ENQERE
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmê siyaseta kurd di qada navneteweyî de lez da xebatên dîplomasiyê. Di rojên pêş de Hevserokên Giştî yên KCD'ê, DBP'ê û yên HDP’ê dê biçin başûrê Kurdistanê û piştre jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş dê biçe Amerîkayê. Di xebatan de ji bilî alîkariyên mirovî dê daxwaza statuya kurdan jî bê kirin li hemberî DAIŞ’ê tekana hêza li ber xwe dide ye.
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriye, Iraq û tehdîda li rojava û başûrê Kurdistanê, drama mirovahiyê ku li herêmê tê jiyîn kir ku siyaseta kurd bikeve nava tevgerê. Piştî komkujiya li dijî kurdên êzdî yên li Şengalê ji bo welatiyên ku hatin seferberî hate îlankirin û li Sîlopî, Mêrdîn, Batmanê û li deverên din kamp hatin avakirin û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê siyaseta kurd niha jî dest bi xebatên dîplomasiyê dike.
Soz heye pratîk kêm e
Komîsyona Têkîliyên Derve ya HDP’ê pêşÎ liGEL sefîrxaneyên li welatên Yekîtiya Ewropayê, Amerîka, Kanada, Îran, Çîn, Hindistan û Rusyayê ve hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinan de alîkariya mirovê derket pêş. Li gorî agahiyan heta niha di hemû hevdîtinan de ji bo alîkariya mirovî soz hatiye dayîn lê di warê pratîkî de hêj gaveke şenber nehatiye avêtin, ev yek jî bûye mijara rexneyê. Di hevdîtinan de tekana hêza ku ku li dijî DAIŞ’ê yA ber xwe dide kurd in jî tê rojevê û tê xwestin rewş û pozîsyona wan jî bê nîqaşkirin. Aliyê kurd di hevdîtinê de dixwaze di qada navneteweyî de statuya kurdan bi awayeke fermî bê qebûlkirin û piştgiriya polîtîk bê dayîn, li hemberî van daxwazan muxatap ji nêrînên xwe yên wekî “heke kurd yekîtiya xwe ava bikin ev yek dê statuya wan mîsoger bike” tînin ziman. Siyaseta kurd a ku dê bi Neteweyên Yekbûyî re hevdîtinê pêk bîne ji Konseya Ewlehiyê ya NY’ê bixwaze ku hêzên kurd ên li herêma di bin tehdîdê ne wekî hêza rewa bê qebûlkirin. Tê gotin ku di hevdîtinên tê kirin de ji bo YPG û HPG’ê sempatiyeke mezin heyê, ji ber têkîliyên polîtîk li hemberî vê daxwazê bi didulî nêzîk dibin.
Hevserok dê biçin Rojava û Başûr
Wekî din siyaseta kurd dê hewldanên xwe yên dîplomasiyê derxîn asta herî jor û heyeteke dê rojên pêş de ji bo du rojan biçe başûrê Kurdistanê û Rojava. Hevserokên KCD, DBP û HDP’ê û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ji Amedê wê derkevin û biçin Hewlêr, Silêmanî û Qamişloyê. Di serdana ku dê 2 rojan berdewam bike de Kongreya Neteweyî, parastina hevpar û yekîtiya kurdan dê bê axaftin. Di hevditinan de ji bo astengiyên li hemberî yetîkiya neteweyî ji holê bêne rakirin dê nîqaş bêne kirin.
Serdana Ewropa û Amerîkayê
Piştî ku heyet ji herêmê vegere Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn tê hêvîkirin ku biçe Ewropayê. Demîrtaş dê li Ewropayê hin hevdîtinên girîng pêk bîne û piştre jî di dawiya meha rezberê de biçe Amerîkayê. Di van hevdîtinan de mijarên ku Komîsyona Têkîliyên Derve yê HDP’ê ku di hevdîtinên bi sefîrên hin welatan re anîn rojevê dê ben rojevê û pêvajoya çareseriyê jî bê nîqaşkirin.
DÎHA


