Sêrt
Duh ji ber ku deriyên Santrala Hîdroelektrîk a Bendava Alkumruya li Sêrtê hatibûn vekirin av bi derdorê ketibû û gelek kes bi ber lehiya avê ketibû. Hat gotin ku 5 kes di vê ava ji bendavê hatiye berdan de xeniqîne.
Duh heta êvarê li Çemê Botamnê gera li kesên noqav bûne dom kir. Ligel ku bû şev jî gera xilaskirin an jî dîtina termên gundiyan li nav gundên Xêrtê û Billorisê dom kir. Di 10 kîlometreyên ku ger lê pêk hat tirmê 5 kesan hatin dîtin.
Serokê Baroya Sêrtê parêzer Cemal Acar (ku berê jî parêzeriya van malbatan kiribû) wisa got: "Ji roja ku ev bendav hatine çêkirin qet ewlehiya jiyana gundiyan negirtine ber çavan. Bêyî li ewlehiya mirovî, bêyî li rewşa hiqûqî bê nêrîn bi bêser û berî bendav hatine xebitandin. Sala ku bendav dan xebatê bû sedema mirina nêzî 10 kesan. Di van van kesan de ji heman malbatê bav û kur jî hebûn. Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê 5 sal ceza li rayedaran birî bû. Ligel van yekan jî rayedaran tu tevdîr negirtibûn.
Acar li ser rewşa dawî jî ev tişt anîn ziman: "Di rapora pêzanan de ji bilî pergala sîrenê (bi dûdikê hişyarkirin) tu tevdîr nehatine girtin. Bi hev re vekirina her sê deriyên bendavê îhmaleke mezin e. Ji ber ku di rewşên wisa de pêşî divê deriyek, piştî demekê deriyê din divê bê vekirin. Piştî bi têra xwe dem derbas bibe deriyê sêyem tê vekirin. Ji serî de li bendavê ev rêgez hatine binpêkirin."
Acar got ku derdora Çemê Botanê cihê seyranê ya gel e, ev der ku li dor 10 kîlometre ye berî ku av bê berdan divê bi erebeyan çavdêr bigeriyana û bihata qontrolkirin. Acar wisa dawî li gotina xwe anî: "Baroya Sêrtê çawa di bûyerên berê de li ser meseleyê sekiniye di vê meseleyê de jî dê şopînerê meseleyê be û ji bo berpirs bên diyarkirin û cezakirin ewê bi hûrbînî li ser bisekinin."
DBP: Hikumeta AKP'ê gere vê polîtîkaya bendavan biterikîne
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî li ser meseleyê daxuyaniyeke nivîskî weşand, rexne li polîtîkaya AKP'ê ya bendavan kir û got: "Gere AKP zû dest ji vê polîtîkaya bendavan berde. Em ji bo malbatên endamên wan di vê bûyera xemgîn de winda kirine sersaxî dixwazin û em dibêjin divê zûtirîn demê de berpirsên bûyerê bêne dîtin û darizandin."


