Ji bo guhdarîkirinê:
Derfeta min ya xwendinê çêbû û di hundirê çend seatan de min pirtûk xwend. Çawa min dest pê kir, wiha jî min bir serî. Çîrok bera dûv çîrokê da, nehişt ez dev jê biqerim û bi herikîna xwe re jî wiha min zû qedand.
Ez qala pirtûka bi navê “Ûsivê Bafile (Xezalê)” dikim.
Ji bo 21’ê Reşemî/Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî li Mêrdînê wekî panelîst ez beşdarî panela Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê bûm. Bi derbasî cihê xwe re min pirtûka “Ûsivê Bafile (Xezalê)” ya nivîskar Ahmet Çelîk li ber xwe dît. Bi vekirina berga pêşî re min dît ku li ser navê min hatibû şanenavkirin.
Çîrokên ku di pirtûkê de, ji hêla naverokê ve çîrokên balkêş in û hêjayî xwendinê ne. Navê pirtûkê ji nava du çîrokên di pirtûkê de pêk tên. Çîroka ‘Ûsivê Bafile û Xezalê’ hem ji hêla naverokê û hem jî ji hêla ziman ve, gelekî dewlemend û xurt in; her wiha ji hev cihê ne jî. Yek bi zimanê yekem û ya din jî bi zimanê duyem hatiye nivîsîn.
Pirtûk ji Weşanên J&J’yê li Amedê derketiye, ji 124 rûpelan pêk tê.
Ahmet Çelîk ji gundê Tilades ya Qosera Mêrdînê ye. Heta niha romanek bi navê “Dilê Çarperçe” ji nav Weşanên Sîdarê di 2022’an de weşandiye û digel 50 nivîskarên ku di pirtûka “Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê” ya ji nav Weşanê Arê di 2021’ê de derketiye de jî bi çîrokek xwe cih girtiye. Wekî berhem, ev pirtûka nivîskar a 2’em e.
Berî li ser naveroka çîrokên di pirtûkê de bisekinim, dixwazim balê bikişînim ser navê pirtûkê; çima hewce dît gotina Bav û Fileyê bi hev bikejilîne û bi kurtasî an jî bi devokî bike “BaFile!”, nizanim. Ya din, çi hewce dît navê her du çîrokên xwe ku yek ji yekê xweştir, herikbartir û ji hela naverokê ve têr û tijî li pirtûkê bike, ez vê jî nizanim. Pirtûk bi “Usivê Bafile (Xezalê)” wekî navekî her çiqas derdikeve pêş, bi xwendina pirtûkê re mirov têdigihê ku wêne û navê di nava kevanê de çîrokek cihê ye.
‘DAYIKA BESNA’
Bi kurtahî dixwazim balê bikişînim ser naveroka çîrokên di pitûkê de. Çîroka ewilî, çîroka “Dayika Besna” ye. Ew, bi yekî bi navê Mîrze re zewicî ye. Niştecihên gundê hêla Mêrdînê ne, gundê wan qoricî ne û apê Besnayê sercerdevan e. Mîrza û Besna pir ji hev hez dikin û xwedî keç û kurikekî ne. Tu qisûr di hezkirina wan de tune û av tê re derbas nabe. Mîrze bi karê şivanî û bazirganiya gund ve mijûl dibe. Besnajî bi kevaniya li gund serwer e eleqedar dibe. Ji ber jiyana her roj ya li gund xwe dubare dike, Besnayê tim gazincan dike û ji Mîrze dixwaze koçberî bajêr bibin. Mîrze ji ber nake der û rojekê haya wê jê çênake, kamyonekê tîne ber devê derî û koçberî bajêr dibin. Li bajêr Mîrze dikanekê ji xwe re vedike û berhemên gundan tê de difiroşe. Jiyan wiha tê dubarekirin ta rojekê mişteriyekî wî vedixwîne qehweyê; bi hevalên nû re rastê û jiyana wî tê guhertin. Besnayê jî li malê ji sibê heta êvarî radikeve, bi tenê ye û sebra xwe bi zarokên xwe tîne, ta rojekê cîranek wê li deriyê wê dixe û gavî nava pêvajoyeke nû dibe. Ji vir û şûn de çîrok bi herikîna xwe balê dikişîne ser xwe û mirov pê dadikeve, ta rojekê hestên welatparêziyê xwe bi wan re dide der.
Çîrok bi çûyîna Mîrze ya gund ku gundiyekî wan rehmet kiriye, tê guhertin. Ji aliyê kesên kiryar nenasan ve tê revandin û windakirin. Tekoşîna Besnayê ji vir şûn de dest pê dike û ji bo dîtina Mîrze li ber xwe dide. Tevlî nava çalakiyên windahiyan yên roja Dayikên Şemiyê dibe û bênavber têdikoşe. Her rêyên berxwedanê diceribîne û ta rojekê di bîrên nayên bikaranîn de termê hinek mirovan ku tê dîtin, yek ji wan Mîrze ye. Bi dîtina Mîrze re çîroka “Dayika Besna”yê jî diqede.
“KÎSOYÊ KULEK”
Çîroka bi navê “Kîsoyê Kulek”, bi zimanekî falb û henûn berxwedana Kîsoyekî ku ji bo çêlikên xwe çawa li ber xwe dide tîne ziman. Heskirina ajalan ya li hember hev, ya mirovan li hember ajalan û xwezayê baş hûna ye û xweş anî ye ziman. Hîşmendiya tekakesî û zirarên kesayet xwe bi xwe dide xwe, dide xwezayê, rehwerên din, di cîhanek din de bi çavekî din tê rave kirin.
“XEZALÊ”
Di çîroka “Xezalê” de ku yek ji navê pirtûkê ye; ev çîrok di Pêşbirka Çîrokan a Ş. Denîz Firat de xelata yekemîn wergirtiye. Bi zimanê yekem, çîroka malbatek feqîr û zengînekî gund ku navê wî Reşo ye digire dest. Reşo ji jina xwe dawa lawekî kurînî dike lê tim keç jê çêdibin. Bavê Xezalê jî ji bo mal û milk dixwaze keça xwe Xezalê bidê. Lê dilê Xezalê di yekî din de ye. Xezala 16 salî nabe nesîb ku bi hezkiriyê xwe re bizewice û bi Reşoyê 65 salî didin zewicandin. Tim nifiran li xwe dike ku lawek jê çênebe. Bavê Xezalê û Reşo jî çavên wan tim li kurikekî ne. Çîrok wiha diherike; ji jina Reşo keçek din jî çêdibe ku dibin 6 û ji Xezalê jî çar keç çêdibin. Xezalê di rêzê de navên wan wiha datîne, “Qederê, Felekê, Nisîbê û Gozelê!” Bi hatina Gozelê re dinya Reşo tar û mar dibe, bi yek carê bi qirîza dil rih jê diçe û dimire. Piştî mirina Reşo, her çiqas lawikê jê hes dike ku ew jî zewicî ye û bavê du zarokan e, dixwaze lê vegere û bi hev re bizewicin lê Xezalê pê re nazewice. Di dawiya çîrokê de tê diyar kirin ku jinbiya Xezalê bi rehm derdikeve û mal û milken xwe lê parve dike. Pê re Xezalê dibe pîrika bîst û du neviyan ku şeş heb zarokên neviyên wê jî çêbûne û çîrokê diqedîne.
“ÛSIVÊ BAFILE”
Çîroka “Ûsivê Bafile” ku ji navê pirtûkê jî tê, çîrokek di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, sala 1915’an ji aliyê komarê ve Filehên li herêmê girtibûn, bi navê dîn û nijadiyê kom dikin, ji bo qetil bikin berê wan didin cihek din; tîne ziman û dest pê dike. Di çîrokê de Aram, pîreka xwe Sara û zarokê wan Tûma jî di nav wê qeflê de ne. Dema ji hêla çiyê şewqek tê dîtin, firseta revê dibînin û çend kes ji nava qefleyê vediqetin. Leşker bi dû wan dikevin, tevan dikujin û hew zarokê bi navê Tûma xelas dibe.
Bi xelasbûnê berê xwe dide gund. Li Gund jî bi navê Mele Îlyas heye, bi pîrek û sê keçikên xwe jiyana xwe berdewam dikin. Kurikekî wan ê lawîn tune ye. Tûma xwe li ber deriyê wan dibîne. Çawa Mele Îlyas Tûma dibîne, şikiriya xwe tîne ku kurikekî lawîn dana xwedê ye ji bo wan û lê xwedî derdikevin.
Navê Tûma digûherînin dikin Ûsiv. Ûsiv jî bi navê xwe yê nû dibe perçayekî ji wê malê. Li nava gund mezin dibe, li ber destê Mele Îlyas quranê xitim dike, dibe ciwanekî jîr û zana û hew bi ser de dibe. Dilê wî dikeve keçika cîrana wan ya bi navê Gûlîzerê. Mele Îlyas û pîreka xwe Asiyeyê gotina xwe dikin yek û dixwazin biçin mala cîranê xwe Hecî Silêman û keça wî Gûlîzerê ji Ûsiv re bixwazin. Hecî Silêman berê xwe dide wan û dibêje: “Ez ê çawa keça xwe bidim Ûsivê bav File!..” û bersiva nabûnê dide wan.
Mele Îlyas rewşê ji Ûsiv re nabêje û çîroka zewacê dixwaze ji bîr bike. Gûlîzerê didine pismamê wî û pê re dizewicîne. Ûsiv jî nazewice û zewacê li xwe heram dike. Ta rojek tê ku Mele Îlyas di ber sekrata mirinê de ye, çîroka Ûsiv ji serî heta binî dibêje. Piştî Ûsiv rewşê fahm dike jî terka wan nake û bi wan re jiyana xwe berdewam dike. Gûlîzerê nexweş dikeve û dimire. Rojeke zivistanê ye, Ûsiv dihere ser mezelê Gûlîzerê, çogên xwe dide erdê, sînga xwe dide ser sînga axê û wiha sekinî cemidî dimîne. Çîrok li vir diqede…
“ROJÎN”
Çîroka bi navê “Rojîn” ku di Pêşbirka Çîrokan a Hûseyîn Çelebî de xelata sêyemîn wergirtiye, di pirtûkê de cih digire. Çîrokek bûyerên 12 Rezberê tîne ziman û vedihone. Trajediya zarokên kurdan tê re derbas bûne bi zimanekî hêsan û fahmkar bi lêv dike.
“ME JI SIFIRÊ DEST PÊ KIRIYE”
Çîroka “Me ji sifirê dest pê kiriye” jî, sala 1970’an ku Apê Mûsa serlehengê çîrokê ye tîne ziman û rewşa wê demê rave dike. Bûyer û qewimînên wan deman rast e rast tîne ziman û rewşa gel ku li ji aliyên partiyên cihê cihê çawa têve rêvebirin û tevliheviya di nava gel de xwe dide der tîne ziman. Her wekî din, hin navan rêz dike û wekî pêşengên wê demê; “Di warê olî de Feqî Huseyîn Saxniç, Mele Evrehman Durre, Mele Eledîn, Mele Şukrî, Mele Evdila, Mele Nezîr, Mele Hesen. Di warê civakî de yên wek Faîk Bucak, Haşimê Haşim, Hecî Evdilhelîm, Edîp Karahan. Di warê siyasî de yên wek Şerafettîn Elçî, Medet Serhat, Yaşar Kaya, Nûreddîn Yilmaz, Faîk Bûcak û Mehdî Zana. Di warê rewşenbîrî û birokrasiyê de jî yên wekî Mûsa Anter, Îşmet Şerîf Wanli, Nacî Kutlay, Esat Cemîloglu, Canîp Yildirim û hwd…” dide nasîn û navan rêz dike.
“MIRAD Û SIMBIL”
Çîroka dawîn jî çîroka bi navê “Mirad û Simbil”e. Mirad ciwanekî kurd e, Simbil jî ciwaneke tirk e. Herdu jî zanîngehê dixwînin. Bi awayeke xwezayî têkiliya wan bi hev re çêdibe û ji hev hez dikin. Lê Mirad, dilê wî bi awayeke din lê dide û di pêvajoya siyasî de berê xwe dide ser rêya ku heqiya xwe tê de diye. Her çiqas Simbil naxwaze here jî lê Mirad diçe, xatirê xwe jê dixwaze û berê xwe dide çiyan. Çîrok bi kinasî wiha tê hûnandin û bi dawî dibe.
Piraniya çîrokên di pirtûkê de ne civakî ne û bi her çîrokê re dîmenekî rastiya civaka kurdan nîşan dide. Ji xeynî çîroka “Mirad û Simbil”, tev li Kurdistanê derbas dibin. Mirov dikare bi rehetî bibêje ku tevahî çîrokan ji serpêhatî û bûyerên rastîn hatine vehûnandin û nivîsandin. Ji ber vê mirov ne xêrîbê bûyerên di çîrokan de derbas bûne ne.
Birêz Ahmed Çelîk her wiha bi zimanekî resen, henûn, dewlemend û herikbar ev çîrokan gihandine me. Hêjayî xwendinê ye û bi mereq li benda berhemên nivîskar ên nû me.



