“Ezîze Teresa, Îsayê zarok! Terka min mekin, terka min mekin! Hêzê bidine min, dixwazim hê bijîm, hê bijîm! Naxwazim kor bibim, dixwazim birevim birevim birevim wekî berê..!”
Edîth Giovanna Gassion (Edîth Pîaf) ango jiyaneke bi bûhran, hinekî Fransaya kaotîk, hinekî romans û dengekî dinyayî li kolanên Bellevîlleyê, li Parîsê. Keçeke sinoq î ji rehm û dilhebîniya dê û bav yekcar bêpar. Li xewleyên jiyanê bêper û parastin. Mezinbûneke bixweber î bêhemd û derbederiyeke li navê -ku di her jena dil de, wateya tenahiyê ne kêmî ya mirinê ye li ba-la wê.
Bejna qutikî, kurtepista huznê, yan jî beytika peyariyan, beytika biçûk! Deng û bîreweriyeke bêguman têrkarîger û xwedî asoyên nûansîftir; hem ji muzîka fransewiyan û hem jî ji muzîka ewropayê bi giştî. Stranbêja herî navdar a stranên evînî. Di her strana ku strayî de eklên ciyawaz, wateyên dîtir û helbet romantîzmeke Pîafane!
Li hêlekê jiyaneke ku hê di cenînê de lebikî; ku hîç jî ne nola romansên wê romantîk, lê û belê têra xwe huzunbar û nevrotîk. Koranî, evînên merezî, husranên bêemsal, çend zewac û êşa kezebê bi ser de hatin. Helbet çi wekî jinekê, çi jî wekî hunermendekê bi serboriya xwe giha, têr êşiya, têr helak bû lê jê havilî jî.
Li hêla dîtir jineke jinane ku bi qasî jiyanê girîft û xaçepirsane, azad, dirinde, alozîhez, livbaz û zexm, zexm û asî bi qasî kuçeyan. Bohem bi qasî Baudelaire; bêpaxaw bi qasî Nerval û tibabekî asîtir ji Rimbaud! Û danheva pir tiştên dîtir, ku nayên gotinê, galegalê.
Di
1915’an de li Bellevîleya Parîsê hate dinê. Hê 2 salî bû, diya wê ya li kuçeyan stranbêj, ku digot “ez ê bibim strnabêjeke bi nav û deng”, terka wê kir û da dû baboka xwe! Bavê wê kontorsiyonîst bû (şovmenê airobîkê-zilamê lastîkî), ew jî ne kêmî dê bû! Di 4 saliya wê de, menenjîtê lê xist û her du çavên wê hitim kor bûn. 2 sal bi şûnde, ji qewlê wê ve “mûcîzeyeke nebînayî” qewimî û çav lê vebûn! Strana ewil di 12 saliya xwe de stra. Li kabareyan demeke dirêj kar kir, çi stranbêjî, çi paqijî, çi firaxşuştin. 18 salî bû zewicî û keça wê Marcelle çêbû. Marcelle hê 2 salî bû, menenjîta ku li çavên Pîafa hate rehmê îcar li kezeba Pîafê (Marcelleyê) hate xezebê û Marcelle kire ax! Di 20 saliya xwe de, di rojeke ku dîsa li kuçeyê distra de, Louis Leplêe ew keşif kir û nav lê danî Edîth Pîaf.
“Êş û evînê û kolanên Parîsê ew kire Edîth Pîaf!”
Li dûr an li nêz, dera ku dilê wê lê dijene: Parîs; birîna wê ya bêcir î hîç nekewiyayî: mirina Marcelleyê; bîranîna wê ya herî jinane: ramûsana ewil; rengê wê yê herî favorî: şîn; dengê pîanoyê: hemû dengên xwezayî; tişta ku Ew kiriye Ew: êş, eşq û dengê Wê û perdeya dikê ku li hêwanê dinavbere; wateya şevê û nefesê: hezkirin hezkirin hezkirin; temiya wê ya li jinekê, li keçekê, zarokekê: hez bike!
“Ez Edîth Pîaf! Ew jina şêt, dilodîn! Hatim û diçim. Li dû min 48 mûm.
Bi xatirê we perdeyên erxewanî, Parîs û heyv, kolanên tenha û lewlewa Pîafperestan. Bi xatirê we eşq, hezkirin, dengê min, pîano, berê êvaran, Ezîze Teresa, Îsayê zarok, zengilê dêran û Olympia û Olympia û Olympia.”
Edith Pîafa nexweş lê çik î can ku hê payiza paşîn a temen jî lê nedabû ber dêrî, 48 salên mişt (1915-1963) bi xweşî û nexweşiyan, bi berhem û skandalan li dû xwe hêla û xatir ji vê dinyalika gewrik xwest. 40 hezar hezkirên wê beşdarî li merasîma cenazeyê wê kirin.
Îro navê kolana herî mezin a Bellevîlleyê, “Kolana Edîth Pîaf” e. Ji her kafe û bar û kargehên wê, dengê Piafê berz dibe. Her wiha balkêşiya Bellevîlleyê jî ne kêmî Pîafê ye. Li Bellevîlleyê bi piranî ji welatên parzemîna Afrîkayê û welatên rohilat, zêde zêde penaber dijîn. Û tê gotin ku li Bellevîlleyê, ji ziman û dialektên netewe, etnîsîte û kom û qebîleyên cur bi cur, bi nêzî 140 zimanî têt axaftin!
Têbinî: spasiyeke jidil ji vir û Parîsê, ji bo Elîfê, “Xweha Edîth Pîafê!” ku hin agahiyên hêja derbarê Edît Pîafê de dane min.


