Amed
Mebûsa kurd Leyla Zana li ser bûyerên li Şengal û li Rojava diqewimin nameyeke ji bo rêberên dinyayê şand û xwest ew di zûtirîn demê de bikevin nav tevgerê.
Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul, Serokdewletê DYA'yê Barack Obama, Sekreterê Giştî yê NY'ê Ban Ki-Moon jî di nav de Zana ji bo gelek rêberên dewletên dinyayê name şand.
Li gor nûçeya îmv-tv Zana di nameya xwe de wisa gotiye: "Ligel ku kurd, tirkmen, ereb, asûrî, keldanî, misliman, xiristiyan, cihû, êzîdî û gelên din ku bi hezaran salan in bi hev re dijîn di encama rêxistinên êrîşkar de ber bi felaketeke rêlibergirtina encamên wê nîn e diçe. Bêşik armanca van êrîşan ew e aştiyaherêmê û çanda bi hev re jiyînê têk bibin.
Rêxistina yobaz û terorê DAIŞ hemû nirxên mirovî dixe bin lingan, çandên qedîm û civakê olî têk dibe. Di sed salên dawî serketinên ku kurdan bi dest xistine bi van êrîşên dawî dixwazin wan careke din têk bibin."
Zana gotiye di navbera jinên ku li Nîjeryayê ji aliyê Boko Haram ve hatine revandin û jinên êzîdî ku li Şengalê birine kirine kole tu ferq nîn e û xwestiye saziyên navneteweyî di gaveke zûtir de bikeve nav tevgerê.


