SILÊMANÎ
Şandeya Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê bi armanca nîqaşkirina rewşa dawî û piştgiriya bi gelê Kobanê re serdana PYD’ê kir.
Duh piştî nîvro li bajarê Silêmaniyê şandeya ji Parlamantoya Herêma Kurdistanê bi armanca piştgiriya ji bo berxwedana Kobanî, serdana Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir. Heyet ji Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed Sadiq, Parlamenter Dr. Şêrko Cewdet, Omer Eynayet û Şêrko Mihemed Emîn pêk dihat.
Şanda ji aliyê nûnerê PYD’ê yê Herêma Kurdistanê Xerîb Hiso û endamê Pêwendiyên PYD’ê li Herêma Kurdistanê Newdîn Yusif ve hatin pêşwazî kirin.
Piştî civînê li ser navê şandeyê Yûsif Mihemed daxuyanî da û wiha got: “Ji bo em piştgiriya xwe ya ji bo Kobanî diyar bikin me wekî şandeya Parlamentoya Herêma Kurdistanê serdana PYD’ê kir. Her ji destpêkê ve helwesta me li hemberî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser gelê Şengal û Kobanî hebû. Wekî tê zanîn wekî Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistan me pêwendî li gel welatên derve çêkir, ji bo dewlet piştgiriya gelê kurd û gelê Kobanî li hemberî van êrîşên hovane bikin. Niha jî wekî Serokayetiya Parlamentoya me Desteyek çêkiriye wê serdana Kobanî bike û piştî vegeriyan, wê raporekê amade bikin û piştî hefteyekê wê vegerin Kobanî.”
Mihemed ragihand ku ew heyeta çû Kobanî rêjeyek pere ligel xwe birine û ji bo alîkariyê bidin penaberên niha li bakurê Kurdistanê.
Serokê Parlamentoyê destnîşan kir ku ew bi lehengiya şervanên YPG/YPJ’ê serbilind in û wiha got: “Wan bi lehengiya xwe ya 25 roj in serê gelê Kurdistanê li hemû cîhanê de bilind kiriye.”
Piştre jî nûnerê PDY’ê yê Başûrê Kurdistanê Xerîb Heso axivî û got: “Em bi serdana şanda Parlamentoya Herêma Kurdistanê pir kêfxweş bûn. Em di civînê de jî li ser rewşa Kobanî û êrîşên li dijî Kobanî axivîn.”
Hiso wiha got: “Ji bo rewşek xerab encam nede û komkujiyek çênebe, Parlamentoya Herêma Kurdistanê dikare bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya hikumeta Tirkiyeyê alîkarî bigehîne Kobanî; ji ber ku pêwendiya navbera Herêm û Tirkiyeyê heta astekê baş e. Em hêvî dikin şandeya Parlamentoyê demek zû de serdana Kobanî bike. Her wiha me diyar kir ku Parlamentoya Herêma Kurdistanê di rewşekî wiha de dikare zêdetir rola xwe bilîze. Em hêvî dikin ev pêwendî di navbera me û parlamentoya Herêma Kurdistanê de berdewam bike.”


