logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
  5. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Çend notên li ser romana kurdî: Roman Hunera Netewebûnê ye

  • Dîrok: 29/03/2013

"Kê ava kir bajarê Tebenê yê heftderî?
Di pirtûkan de bi tanê navê kêyan haye
Ma kêy bi xwe bûn yên ku zinar heta wir rakisandin?"
Bertolt Bredt (ji almanî min wergerand)


Min di meha borî de çar romanên kurdî yên du nivîskarên kurd bi dû hev de xwendin. Ji Fawaz Husên “Parîsaband” û “Barê Sevê”, ji Baxtiyar Elî “Şeva Pervanê” û “Apê min Cemsîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir”. Bi coş û kêfxwesî ez dikarim bêjim êdî romana kurdî heye û di payeya romana cîhanê de ye. Dema ez van gotinên xwe bi lêv dikim, ez nexwazim  bêjim berî van nivîskaran romana kurdî tune bû. Romanivîsa kurdî ya ku bi Şivanê Kurmancî ya Erebê Şemo dest pê kiribû û bi Jana Gel a Îbrahîm Ehmed û bi şêweyek hemdemî bi Mahmut Baksî, Memed Uzun, Helîm Yûsiv, Jan Dost û yên din berdewambûyî bi Fawaz Husên û Bextiyar Elî gihîstiye payeyek nû. Ya ku ez bi coş û kêfxweş kirim, bi şewêyek hemdem, bi navarokeka bi war û demê ve girêdayî ya tijî û bi zimanekî dijî romana kurdî bêrawêst tê afirandin.
Di riya netewebûyînê de qestê dîroka xwe bi destî xwe nivîsandin, romana xwe jî bi dest û zimanê xwe nivîsandin tistek pir girîng e. Çimkî ku dîrok hişyariya bûyarên civakê ye, roman jî binhişyarî an jî kûrhişyariya civakê ye. Dîroknivîs qala guherînên civakê yên girîng ên di dem û warekî de dike, lê qala  jiyana kesên “hêsan” û “biçûk” ên ku di dîrokê de dijî û di bin bandora van guherînan de daguherî û bandorê li van guherînan dike, neke. Romannivîs  qala van kesên “hêsan” û “biçûk” dike.
Bi gelemperî dikarim bêjim roman hunera netewebûyînê ye, bi neteweyan ve derket holê. Ji bo ku roman ji hemû huneran bêhtir bi dîrokê ve girêdayiye û di herikîna dîrokê de jiyana mîrovên “hêsan” û “biçûk” ên ku di dîroknivîsê de qet qalê nakin yan jî bi hejmaran –ew qas mirî, ew qas barkirî, ew qas malwêrankirî û hwd- tên navkirin, nîşanî me dide. Romannivîs mirov hebûneka/î dîrokî û civakî dibîne, ji her alî dinirxîne. Dema me li dîroka romanê nêrî, li jor jî min got, roman hunera netewebûnê ye û bi derketina neteweyan ve derket holê, ev jî realizmê, li jiyanê bi piralî nêrînê girdêayî ye. Dîsa em di dîroka romanê de dibînin ku romanên serketî di demên serûbinbûna civakan a dîrokî de jiyana mirovên ku di dîrokê de tu car neyê qalkirin ên “hêsan” û “bicûk”, vedibêje.
Min li jor jî gotibû, roman bi çêbûna neteweyan ve derket holê. Romana kurdî bi tevgerên neteweya kurdan ve girêdayî ye, dema tevgera neteweyî bilind bû rorman jî derket holê, dema tevgera neteweyî ket roman jî kêm bû. Şivanê Kurmancî û berhemên Erebê Şemo yên din di dema serhildanên Şêx Seîd, Seyîd Riza û Koçgiriyê de derketin holê. Dîsa Jana Gel û berhemên din ên Îbrahîm Ehmed bi têkosîna neteweya kurd ku li basûr destpêkiribû û di berdewamiya têkosînan ve hebûn. Berhemên Mahmut Baksî û Mehmet Uzun bi têkosîna bakurê Kurdistanê ve hatin afirandin. Paşê ji wê hêla û vê hêla Kurdistanê her ku têkosîn, berxwedan, tevgera neteweyî bilind bû romana kurdî jî pêş de çû û hat afirandin. Îro tevgera kurd û Kurdistanê di kîjan bilindiyê de ye romana kurdî jî li wê bilindiyê de dibînin. Êdî dinya kurd û Kurdistanê dibîne û dê ziman û romana kurdî jî bibîne.
A niha romanên ku min ji Fawaz Husên û Bextiyar Elî xwendin ew roman in ku divê dinya  bixwîne. Bi rastî ez nizanim wergerên van romanan bi zimanên din hatin kirin an na, bi nêrîna min ev her du nivîskar bi van romanên xwe “Nobel”a dilê min ji min sitandin û mafê wan e.

kazimpolat@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Li dû dîrokê (Ji Rojnivîsên Min- II)

  • 05 Sermawez 2009

Êdî em kurd dizanin em ne bê dîrok in û divê em dîroka xwe bi destên xwe binivîsin. Her ku em dîroka xwe bikolînin emê rastî bûyereke...

'Ez yek yek dibim, tu çima dudo dudo dibî?'

  • 05 Tîrmeh 2021

Ve biharê ez li gund bûm, min kesek nas kir kesek gelek axifkar, şorxweş û meselebêj bû. Min ji wî re digot Xalo, ji ber ku ew ji gundê diya min ji dûr xismê diya min...

Çîroka Min û Zimanê Zikmakî: Dema ku ez ji bo ziman kêşiyam şikeftê

  • 05 Berfanbar 2010

Betlaneya zanîngehê nêzîk bûbû. Min dixwest xwe bikişînim şikefta xwe û ku Xwedê negot nebêje jî lê ez xwe bi xwe re dibêjim: Bixwîne; bi...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hiso: Me tu bersiv ji ENKS’ê wernegirtiye

ad

KCD: Tirkiyeya Demokrat, Kurdistana Xweser

ad

Fîlmên vê hefteyê

ad

‘Bi Heft Dengan Gazî Dikim’

ad

Îtîfaqa Ked û Azadiyê: Ji bo serokomarî em berendamên nîşan nadin

ad

Festîvala Masiyên Wanê li dar e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

  • 27 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname