Diyarname
Derhêner û lîstikvanan di merasima xelatdayîna Festîvala Fîlman a Antalyayê de bal kişand ser Kobanî. Gelek sînemager bi nivîsa 'Kobanî' ku bi berstûka xwe kiribûn derketin ser dikê. Derhêner Erol Mintaş ku xelat girt got: "Hema li kêleka sînor şereke dijwar heye, dilê me li wir e, ez hêvî dikim emê di rojên xweş de bên ba hev."
51'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Porteqala Zêrîn a Antalyayê îşev bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Di şeva ku gelek sînemagerî nivîsa Kobanî ber bi stûka xwe kiribû û piştgiriya Kobanî kir.
Di şevê de derhênerê kurd Erol Mintaş bi yekemîn fîlmê xwe yê metrajdirêj xelata "Fîlmê Yekemîn ê Herî Serketî" girt. Mintaş di girtina xelatê de got: "Hema li kêleka sînor şereke dijwar heye, dilê me li wir e, ez hêvî dikim emê di rojên xweş de bên ba hev." Lîstikvanê heman fîlmî Feyyaz Duman ku xelata Lîstikvanê Herî Serketî (ligel Serdar Keskin) girt xelata xwe diyarî zarokên Şengalê yê li çiyê ji ber tîbûnê mirine kir. Aziz Çapkurt ku wî jî di heman fîlmî de lîst û xelata Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî girt got: "Kobanî ne tenê navê erdnîgariyek e, ew fikrek e. Fikir têk naçin."
Derhênerê navdar Onur Unlu ku bi fîlmê xwe "Îtîrazim Var" hem Xelata Derhênerê Herî Serketî û hem jî Senaryoya Herî Serketî girt sipasiya Sirru Sureyya Onder kir.
Fîlmên "Kuzu", "Klama Dayika Min", "Îtîrazim Var" bi gelek xelatên ku girtin mohra xwe li şevê dan.
Vane berhemên ku di şevê de xelat girtin:
- Fîlmê Herî Serketî: "Kuzu" (Der. Kutlug Ataman)
- Derhênerê Herî Serketî: "Îtîrazim Var" (Der. Onur Unlu)
- Lîstikvanê Herî Serketî: Feyyaz Duman (bi rola di Klama Dayika min de), Serkan Keskin (bi rola di Îtîrazim Var de)
- Lîstikvana Herî Serketî: Nesrin Cevadzade (bi rola di Kuzu de)
- Muzîka Herî Serketî: Başar Under (Klama Dayika Min)
- Senaryoya Herî Serketî: Onur Unlu (İtirazim Var)
- Fîlmê Yekemîn ê Herî Serketî: Klama Dayika Min (Erol Mintaş, )
- Xelata Taybet a Juriyê: "Oflu Hocayi Aramak", "Sîvas"
- Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî: Aziz Çapkurt (Klama Dayika Min)
- Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî: Nursel Kose (bi rola di Kuzu de)
- Vesazkirina Herî Serketî: Yorgos Mavropsaridis (Sîwas)
- Derhênerê Herî Serketî: Osman Ozcan (Neden Tarkovski Olamiyorum)
Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn bi îsal bi sansura ku li ser belgefîlmê "Yeryuzu Aşkin Yuzu Oluncaya Dek" kiribû ketibû rojevê. Ji ber vê yekê endamên juriyê yên beşa belgefîlman vekişiya bû. Her wiha ji belgefîlmên ji bo pêşbaziyê hatibûn şandin du heb ne têde hemû belgefîlm ji aliyê derhênerên wan ve bi paş ve hatibû kişandin û wan sansur rexne kiribû. Her wiha heta roja berî destpêkirina festîvalê jî nîqaşa sansurê û helwesta festîvalê bûbû mijara nîqaşê.
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


