Roj 24 saet e. Nebêjin “ma kî vê nizane”. Helbet em hemû dizanin. Lê dixwazim vê bejim, ji biçûkê me heta mezinê me 24 saetan di bin tesîra tirkî, erebî, farisî de ye. 24 saetan bi televîzyon, radyo, rojname û malperên xwe; bi rêzefîlm û fîlmên xwe 24 saetên me ji me digirin.
Niha pirs ev e: Ma ne mafê me ye em çend deqeyên xwe, belkî çend saetên xwe ji vê 24 saetên wan bidizin?
Ma ne tiştek girîng e; bi xebatên ku em bikin ku çend deqeyên xwe, çend saetên xwe ji wan bi paş ve bigirin?
Ma ne heqê me ye, em bêjin van çend deqîqeyan/saetan ezê bi zimanê xwe bijîm, guhdarî/temaşe bikim, bixwînim?
Ez jî tam vê dikim. Bi edîtoriya Diyarnameyê vê dikim. Û niha jî min dest bi çêkirina/kişandina vîdyoyan kir. Vîdyoyên 3 deqîqeyî.
Ezê çi bikim? Ji bilî siyaseta rojane, ezê mijarên balkêş hilbijêrim, mijarên rojane, belkî carinan rojane nebin lê girîng bin û di 3 deqîqeyan de ezê pêşkêşî we bikim.
Carinan ezê kesek/hin kesan bikim mêvanê/a 3 deqîqeyên xwe.
Hûnê bêjin “Ê baş e hûn ji me çi dixwazin?”
Ez niha ji we dixwazim hûn guh bidin ev vîdyoyên min, li van vîdyoyên min temaşe bikin. Bibin aboneyê/a kanala youtube ya Diyarnameyê. Baweriya min ew dê ev vîdyo bi kêrî we bin û îhtîmalek mezin wê bikaribin fêdeyeke biçûk bigihînin we.
Rica min ev e. Ha, hûn guhdarî bikin, belkî pêşniyarên hevalên xwe jî bikin ezê kêfxweş bibim. Nebe jî bila canê we sax be. Lê ez baş dizanim divê em bi 3 deqîqeyê be jî dema xwe ji kesên/dewletên dest danîne ser dema me ji wan bi paş ve bigirin.
Ha, min nav daniye, “3 Deqe ligel Cemil Oguz”. Bi xêr werin. Kanala youtubeya Diyarnameyê li benda we ye.


