê dewlet bi xwe çap bike kî dê bawer bikira. Vaye em çap dikin."
Erdogan li ser navê berendamtiya xwe digere û mîtîngan li dar dixe lê karên ku bi baca xwe û bi keda xelkê derketiye holê wekî ya xwe nîşan dide. Ev aliyek, aliyhe din mafeke xwezayî ya kurdan wekî serketina xwe nîşan dide. Û em bên ser vê fotoyê… Herhal kurdiya AKP'ê tiştek wisa ye. Erdogan berî ji Wanê derbasî Mêrdînê bibe pankartekî kurdî jî tê de bi sê zimanan daliqandin. Di pankartê de wisa bi kurdî nivîsîn: "Ser sera u ser çevâ"…
Bi xêra xwe em kurdiya pankarta wan rast bikin: "Ser seran û ser çavan"…


