logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Berga albumên kurdî

  • Dîrok: 18/12/2006

 

Bênîqaş her kurd guhê xwe dide muzîka kurdî. Ne her kurd be jî, hema bêje her malbateke kurdan heta niha albumeke bi kurdî kiriye. Bêşik berî kirîna vê albumê ku nû derketibe em nizanin albumeke çawa ye û pêşî berga wê bala me dikişîne. Bergên albumên kurdan çiqas serketî ne? Ew berg, albumê çiqas didin firotin?

Em vê hefteyê hinek bal bikişînin ser bergên albumên kurdan.
 
Bi peyvekê ez bibêjim:
Ez di vê baweriyê de me ku divê berga album, albumê bide firotin.
Divê bêje, "Birê/xwişka min vê albumê bikire." Bergên albumên kurdî vê dibêjin an na? Bi ya min ji bilî îstîsnayan vê nabêjin û ne serketî ne.
Bergên albuman ne balkêş in, di berg de giraniya album xwe nîşan nade, berg nikarin bibêjin 'Ha ji te re albumeke serketî..."
Di bergên albuman de konsepteke nîn e, divê tîpên navê album û tîpên navên hunermend çawa bêne nivîsandin bi hûrbînî lê nayê nêrîn.
Berg giraniya album pêşkêş nakin.
Bêşik di nav bergên albuman de hinên serketî jî hene.


Çend mînakên neserketî:
1- Wê rojê albuma Rojda bi navê “Sebra Min” derket. Di berga albumê de fotografeke Rojda heye. Foto gelek mesûm e, wekî zarokeke biçûk, di halê xwe de dixuye. Lê fotoyên din nav rûpelên hundir ên albumê de zêdetir bi xwe bawer, zêdetir balkêş in. Yanê zêdetir serketî ne û li gor naveroka album in, li gor muzîka ku hatiye çêkirin in jî. Û ji wan fotoyan yek bikira berga album dê baştir biba, ji ber ku di wan de bixwe bawerbûneke mezin heye.  Berg na, lê rûpelên hundirirîn ên berg serketî ne.

 


2- Albuma Rotînda bi navê “Ar-Jan” çendek berê derket. Fotografeke xistine berga album, wisa dijwar (sert), wisa resmî û sar e, mirov dide tirsandin. Pirsa ‘ma mirov nikaribû fotoyeke hinek germ, hinek xwîngerm bikar bîne” tê bîra mirov… Yanê bergeke wisa çêkirine, mirov jê ditirse.
 
3- Albuma Agirê Jiyan “De Were” ku piştî salên dûvedirêj kom bi albumeke nû derket pêşberî hezkiriyên xwe, lê bi bergeke reş, bergeke ne balkêş. Agirê Jiyan ku piranî guhdarên wê ciwan in, lê berga album ne ciwan e. Fotoyeke dayikeke xistine bergê, ku ne bala ciwanan dikişîne, ne jî bêhna ku dê xwe bide firotin û guhdarîkirin xuya dike…
 
4- Albuma Şevbuhêrka Dengbêjan heye. (Heta niha gelek albumên wisa hatine çêkirin û di gelekên wan de, di albumê de kî hebe hema girtine wêneyekê wî/ê kirine bergê û derxistine. Pirsa ‘Estetîk li ku ye’ jixwe ne hewce ye bê pirsîn jî).
 
5- Bergên albumên Aramê Tîgran qet ne serketîne. Ji bilî albuma wî ya bi navê “Evîna Feqiyê Teyran” Di berga albuma “Evîna Feqiyê Teyran” de estetîkeke xwe nîşan dide, lê ji bo albumên wî yên din mirov nikare vê yekê bibêje.
 
6- Albümeke Diyar heye bi navê “Gulê Neçe”. Belê dibêje “Gulê Neçe” lê di berga albumê de Diyar tê. Yanê ne diyar e kî diçe, kî tê, divê kî biçe, yan kî bê… Lê digel vê, berga albuma Diyar a dawî  “Oxir be Ugur” baştir e û xweşiktir e jî. Di berga vê albumê de giraniyeke dixuye.
 
Û hinên serketî:
7- Ne hemû bin jî hin albumên Ciwan Haco berga wan xweş hatine çêkirin. Wekî mînak “Derya”, “Na na”. Di “Derya”yê de asoyeke heye û berg di heman demê de naveroka album jî vedibêje. Di “Na na” de jî cihêrengiyeke xwe nîşan dide.


8-  Yek ji bergên xweş jî albuma “Şahiya Stranan 2” ye. Berga album xwedî delaliyeke.
 
Bêşik gelek bergên albuman ku mirov li ser bisekine hene, lê mînak bes in. Bi kurtahî çend gotinên dawî em dikarin wisa bibêjin:
Divê berga albumekê naveroka album pêşkêş bike.
Divê berg xwedî estetîkek be.
Divê giraniya berg hebe ku bibêje ev album ne tişteke sivik û ji rêzê ye.
Divê fontên ku pê navê berg û navê hunermend hatine nivîsîn bêne xwendin, zor nede kirîner.
Divê berg bibêje, “Were vê bikire.”
Divê teqez berg bi awayeke profesyonel bê çêkirin.


Û di nav bergên albuman de xaleke din jî, di nav rûpelên hundir ên berga albumê de çend wêneyên hunermend hene.
Bi ya min ev jî balkêş e.
Pêşî çend mînak:
- Tara Caf (Diley Dewanem); 12 wêne
- Aramê Dîkran (Evîna Feqiyê Teyran); 4 wêne
- Diyar (Oxir be Ugu); 6 wêne
- Rojhan Beken (Evîn a Azadî); 10 wêne
- Bulent Turan (Amedê); 5 wêne
- Rotînda (Ar-Jan); 7 wêne
- Şivan Perwer (Nazê); 3 wêne
- Rojda (Sebra Min); 11 wêne
- Ciwan Haco (Na na); 5 wêne
- Xelîl Xemgîn (Zend); 11 wêne
 
Ji albumên muzîkarên biyanî çend mînak:
- İlkay Akaya (Yalnız); Tenê wêneyek
- Candan Erçetîn (Melek); 3 wêne
- Candan Erçetîn (Remix 5); 2 wêne
- Neşet Ertaş (İn Concert); 5 wêne
- Divar Gasparyan (Salute); 2 wêne
 
We ferqa zêdebûna wêneyan dît.
Dema mirov dinêre çawa bi awayeke kûrbînî û hûrbînî li berga album nenêrîne, li wêneyên navê jî nenêrîne.
Mesela 10 wêne di rûpelên albumekê de çi dikin?
Ma qey tenê wêneyekê hebe ew hunermend dê neyê nasîn? Em bêjin yek têrê nake, ma 3 heb jî têre nakin?
Qey di album de 10 wêne hebin ew album xurtir û serketîtir dibe?
 
Bi hêviya ku dê bergên albumên kurdî wisa serketî û xweşik bin ku bikabirin wê albumê bidin firotin…

Hin Nivîsen Nivîskar

Nivîsên Cemil Oguz ên li ser rojnamegerî yên berê hatine weşandin

  • 15 Rêbendan 2008

Têbiniya Diyarnameyê:Bi nûkirina rûyê nû ya malperê re me nikarî xwe bigihînin hin nivîsan û yên ku me karî xwe bigihînin me kişandin ser...

Ji roja 'Ji mecbûrî goştê mirîşkan tê xwarin' heta niha

  • 26 Gulan 2008

 Pêşiyên me gotine; "Ji mecbûrî goştê mirîşkan tê xwarin". Min wê rojê ji bo yekî qala vê peyvê kir, ecêb ma. Belê eynî...

Ev nivîs ji bo sala 2018-19 û 2020'an e

  • 21 Kewçêr 2016

Ez dizanim heta niha gelek kesî li ser qewimînên giran ên li bajarên kurdan nivîsîne û desthilatdariya Tirkiyeyê rexne kirine.Ne hewceye em dubare bikin. Ji ew...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Çend weşanxaneyên kurdan diçin Mêrsînê?

ad

Erdogan û Heyeta Îmralî çi axivîn?

ad

Li Şanoya Bajêr 3 lîstik hene

ad

Dimay 26 penaltiyan fînalîstê Kûpay Ziraatî veciya

ad

Li Swîsreyê di şahiya sersalê de şewat derket: Zêdeyî 40 kesî mirin (Hat nûkirin)

ad

Bedendamên navçeyên Bedlîsê yên DTP'ê eşkere bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname