logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

Almanya hêjî kurdan dikşîne xwe!

  • Dîrok: 11/02/2009

Di vê dema dawî de di nava civaka kurd a Almanyayê de êdî dîwanên li ser mafê penaberiyê hema bêje qet nemane. Wextekî giraniya sohbetan li ser mafê penaberiyê û girêdayî wê mafê rûniştina fermî ya li Almanyayê piraniya wextên dîwanên kurdên Almanyayê dagir dikir. Dîsa girêdayî mafê penaberiyê, pirsa ka mafê kî yê penaberiyê hatiye qebûlkirin, kî pasaport standiye û li gor madeya siyasî an jê ya mirovî mafê penaberiyê hatiye bidestxistin birêveçûna dîwanan diyar dikir. Di salên dawî de ev yek ji holê rabû û pirsa sereke ya di vî warî de ya di dîwanan de tê kirin ev e: ka kî bûye hemwelatiyê alman û nasnameya alman standinye…

Ji xwe li gora lêkolîn û îstatîstîkên cure piraniya kurdên Almanyayê bûne xwedî nasnameya alman… 

Û mirov ne di wê hizrê de ne ku hê jî kurd bi riyên cuda têne Almanyayê û serî li penaberiyê didin. Lê belê îstatîstîk tişteke din dibêjin. Her çiqas di rewşa niha de bidestxistina mafê penaberiyê li Almanyayê zêde zehmet be jî, hê jî bi hezaran kurd bi riyên cur bi cur têne Almanyayê û serî li mafê penaberiyê didin.

Bi taybetî guhertinên zagonên li Tirkiyeyê yên salên dawî, destkeftiyên li başûrê Kurdistanê û şidandina bidestxistina mafê penaberiyê ya Almanyayê dibin sedem ku mirov bifikire ku êdî kurd bi armanca serîlêdana mafê penaberiyê nayên Almanyayê.

Lê rastî ji vê yekê dûr e…

Ka em çav li îstatîstîkên li jêr begerînin û bibînin ji sala 2003’yan ve çiqas kurdên bakur û başûr li Almanyayê serî li mafê penaberiyê dane: 

SalHejmara kurdên ji bakur yên yên li Almanyayê serî li mafê penabertiyê dane.Hejmara kurdên ji başûr yên yên li Almanyayê serî li mafê penabertiyê dane.
20038.2941.803
2004 5.862772
2005 4.384 1.180
20062.5361.263
20071.7484.499
1.1.- 30.11.20081.4263.397

 Ev îstatîstîkên li jor didin xuyandin ku Almanya hê jî kurdan ji ber sedemên cuda dikşîne xwe. Ez dibêjim “dikşîne xwe”, ji ber sedemên hatina kurdan a Almanyayê êdî bûye piralî. Ev piralîbûn ji zextên siyasî bigrin heta çavlêkirin û armanca pêkanîna xeyalên cuda pêk tên.

Ez naxwazim bikevim di nava analîzkirina sedemên vê “piralîyê” lê ev îstatîstîk vê yekê ji me re diyar dikin: Hê jî pêşveçûnên li bakur û destkeftiyên li başûr ji armanc, xeyal û daxwazên gelek mirovan dûr in. Ji ber vê yekê hê jî her sal bi hezaran kurd bi riyên cuda digel rîskên ku dikarin bibin sedemê jidestdayîna jiyanê dikevin riyan û ber bi Almanyayê ve tên.

zekiozmen@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Skylinesê ez bêxew hiştim

  • 03 Kewçêr 2019

Cara ewilî ye ku min rêzefîlmekî bê navber û ji sêrî heta binî li pey hev temaşe kir. Wext di ber re wekî avê herikî. Her çiqas min niyet bû...

Nazîbûn yan jî welat çiqas ji dîroka xwe direvin

  • 13 Adar 2017

Tansiyona bilind a referandûma Tirkiyeyê bûye rojeva sereke ya welatên ewropî. Li welatên mîna Almanya, Avusturya, Swîsre û Holandayê ahengên hilbijartinên...

Çi bi rockvanê kurd Mirady hat?

  • 25 Gulan 2008

 Mirady di sala 2006’an de bi albuma xwe ya bi navê ‘Xemname’ tevlî cîhana muzîka kurdî bû û dengekê nû li muzîka rock a kurdî zêde...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo nivîskarên girtî çalakiya îmzeyê

ad

Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê amade ye

ad

Piştî 13 salan ava Firatê gihaşt bajarê Şedadê

ad

Fîlmê wê tê kişandin

ad

Lîstikvanê Amedsporê wê salek ji sehayan dûr bimîne

ad

Fûara Pirtûkan a Stenbolê xwe amade dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname