Diyarname
Li Bakur her ku diçe hêza DBP'ê xurtir dibe. Niha jî li du bajaran endamên meclisên şaredariyê beşdarî DBP'ê bûn.
Şirnex
Li Şirnexê Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr îhsan Çevik û rêveberên bajêr ên AKP'ê ji AKP'ê îstîfa kirin û beşdarî DBP'ê bûn.
Mebûsê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji bo Çevîk û beşdarên din got hûn bi xêr hatine mala xwe.
Wan
Li Wanê jî endamê Meclisa Şaredariyê ya Îpekyoluya Wanê yê ji AKP'ê Hakki Cemal ji partiya xwe îstîfa kir û beşdarî DBP'ê bû. Endamê Meclisa Partiyê yê DBP'ê Ramazan Yildiz, Serokê DBP'a Wanê Musa Îtah û Hevşaredara DBP'ê Aygul Bîdav xêrhatin li Cemal kir.


