logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  5. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Parlamenter Daxîl: Divê Şengal bibe xwedî statuya taybet

Parlamentera kurd a êzîdî Viyan Daxîl got: Em li Şengalên rastî bêbextiya cîranên ereb hatin. Divê hemû Kurdistan biçe a

  • Dîrok: 18/08/2014
  • Beş: Nûçe

STENBOL

Parlamentera kurd a êzîdî Viyan Daxîl got: Em li Şengalên rastî bêbextiya cîranên ereb hatin. Divê hemû Kurdistan biçe alîkariya êzîdiyan. Divê em bi hev re axa xwe biparêzin. Divê Şengal di bin ewlehiya navneteweyî de bibe xwedî statu.

Daxîl ku li Çiyayê Şengalê di qezaya helîkopterê birîndar bûbû û niha li Stenbolê tê dermankirin, ji rojnameya Ozgur Gundemê ji bo Ersîn Çaksu û Onder Elaldi axivî.

Daxîl der barê komkujiya Şengalê de nirxandinên balkêş kir û diyar kir ku hinek cîranên wan ên ereb yên li Şengalê di êrîşê de roleke aktîf lîstine û wiha berdewam kir: “Bêbextiya mezin cîranên me li me kirin. Vegera bi hezaran welatiyên Şengalî ya li ser axa wan dê demê bigire. Divê Şengal bibe xwedî statuya ewlehiya navneteweyî.”

Daxîl di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku piştî qezayê tedawiya wê hatiye kirin, rewşa wê niha baş e û wiha berdewam kir: “Me bi helîkopterê alîkarî dibir ji bo gelê xwe yê ku asê mabû. Em ji Pêşxabûrê derketin rê. Me xwarin û derman birin. Me yê ev teslîm bikira û yên nexweş û kal û pîr jî me yê bianiya. Em ê vegeriyana Duhokê. Me nexweş û zarok girtin û em vegeriyan. Piştî demekê helîkoptera me ket.

Daxîl derstnîşan kir ku rewşa wir gelek xeter bû û got: “Hemû di rewşeke xeter de bûn. Em çûn lutkeya çiyê. Gel ji jêr ve dihatin.  Rewşa wan xerab bû. Zarokên biçûk, nexweş û jinên ducanî hebûn. Me hemû şopandin. Tiştek ji destê me nedihat. Tenê me şopand. Li herêma ku em lê bûn, pêşmerge hebûn, PKK, YPG hebû. Ciwanên Şengalê hebûn. Ewlehî ji aliyê wan ve dihat girtin. Çiyayê Şengalê qadeke mezin bû her kes lê belav bûbû. Piştî van êrîşan gelê Êzidî li her çar parçeyên cîhanê belav bû. Li Başûr, Bakur û Rojava belav bû. Dîsa yên dixwazin biçin Ewropayê hene.”

CÎRANÊN ME BÊBEXTÎ KIRIN

Daxîl di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku li holê rewşeke cidî heye û got: “Gelê me ji warê xwe hate kirin. Ji bo ev gel zêde belav nebe divê demildest tedbîr bên girtin. Ger pêdiviyên wan bên dayîn dê ew qas belav nebin. Ev li başûr, bakur û rojava dibe. Piştgirî pêwîst e. Rewşa wan gelekî xerab e. Gelê me belavî Zaxo, Duhokê gelek cihên din bûne.

Gel dê vegere. Lê niha hinek zehmet e. Ji ber ku malên me şewitandin, hemû amûrên wan wêran kirin. jin revandin. Mirov hatin qetilkirin. Ev hemû êşên mezin in. Trajediyên mezin in. Pirsgirêka me ne tenê DAIŞ bû. Ya esas cîranên me bêbextî li me kirin.

DAIŞ bi tena serê xwe nikare bike. Gelo dê kanepeyekê yan jî amûreke malê çi bikin. Xayintiya mezin cîranan kir. Mal û milkê gel dizîn. Wêran kirin.

NÊZÎ 600 JIN REVANDINE

Dema ez li wir bûm, hê ev bûyer pêk nehatibû, 600 jin hatibûn revandin. Lê rojek berê li gundê Koço 150 jinên din jî hatine revandin.”

ÊŞA ME MEZIN E

Daxîl bi lêv kir ku ew parlamentera partiya kurdan e, lê nûnera gelê êzîdî ye û wiha dom kir: “Ez vê êşê baş dizanim. Gelek tiştên xerab rû dan. Min xwest ez wan li wir bêjim. Baş bû jî. Hemû parlamentoyê piştgirî da min. Hemû partiyên siyasî û hikumetê piştgirî da. Bandoreke wê li cîhanê çêbû. Tişta ji destê min hat jî ew bû.

Tê gotin ku li cihên ku em çûne ol li me hatiye ferzkirin û got: “Em vê qebûl nakin. Em li ku dibin bila bibin qebûl nakin. Ger em biçin cihekî em ê biçin cihên ku azadiya baweriyan heye. Ev jî Ewropa ye.

DIVÊ STATUYA TAYBET JI BO ŞENGALÊ BÊ NASÎN

Niha bi gelek rêxistinên mafê mirovan re hevdîtinên me hene. Dîsa hevdîtinên me yên NY’ê re dê çêbin. Em ewlehiya navneteweyî bixwazin. Hevdîtinên min hene. Hêvîdar im dê bibin.

EM Ê AXA XWE BI HEV RE BIPARÊZIN

Ez ji Yekîneyên Berxwedana Şengalê re spas dikim. Ez ji bo her kesê ku em parastin spas dikim. Divê em ji vir şûn de bi hev re bin. Divê em destê hev bigirin. Divê em Şengala xwe biparêzin. Divê em destê hev bernedin. Divê em axa xwe bi hev re biparêzin.

Çekên di destê me de çekên sivik bûn. Yên şexsî bûn. Me hêza DAIŞ’ê texmîn nedikir. Ger me zaniba me yê amadekariya xwe bikira.

Viyan Daxîl kî ye?

Di 1972’yan de li Mûsilê hatiye dinê. Ji ber karê bavê xwe li Mûsil, Şengal, Rewandûz û Hewlêrê jiyaye. Dibistana seretayî û navîn li Hewlêr û Şengalê temam kiriye. Beşa laboratuvarê xwendiye. Mastera xwe li ser nexweşiyên çerm kiriye û li Zanîngeha Selahaddîn xebitişe. Ew, ev du demên dawî ne ku parlamenteriyê dike.


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Tîmên rus yek bi yek hatina xwe ya Tirkiyeyê betal dikir

ad

Cejna We Pîroz Be

ad

'Tîma Fezayê' bû şampiyonê Almanyayê!

ad

BDP îro komê ava dike

ad

Salman Ruşdî ji PEN'a Amerîkayê xelat girt

ad

Dewlemendê dinya bedeliya!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname