Gelo mimkûn e ku gur û mîh ligel hev biçêrin? Dibe ku tiştek bi vî rengî pêk were, nexwe, wê biwêjeke bi vî rengî di zimanê me yê gelêrî de cihê xwe wernegirta: “Roj bê, wê gur û mih ligel hev biçêrin.” Wiha reng e ku hûn dikarin çûka mirîşkeke mirî bi dû qazekê an jî werdegekê bixin, da ku ew ji sêwîtiyê xelas bibe. Kesên ku hinek bi jiyana gund dizanin, miheqeq wan bihîstine, an jî bûne şahid ku berxekî dê mirî bi çêlekekê didine mijandin.
Belê, dilovanî ne karê me mirovên tenê ye. Bêguman, Xwedê rehm û dilovaniyê ji lawirên xwe yên mayîn re jî bexişandine, ji xeynî cisnê mar !
Cisnê mar, ji erdem û feraseta aştiyê bêpar e; xweperest, bêewle, çikûs û xayîn e!
Qewmin hene mîna cisnê mar in. Hûn bi tu awayî nikarin doza dilovaniyê, doza aştiyê li wan bikin. Hûn tu car nikarin destên xwe dirêjî wan bikin. Heger hûn vê yekê bikin, wê destên we bi awayek jehrdadayî li we vegerin.
Cisnê mar, ji xeynî çêjikên (çêlîkên) xwe, nema dizane ji yên kesek din hez bike. Ji xeynî yên xwe, çavê wî li xwarin û daqurtandina yên yê din e. Zikreş e, bi nava zikê wî ve bostek pirça reş şîn hatiye. Xiniz û çavnebar e; ji hebûna kesên din diheside, dibeheje, bi çavnebariya xwe navdar e cisnê mar.
Yekane hesta wî ya hundirîn tunekirina yên ji xeynî xwe ye. Ew qas tewş e ku hebûna kesên bêhtirî xwe wekî neheqî dihesibîne. Ev yek rêya kuştin û tunekirina kesên din bi ber wî dixîne. Bi sermestiya lawerik şêt û hişwenda dikuje. Ji kirinên xwe têr nabe. Poz û guhan jê dike û wan dide rêzê, wan dijimêre û bi keneke bêyom dide tîqe tîqê û har e...
Şahiyên gewre li dar dixîne, qedehên mişt ji xwînê bi ser xwe de dike û wiha dipispise: “Şahînet, ji bo yên ku me tev de kuştin! Şabaşî, ji bo yên ku bi mêrxasî ew kuştin!” û karnawala xwînê berdewam dike. Zarokên ku hêviya aştiyê ji dilê wan qut nebûye, dijberî meşa hesin, barûd û kîmyasala ku ber bi bajar û sînorên wan ên birîndar ve diherike, ber bi peytexta cumhuriyeta maran ve berepêş dibin û dikin xulexul û çîveçîv: “Bes me eçî bikin, bes bavên me bikujînin, em şel naxwajin, me kulîlkên bilatî û aştiyê anîn ji we le”.
Cisnê mar xwe ditewîne bi ser komeke zarokên rengîn ku di çavên wan de ewrên biharê dibezin û vê pirsê dike: “Hûn kî ne, zarokno ku hûn şerefê li me zêde dikin bi beşdarbûna vê cejna zarokên me?”
Zarokên rengîn ên ku ewrên biharê di çavên wan de dibezin, bi devkeniyek ku ji nava tirsê diçizire, wiha dibersivînin: “Em kuld in”.
Çavên cisnê mar şêlû dibin, enî lê diqermiçe, kef bi ser dêv dikeve, ricfek erjeng radije laşê wî û mîna ku teqlîda zarokek bike, hetan jê tê diqîre û ev ferman dide: “WAN BIKUJÎNIN û bila şahî berdewam


