Ez dawiya vê hefteyê li bajarokê Konigsberga girêdayî bajarê Bonnê ya Almanyayê li qiraxa çemê Rheinê beşdarî 7’emîn kongreya Navenda PEN’a Kurd bûm. Berî 4 salan jî li Dresdenê beşdarî kongreya vê saziyê ya 6’emîn bûbûm.
Hem vê hefteyê û hem li kongreya li Dresdenê meseleya bêalîbûna Navenda PEN’a Kurd ango “tohmeta” alîgiriya siyasî ya vê saziyê cihekî girîng yê danûstandinan bû. Encama giftûgoyên van kongreyan û hinek civînên Navenda PEN’a Kurd yên ez beşdar bûyî, vê yekê diraxe ber çavan: Navenda PEN’a Kurd hê nekariya xwe bi kurdan bide nasîn.
“Tohmeta” li ser Navenda PEN’a Kurd ya ji hêla gelek kesan ve tê bilêvkirin, “alîgiriya” wê ya PKK’ê ye. Lê ev “tohmet” tenê ji hêla kesên tu elaqeya wan bi Navenda PEN’a Kurd re nîn e tê bilêvkirin û haya wan ji kar û barên navxweyî yên PEN’a Kurd nîn e.
Em li ser vê babetê wisa dest pê bikin; Ger em şikayetên kurdên ku di nava PEN’ên biyanî de cîh digirin û bi hewldanên cuda xwastine Navenda PEN’a Kurd di qada PEN’a Navneteweyî de bi “alîgiriya siyasî û îdolojîk” tawanbar bikin nehesibînin, bi taybetî di salên dawî de Navenda PEN’a Kurd di qada navneteweyî de gavên mezin avêtine. Kampanyayên wan yên ji bo kurdên rewşenbîr yên di girtîgehan de encamên erênî girtine û Navenda PEN’a Kurd di nava PEN’a Navneteweyî de bûye hem xwedî prestîjeke erênî û hem jî yek ji PEN’ên herî çalak e. Tiştê herî ecêb û cihê pesinandinê ew e ku Navenda PEN’a Kurd piraniya van xebatan bi rêya du-sê endamên xwe yên çalak xwe di qada navneteweyî de gihandiye vê astê. Xala din ya balkêş jî ew e ku ev xebat hemû di nava “gevizandina bêperetî” û darayiyeke ne baş de hatine meşandin.
Lê belê Navenda PEN’a Kurd di qada navxweyî ango di nava raya giştî ya kurd de teng maye û haya raya giştî ya kurd ji van xebatên Navenda PEN’a Kurd hema bêje nîn e.
Kesên di warê siyasî de belkî bi “devê tifingê li hev dinêrin” di nava PEN’ê de bi hev re rûdinin, bi hev re radibin û biryaran bi hev re distînin. Beşdarbûna kesên ji dîtinên siyasî yên herî dijberî hev ya di kongre û civînan de û her wiha endambûna wan ya Navenda PEN’a Kurd de vê yekê dide nîşandan; Di vê serdemê de qet saziyeke kurdan ya ku temsîla pirengiya siyasî, zaraveyî û nivîskarên ji her çar parçeyên Kurdistanê di nava xwe de dihewîne ya wekî Navenda PEN’a Kurd nîn e. Ev sazî ji bo kurdan modelek e.
Ji bo ev modela ku dikare ji bo yekîtî ango nêzîkbûna kurdan ya navxweyî rola mînakgirtinê bilîze, pêwîst e Navenda PEN’a Kurd ji vir û pê de wekî xebata xwe ya serkeftî ya di qada navneteweyî de, di qada neteweyî de jî xwe bide nasandin.
Ger Navenda PEN’a Kurd bikare van xebat û rêbazên kar yên navxweyî bi kurdan bide nasîn, ne wê ev pêşdarazî bimînin û ne jî pirsgirêka darayî.


