Nemirî*
dimirim di nav hêvî de
dimirim di nav şewat de
dimirim bi dar ve kirinê
bi şidandina qirikê
ez qe carek jî nabêjim
evîna me miriye
evîna me namire
Mahmud derwîsh
Werger: Ciwan Tengezar
* Têbiniya Diyarnameyê: Ciwan Tengezar di maila ku ji me re şandiye de gotiye; "Deh sal berê min helbesteke M. Dervîş wergerandibû û îro agahdar bûm ku çûye ser dilovaniya xwe. Ji bo bîranîna wî wergera helbesta wî bi rê dikim."
Em jî bi heman hestan helbesta Dervîş diweşînin.
Wêne ji malpera Mavikalemler hatiye girtin
**
Nivîsa li ser wefata Mahmud Derviş: Helbestvanê navdar ê filistînî Mahmud Dervîş mir


