logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

ARJEN ARÎ*

  • Dîrok: 19/02/2013

Arjen Arî, ji bo ku helbesta xwe bipijîne, bi  hevîrtirşa helbesta klasîk hevîrê xwe stiriye lê ne di tenûra gundê Çalê de,  di firneya nûjen a cîhana modern de nanê xwe pehtiye. Ango tovên ku ji çiya û zozanên Kurdistanê berhev kirine, anîne, di zeviyên deşta welatê xwe de çandine û ev tov xweş û xweşik şîn bûne. Ber girtine.
Erê ew tov şîn hatin, ber girtin bûne berhem; ramûsanên xwe  li geliyan veşartin, li çiyayên rûspî bûne lehengê berxwedana kurdan, bûne Kawa, bûne Şêrgele; ne çar û ne çil, bûne bi sedan helbest, ne tenê li bakur û li başûr, li her çar qetan, di dilê kurdan de gobilîn, ligel newayên mîna dengê têla gîtara hunermendê kurd, Memet Atlî.
Arî paleyekî zeviya wêjeya kurdî ye, paleyekî kedkar e ku bi keda xwe, bi dil û mêjiyê xwe giyana xwe ya bindest şâşt û pikîpak ji nav me çû. Wî Kurdistaneke azad nedît lê dê helbestên wî di dilê kurdên azad de, her tim zindî bin, heya wê roja ku her kurdê bi rûmet li benda wê ye. Ku her belbesteke wî, dikare bibe stranek, dikare bibe sirûdek ji rojên azadiyê re, di rojên dijwar de...
Bi pênûsa xwe, bi dilê xwe rengekî delal da helbesta kurdî û bi wê helbestê bû paleyekî zimanê kurdî jî, ku bi helbesta wî kurdî dibe kewara hingivî. Di pêvajoya bindestiya gelê xwe de, tişta herî zehf dilê wî diêşand, parçebûna welatê wî bû ku wî vê yekê wekî – çar qet- bi nav dikir. Loma heta jê hat dengê xwe li helbesta xwe bar kir û dil û mêjiyê xwe jî pê re û ew deng li –çar qetan- belav kir, bi hêviya ku rojekê kulîk di dilê wî û dilê her kurdê bi rûmet de vebin. Kulîlkên azadiyê...
Di wêjeya neteweyên bindest de, ziman hêman û navgîna girîng a nasnameyê ye. Arjen Arî jî bi vê hişmendiyê, her tim zimanê xwe di jiyana xwe de zindî û çalak girt. Dîsa bi vê ve girêdayî, di helbesta xwe de, di nivîskariya xwe de, çanda gelê xwe bikar anî. Û bi vê yekê xwest bi qasî serê derziyekê be jî keda wî di avakirina netewebûna gelê xwe de hebe. Wekî ku nivîskar û şaîrê îngilîz Aldous Huxley jî angaşt dike ku ‘romanûs û helbestvan heta radeyeke mezin îcatkarê neteweyên xwe ne*, bi vê baweriyê tevgeriya û bi vê mebestê helbestên xwe ristin.
Di  hevpeyvîneke ku kovara W pê re kiribû de wiha gotibû Arjen Arî, “Min xwest ez her tim bi ‘bîr’ bim, bi bîr bînim, xîtabî ‘bîrê’ bikim.”**
Belê bi hişmendiya wê ‘bîr’ê,  rahijte pênûsê, her tim rabirdûya gelê wî, di ‘bîra’ wî de bû, gava helbestên xwe dirîstin, dixwest xwendevan her tim vê dîrokê û bi vê re çand, ziman ango nasnameya xwe ji ‘bîr’ neke.
Ji ber keda wî ya di warê wêjeyê de ku di encama vê kedê de berhemên hêja diyarî gelê xwe kir tu caran dê neyê jibîrkirin,ew ê her tim di ‘bîr’a gelê xwe de be.
Mixabin wekî ku wî jî di jînenîgariya xwe de gotiye, “Kurdan gotiye, ‘ji lêhatinê, ji jêhatinê’ ji min re li hev nehat. Hê ez 11 salî bûm, bavê min çû rehmetê.” *** Jiyan jî jê re li hev neanî û di demeke bêwext de, ji nişkê ve ji nav me bar kir û çû. Lê helbestên wî dê her tim hebin, ma ku ev ne bextewerî  be, bextewerî çi ye?
‘Xasenezer’, berhema wî ya dawî bû. Di vê berhema cerbînê de, helbest di serî de, dîtin û gotinên xwe yên derbarê wêje û zimanê kurdî de bi me re parve kirine. Mixabin nexweşiya kambax nehişt çapa vê berhemê bibîne. Lê gava ku wî li bajarê Edenê tedawî didît û min bi riya telefonê rewşa wî pirsîbû, wî jî rewşa ‘Xasenezerê’ ya dawî ji min pirsîbû û li ser daxwaza wî, min dosya bi riya înternetê jê re şiyandibû. 
Oxir be Arjen Arî, oxir be paleyê helbesta kurdî...

 

(*): Romana Kurdî û Nasname, Haşim Ahmedzade, Avesta, 2011-Stenbol
(**): Kovara W, hej. 32, r. 59, hevpeyvîna ligel Elîxan Loran
(***): Kovara W, hej. 32, r.56

Têbinî: Ev nivîs pêşgotina pirtûka Arjen Arî ya bi navê "Xasenezer" e ku di demeke kin de, dê ji nav Weşanên Evrenselê derkeve.

b.zelal@mynet.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

'DESTÊN VALA' DILÊN TIJE

  • 06 Pûşper 2012

Nivîskarek, divê çi binivîsîne? Ango di zevî û bêndera nivîskêr de, divê çi hebe? Di jiyana nivîskêr de, bi awayekî dî, di...

‘PÊNÛSA MÎNA MISASÊ’

  • 26 Rêbendan 2012

Pênûsa xwe şibandiye misasekê jî. Bi ya min pênûsa Rûken, ji misasê bêtir mîna gîsin e.Bawer Rûken, nivîskarekî ciwan e. Di berhema xwe ya bi...

DESTHILATDARÎ(!)

  • 29 Gulan 2014

Ku mirov bi awayekî rasterast bifikire û bêje, desthilatdarî, ango serxwebûn, serketin e û her wiha jî bindestî, têkçûn e. Di sirûştiya xwe de ev...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo Ûkraynayê 9.1 mîlyar dolar pere kom kirin

ad

“Yavuz Turgul bi rihê xwe ji Başûrêrojhilat e”

ad

Klîba Hefteyê: Tu ji zebeşan çi dixwazî law!

ad

Serokomar mêvanê Dêrsimê bû

ad

Qedexe bi ser qedexeyan de tê

ad

Wêneyê hefteyê: Baydemir bi kurdî dersê dide

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname