AMED
Heyeta ji Hevserokên HDP, DBP û KCD'ê û wekîlên HDP'ê pêk tê ji bo hevdîtinan çû başûrê Kurdistanê.
Di nav heyetê de Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna, Hevseroka Federasyona Êzdiyên Ewropa Leyla Ferman, wekîlên HDP'ê Nazmîr Gur û Erol Dora hene.
Heyet îro serê sibê ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasî başûrê Kurdistanê bû. Heyet pêşî dê bi rayedarên KCK'ê re li Qendîlê hevdîtinê bike û pişa ji bo hevdîtinan dê derbasî Hewlêr û Silêmaniyê bibe. Di hevdîtinan de dê li ser mijarên Kongreya Neteweyî, parastina hevbeş û yekîtiya di navbera kurdan de bê rawestandin.


