AMED
116 Saziyên Sivîl ên Civakî yên Amedê êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ'ê ku li hember êzîdiyên Şengalê pêk tê şermezar kirin. Dê sibê jî heyetek li ser navê Saziyên Sivîl ên Civakî biçe Silopiyê û piştre derbasî başûr Kurdistanê bibe.
Saziyên Sivîl ên Civakî ku di bin banê Kongreya Civakî a Demokratîk (KCD) de ne, li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ber Cemiyeta Rojnamegeran a Rojhilatêbaşûr daxuyanî dan. Daxuyaniya ku bi îmzeya 116 saziyan hat dayîn bi kurdî û tirkî hat xwendin. Bi dehan nûnerên saziyên sivîl beşdarî daxuyanî bûn û li ser navê saziyan Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî daxuyanî xwend. Elçî, li ser navên saziyên sivîl êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li hember êzidiyên Şengalê pêk tîne şermezar kir. Elçî, da zanîn ku li Rojhilata Navîn, rojava û başûrê Kurdistanê trajediyên mirovahî diqewimin û rêxistinek bi navê DAIŞ'ê êrîşên hovane li hember gelên Rojhilata Navîn pêk tîne.
'Hemû kurd divê li hember van êrîşan bibin yek'
Elçî, destnîşan kir ku ew bang li gelê kurd dikin ku her derdorên siyasî yên kurd li hember van êrîşan bibin yek û wiha got: "Bi hev re piştgirî gelê me bikin û li dijî van êrîşên hovane têbikoşin. Di nav van şer û mercan de roj roja yekîtiyê ye û piştgiriyê ye." Elçî, anî ziman ku gelê kurd di rojên dîrokî de derbas dibe û wiha berdewam kir: "Ev çeteyên hov bi awayeke wehşî li hember gelê kurd êrîş dikin. Xwesteka wan ew e ku statuya gelê kurd ji holê rakin."
Heyetek dê biçe başûrê Kurdistanê
Elçî, da zanîn ku ew difikin ku gelo hikumeta Tirkiyeyê derbarê van êrîşan de çi difikire û wiha got: "Divê hikumet sekna xwe eşkere bike û pozîsyona xwe diyar bike."
Serokê Baroya Amedê Elçî, bilêv kir ku ev êrîşên li hember kurdên êzîdî tên kirin di hiqûqa navneteweyî de li dijî mirovahiyê ye û jenosîd e. Elçî axaftina xwe wiha domand: "Divê li gorî peymanên navneteweyî komkujî ye. Divê Neteweyên Yekbûyî û hêzên mafparast li hemberî van êrîşan dengê xwe bilind bikin."
Elçî, destnîşan kir ku ew ê sibê biçin Silopiya Şirnexê serdana malbatên koç kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştre ji bo hin hevdîtinan em ê biçin Zaxo, Duhok û bi rayederên Hikumeta Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk bînin. Di encamê de raporek amade bikin û ji raya giştî re parve bikin."
Piştî daxuyaniyê nûnerên saziyên sivîl çûn serdana malbatên ku ji Şengalê ji ber êrîşên çeteyan koçî Amedê kirine.
DÎHA


