Ji Başûr re, Rojavaye, ji Bakur re Başûr e û ji Rojhilatê re, Rojavayê Rojava ye, axa min...
Li gundan her dem Odeya herî mezin mazûbaniya mêvanan dikir, lê axa min a herî biçûk, mazûbaniya mezinan dikir...
Jinan nanê wan dipêjan, mêran ew dixwendin û zarok bi navê wan mezin dibûn..
Li Rojhilatê Dêrikê, ewr belavbûn, sayî ma, ezmanê wir..kon tenê ji seyranan re man, êdî avahiyên bilind hene..Dibe wan ewran di şeveke xapînok de xwe gihandibe hev û di koşeyeke dûr de xwe veşartibe û li benda roja xwe be..lê niha ezmanê Rojhilatê Dêrikê sayiye...
Bakurê Efrînê hîn jî ewr hene, her çiqasî niha reqereqa tavan nayê jî, lê bêdengiyeke bi saw serdestî wir e..
Ewrên li Rojhilatê Dêrikê bê dengê Tavên Bakurê Efrînê re girtin ser deşta bê derî..û ji Efrînê heya Dêrikê keliya..
Cinê vê Axê tunene ku bîra vê rojê bibirana..
Ji her çar hêlan de destên sor ketin hustê vê axê. Hinek derî li ber nan, hinek li ber avê û hinek jî li ber nefesê hatin girtin...
Tevî ku ji her deverê bêhtir vê axê limêj kiriye, lê dîsa jî Şûrê Omer di ser serê wan re bilind e û doza Eşhediyê lê dike..tevî ku axa herî têr e, lê hemû mehên wê Remezan bûn, dîsa jî bi kafirbûnê têne tawanbarkirin.
Çiqas pirin gunehên vê axê..
Hinek ji bo "Cuda" nebe wê dişewitînin, hinek ji bo bibe misilman wê serjêdikin, hinek ji bo jê re herin sicûdê, xwe dikin xwedayê wê..û hinek ji bo van tohmetan pûç bikin, bi hêsirên dayikên xwe, 3 gaz hizarê spî dikirin û bi axê ve dibin ax..
Ev axa ku deşt e, fêrî jiyana çiyan bûye. Ji Amedê fêrî berxwedanê bû. Ji Helebçeyê fêrî jiyanê bû, ji Mehabadê fêrî silava Alê bû...
Hemû çîrokên vê axa li binya xeta jor e, li ser teqîna mayînan û derbasbûna sînoran in.
Axeke qurre ye, axa min. Hinekî jî bi xwe bawer û pozbilind e...Ji serokan tije ye, ji nivîskaran lehî ye, ji hunermendan derya ye,lê ji kurman jî ne xalî ye..
Hinekî jî kawikiye, Cinên xelkê yên li ser singa xwe, cinê xwe dibîne..
"Ma ne dema li parçeyên din şer û girtin û talan bû, xelkên wir dihatin vir, niha jî dora me ye". Ev e bersiva pirsa ku bêyî tu bipirsî: Çima hûn vê axê berdidin?
Kawikiye, dil paqij e ev ax û mirovên wê, wan pariyê nanê xwe bi mêvanan re par ve dikirin, di dema tunebûna nan de, niha, mêvanên berê, mazûbanên niha, kurtêlên xwe wekî pakêtên girtî, davêjin ber "Sêwiyên Sûrî" yên ku bê qeyd û merc temenê xwe bi wan re parvekirin, lê niha ji bo nîvê temenê mayî jî ji jiyana xwe re bikin sî, wan kedî dikin.
Cinê vê axê tunene ku bizanibin çi dolab digerin..
"Derewan" jî dike ev Ax..nayê şewitandin, nayê serjêkirin, tenê pevçûnek di navbera "hinek" kurd û "komek" çekdaran de ye!!!!Divê ax sor, serî ji gewde cuda, malên şewitî, bên dîtin, divê ew çav ne çavên wê axê bin, yên ku wan dibîne, divê ne bi zimanê wê axê bê gotin..
Kes ji êşa vê axê bawernake, lê ji bîr dikin ku dema êş digihê zirveya xwe, tenê bi zimanê xwe mirov diqîre..
Cinên vê axê hebana wê serên jêkirî ax bi ax bigerandana, wekî Etaran wê êşa xwe bifrotana derdorê, bê hember, her êşek û bi carekê bawerî.


