Amberîn Zaman
Dema min ev rêz dinivîsand ji çapemeniya civakî agahî dihatin ku terorîstên DAIŞ'ê li ber bidestxistina Kobanê ne.
Min ev agahî piştrast nekir. Lê li Kobanî rewş krîtîk e. Îhtîmala DAIŞ deriyê sêyemîn ê li ser sînorê Tirkiyeyê Murşîtpinar (ligel Akçakale û Karkamiş) bike bin qontrola xwe mezin dibe.
Helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî vê rewşê çi ye?
Helwesta wê neguheriye. Tirkiye wekî her gav zorê dide Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD). Bi kurtahî dibêje, "Tu têkiliyên xwe bi Esad re qut nekî emê tu alîkariya te nekin."
Lê wekî berê, îro jî PYD rejima Esad ji bo xwe bike neyar, bi rejimê re bikeve nava şer dê xwe bi xwe xwe bikuje.
Sedema vê yekê gelek hêsan e. Gelek caran di vê quncikê de me nivîsî. Esad bi êrîşên hewayî êrîşê kurdan bike dê Amerîka an jî dewletên Rojava bersiva Esad bidin? Wê ji bo alîkariya kurdan bibezin? Berê, li mirina bi deh hezaran kesên sivîl ên sûriyeyî hate temaşekirin. Dema em vê bînin bîra xwe ez nebawerim dê ji bo kurdan cuda tevbigerin. Kobanî jî têde êrîşên hewayî yên DYA'yê yên li Sûriyê têne kirin tenê DAIŞ'ê ji xwe re dikin hedef. Ji ber ku helwesta Obama zelal e. Mudexeleya leşkerî ya li Sûriyeyê bê kirin dê tenê bi DAIŞ'ê bi sînor be. Dê Esadî ji bo xwe nekin hedef. Ji ber ku rewş ev e loma Tirkiye ew qas hêrs dibe. Dibêje: "Em nabim şirîkê çareseriya demî". Dixwaze Esad ji rejimê bê daxistin. AKP ku diyar e hê dest ji fanteziya xwe ya ku Amerîkayê ji bo vê razî bike bernedaye; loma dikir ku duh tezkereyê ji meclisê derbas bike ku rê li ber hêzên Amerîkayê û biyaniyên din veke ku axa wê bikar bînin. Bêyî ku vîna bênîqaş û ya jêveneger ya Amerîkayê ku Esadî ji ser kar bibe tune be, PYD dê çima bi gotina Tirkiyeyê bawer be Esadî, pêre jî Rusya û Îranê bike dijberî xwe? Dema Esad bi ser kurdan de bombeyan bibarîne dê Tirkiye bazde alîkariya kurdan? Tirkiyeya ku sê salan nekarî mudexeleyê komkujiyên ku rejim dike bike, vê carê dê hêza xwe ya leşkerî derxe meydanê? Bersiva ku kurd didin vê yekê "Na" ye.
Dema rewş wisa be, di dema ku li jêr sînorê me bi sed hezaran kes bi komkujiyê re rû bi rû ne de zorlêkirin çiqas exlaqî ye? Gere mirov vê pirsê bike.
Pirseke bi vî rengî jî: Di kêliya dawî de Tirkiye DAIŞ'ê, yan kurdan wekî tehdîda herî mezin bi nav dike? Ger bersiva vê pirsê DAIŞ be, ger nemimkûn be Tirkiye li hemberî DAIŞ'ê raste rast bikeve nava şer wê çaxê berdin bila kurd xwe biparêzin. Destûr dan ku ew qas çek, muxalifên Sûriyê yên ji sînorê me yê wekî qulqilî derbas bûn. Carekê jî berdin bila ji ser Tirkiyeyê re çek bigihîjin destên kurdan jî. Ji ber ku piştî Kobanî têk here bila qet şika we tune be ku dê dor were Kantona Cizîrê ya li rojhilata Sûriyeyê ku ew jî di bin desthilatdariya PYD'ê de ye. Û dûre dê dor were Tirkiyeyê... Ji ber ku DAIŞ'ê gelek caran eşkere kir ku Tirkiye jî di nav hedefên wê de ye.
Tiştek din jî bandoreke raste rast bi pêvajoya ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye re jî heye. PKK, HDP û Apo bi yek dengî gotin ku Rojava parçeya pêvajoya çareseriyê ye ku jê nayê veqetandin. Dibêjin Kobanî têk here dê pêvajoya aştiyê jî têk here. A rast li gor gelê kurd, di nav wan de meseleya ber bi xirabûnê ve çûyîna prestîja wan jî heye. Her çiqas sûcî hemû dixin stûna Tirkiyeyê jî ev yek wisa ye. Bi gotina akademîsyen Arzu Yilmaz "PKK çîrokeke serketinê ye, lê çîrokeke serketî ya ne encambûyî". Hindik maye rewş ber bi vê çîrokê ve here.
Bi ser de di daxuyaniyên Serokomar û Yalçin Akdoganî de tê fêmkirin ku dixwazin Qendîlê marjînalîze bikin, rêyek bibînin ku bêbandor bikin. Dixwazin têkiya navbera PYD û Qendîlê de jî biqetînin, wan ji hev dûr bixin... Ev helwest hem ne polîtîkayeke rasteqîn e, hem jî dike rewş ber bi talûkeyê ve jî here. Reqîbên herêmî yên Tirkiyeyê di kêmînê de li bendê ne. Di dema ku PKK bi DAIŞ'ê re şer dike de, tê gotin ku derfeta ku PKK eniyeke din veke nîn e. Ev rast e. Lê em vê jî ji bîr nekin; di heman demê de ger DAIŞ êrîşê Tirkiyeyê bike, derfên Tirkiyeyê jî nîn in hem bi kurdan re, hem bi DAIŞ'ê re şer bike.
Em ji bo we hemûyan cejneke bi tendurist û bi aram dixwazim.
amberin.zaman@gmail.com
03.10,2014. Taraf
Werger: Cemil Oguz


