logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Çima kes guh nade nivîskarên kurd - (2)

  • Dîrok: 19/06/2009

Zimanê kurdî li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê:

Bi hatina sala 1946'an re, sala serxwebûna Sûriyê, dawî li "Hawar" û "Ronahî" û pê re jî li qonaxa Bedirxaneyan, hat. Ji 1946'an heta 1968'an, di van bîst û du salan de, yek rojname yan kovar an jî belavok bi zimanê kurdî, ne li Sûriyê, ne jî li rojavayê Kurdistanê, derneket. Balkêş e ku di van salan de – 1957 – yekemîn partiya siyasî ya kurdan li Sûriyê hate damezrandin. Tev ku di nav damezrênerên vê partiyê de çend rewşenbîrên ku ji bakurê Kurdistanê daketibûn Sûriyê – Osman Sebrî wekî mînak -  hebûn, lê dîsa jî zimanê belavokên partiyê yê fermî zimanê erebî bû. Hejmara partiyên ku ji wê partiyê welidîn niha gihiştiye zêdeyî 13 partiyan. Hemû partî, bi çep û rastên xwe, hetanî bi qirikê di nav nakokiyan de bûn, lê di hilbijartina zimanê erebî de, wekî zimanê siyasetê, li hev kiribûn.
Di sala 1968'an de, Cegerxwîn bi alîkariya partiya ku ew endamekî wê bû, partiya pêşverû ya demokrat ya kurd li Sûriyê, ya ku bi navê Hemîdê Hecî Derwêş tê naskirin, kovareke kurdî bi navê "Gulistan" derxist. Ew kovar bi "dektîlo" dihate nivîsandin û çapkirin û bi dest dihat belavkirin. Li pey wê, kovarên kurdî hatin derxistin, pirtûkên helbest û çîrokan jî bi dizî li Şamê derdiketin, lê zimanê belavokên fermî yên partiyên siyasî her û her mabû erebî. Vê rewşê hetanî derdora sala 2000'î, sala derketina min a ji welêt, ajotibû.

Erebî kirin zimanê siyasetê

Ji roja 17 avrêla 1946'an re li Sûriyê "Cejna koçkirinê" – îdulcela- tê gotin. Mebest jê koçkirina leşkerên frensî ji ser xaka Sûriyê ye. Eger ev roj wekî cejn ji bo erebên Sûriyê bê binavkirin, ev yek tê fêmkirin. ereban dagirkerên frensî ji welatê xwe derxistin û serxwebûna xwe bidestxistin. Lê ji bo kurdan li rojavayê Kurdistanê çi hate guhertin ku ew jî bi hemû hêzên xwe yên siyasî wê rojê wekî cejnê dibînin û xwe pê serbilind dikin.
Di rastiyê de, ew roj ji bo kurdan bû roja bidawîanîna weşanên zimanê kurdî. Her wisa dagirkerekî "baş"  frensî bi dagirkerekî "xerab" ereb hate guhertin û siyaseta erebkirinê konê xwe li seranserê rojavayê Kurdistanê, vegirt. Heta niha hinek malbat û kes dikevin pêşbirka serbilindiya ji ber kuştina serbazên artêşa firensî. "Bûyera, Beyandûr, wekî mînak.
Tirajediya siyaseta kurdên Binxetê gihîşte wê radeya ku heta niha yek ji daxwazên wan yên sereke ev e “bidestxistina nasnameya erebî ya Sûrî" ji bo 200-300 hezar kurdên bê nasname. Dev ji nasnameya kurdî berde, bi salan e kurd vê daxwazê dikin, ku mîna "erebên Sûrî" bibin xwedî nasname û rêjîm, napejirîne.!
Ev kurtemînakên ji siyasetê dikarin bêhtir mijara me têxînin bin ronahiyê û van pirsan bîne holê:
Gelo kurdan ji çûna leşkerên Frensayê ji axa Sûriyê çi qezenc kirin?. Çima zimanê xwe yê siyasetê kirin erebî?. Ji ereban, ez bawer nakim ku ji bilî çend dezgehên "Muxaberatan" yên têkildar tu kesekî guh dida belavok û weşanên wan. Vê siyasetê rewşa kurdên rojava anî rewşa "Godot"ê di şanoya Samuel Biecket de ku azadî û serxwebûn ji bo wan bûne xeyalên ku dibe ji derveyî sînoran rojekê bi ser wan de bê. Vê bêhêvîbûnê berê bi hezarên kurdên rojava da ber bi Başûr û Bakur de û her partiyeke mezin ji her du aliyan bû xwedî şax û derdor û hêvî carinan bi Başûr ve û carinan jî bi Bakur ve hate girêdan. Bi dehê salan e ku li wê derê gengeşiyeke germ di navbera her du aliyan de, siyasetmedar û "rewşenbîr" li dar e. Her du alî hev du tawanbar dikin. Di encamê de, ji ber ku zimanê wan ê siyasetê yê nivîskî erebî ye û yê axavtina bi xelkê re kurdî ya kolanan e, piraniya serokên partiyan bi zimanekî diaxivin ku ne erebî ye û ne jî kurdî ye. Balkêş e ku yên ji wan bûn xwedî pirtûk jî, mînak Selah Bedridîn û Hemîd Hac Derwêş, pirtûkên wan bi erebî bûn û tu hewcedarî bi wergera wan ê kurdî jî nedîtine. Eger ji aliyê siyasetê ve dîmen wisa rû dida, gelo ji aliyê civakê de dîmenê ziman û nivîskariya kurdî çawa bû?.

Girêkên civaka kurd û nivîskariya kurdî

Di kurmancî de, peyva herî nêzîkî "Kompleks"ê, min peyva "Girêk"ê dît. Ji ber vê ez ê vê peyvê bikar bînim. Eger mirov berfireh binêre, mirov dibîne ku li hember amerîkiyan girêkên ewropiyan hene. Li hember ewropiyan û "şarastaniya wan", girêkên ereb, yan jî tirkan, hene. Li hember ereb an tirkan jî girêkên kurdan hene. Mebest jê girêka xwebiçûkdîtinê ye. Ev girêk bêhtir di warê huner û zimên de xwe dide pêş. Mînakên li ser vê yekê jî bi dehan hene. Anku dema mirov di nav civakên dinyayê de li civaka kurd binêre, girêk sêqat û çarqat dibe û ev girêk aloztir, mezintir û dijwartir dibe. Di vê çarçovê de, mirov dikare texmîn bike bê wê civakek e wisa ku ji zimanê xwe hatiye dûrxistin û bi her awayî zimanê din pê hatiye şêrînkirin, wê çawa li nivîskarên zimanê xwe binêre.
Qedexekirina kurdî û perwerdekirina zarokên kurdan bi zimanekî din, ligel mezinkirin û xweşikkirina wî zimanî û xwediyên wî mesela me dajo ber bi quncikên asê ve. Mînaka vê perwerdeyê di nav ereban de, bi peyva "tistekrednî" gihîşte asta herî eşkere. Dema kesek kesekî din bixapîne û bixwaze henekê xwe pê bike, yê din lê vedigerîne: "Ma tu min kurd dibînî qey?". Anku peyva kurd tê wateya "Hov", "Ehmeq", "Beradayî û fêm nake". Ji bilî reşkirina rola kurdan û tunekirina wan di pêvajoya dîrokê de.. Bi vî awayî, ne mimkûn e nivîskar an afirênerek ji nav vî miletî û bi wî zimanê ku "ne ziman e" derkeve, eger nivîskarek derkeve jî naxwe wê bi zimanê "pîroz" yê dewletê be. Ew jî dewlemendiyek e dewlet û miletê wê ye. Li Sûriyê, hetanî salên heştêyî, di nav hemû derdorên wêjeyî de, Selîm Berekat wekî helbestvanekî kurd dihate binavkirin. S. Berekat, bejnek e bilind e di helbest û romana bi erebî de, lê wî yek hevok bi zimanê kurdî nenîvisandiye. Bi demê re, nav pirbûn û di salên heştê û nodî de bi dehên navan hatin naskirin ku hemû, ez jî di nav de, bi erebî dinîvisandin. Hêjayî gotinê ye ku di nav van derdorên erebînivîs de jî du beş hebûn. Yek jê bi temamî, hem ziman û hem naverok û hem kes mîna erebên Sûrî tevdigeriyan û heta niha. Beşê din jî bi zimanê erebî dinîvisandin, lê çavkaniya naverokên berhemên wan civaka kurd bû. Divê ez vê jî bêjim ku civaka kurd hetanî li hember van nivîskarên xwe yên erebînivîs jî xwedî helwesteke sert û "dijber" bû. Min bi xwe "rewabûna" nivîskariya xwe ya wêjeyê piştî pesindan û pejirandina nivîskarên ereb yên navdar bidestxist. Tê bîra min, di sala 1987'an de, di rojnameya "hefteya wêjeyî" de çîroka min di rûpelê xortan de hate weşandin ku bi birêveberiya Şewqî Bagdadî bû, nivîskarê Sûriyê yê navdar, ji ber ku bi çend hevokên pesindar çîroka min ji xwendevanan re pêşkêş kir. Çend hevokên bi vî awayî nivîsandin: "Piştî vê çîrokê, ez ê heta hetayê vî navî ji bîr nekim û ji we re jî dibêjim: Vî navî ji bîr nekin…" Piştî vê bûyerê hem di nav malbata min de, hem jî di nav "civak" û kesên derdorê de nêrîn hatin guhertin û bi çavekî din bê qerf û bê biçûkxistin li min dinêrîn.
Min ev mînak ne ji bo pesindana xwe anî, lê ji bo mentelîteya danûstendina civaka derdorê bi mijara nivîsandinê re. Anku çavên civaka "Kurd" li kesên civaka din e. Eger "mezinên" civaka din gotina xwe bibêjin, û "Diplom"ê rewabûnê bidin, wê demê wê dengê wan bê bihîstin û wê bê bawerkirin ku mesele cidî ye.
Civaka kurd civakeke bê ezman e.
Civakek wisa ye ku nikare ne stêrkan ji nav xwe derxîne, ne jî dihêle ku kesek jê ber bi jor ve bê bilindkirin. Civakeke hatiye xistin û têkbirin û çavên wê ber bi jêr de mane. Hemû hewldanên kesan jî yên bilindbûnê bi israr têne şikenandin û xerakirin. Kurdên ku qabiliyeta "stêrkbûnê" li cem wan hebe jî, ji hêla serdestan ve tên bikaranîn û bi zimanê xwe û bi îmkanên xwe yên mezin wan hildikşînin ber bi ezmanê xwe ve, lê wekî ku kesina jixwe, ne wekî  kurd.
Niha hinekî rewş hatiye guhertin. Dibe ku rê ji bo kurdî jî bê vekirin, lê dîsa jî divê malê dewletê be.!
Di nav vê xirecirê de, nivîskarên bi zimanê kurdî jî "li ber siyê" û di nav xwe de karê xwe yê nivîsandinê, bêhtir di riya kovaran re, dewam dikirin. Bi derbasbûna demê re, hinek ji erebî ber bi kurdî de hatin û hinek jî berevajî wan ji kurdî ber bi erebî de çûn.
Yek ji wan mînakên berbiçav hevkarê me Pîr Rustem e ku li "Sûriyê" bi kurdî dinîvisand û niha li "Kurdistana azad" bi erebî gotarên siyasî dinîvisîne.
Min ji Pîr Rustem pirsa vê yekê kir. Ji bo nivîs dirêj nebe, ez ê carek e din, di nivîsa xwe de, rê bidim bersiva wî.

Çend hevokên pêwîst

Bi vê danûstendinê, em destên xwe li ber kesekî venakin û em neçûne ber deriyê tu dezgeh û derdoran me parsa qedr û rûmetê nekiriye. Wekî ku hevkarê me Îrfan Amîda dixwaze ragihîne.
Nivîsandina bi kurmancî, di van şert û mercan de, bi serê xwe rûmeteke mezin e û em pê serbilind in. Ez tu pêdiviyê bi biçûkxistina mijarê bi vî awayî nabînim. Mijar ne mijara çend festîval û helkefinaye û ne jî girêdayî derdoreke siyasî ya destnîşankirî ye. Wekî li jor jî min diyar kiriye, mijar ji sînorê Bakurê Kudistanê jî berfirehtir e û ber bi rexnekirina mentelîteyeke siyasî ya hevbeş ya  hemû kurdan de, diçe.
Li kîjan devera dinyayê hatiye dîtin ku, qala nivîskarên miletekî bû ye û nivîskarên ku ne bi zimanê wî miletî dinîvisînin hatine pêşkêşkirin?
Kê bihîstiye ku dema qala nivîskarên alman bû ye, almanan nivîskarên xwe yên frensînivîs dane pêş? An jî frensiyan nivîskarên xwe yên îngilizînivîs dane pêş?.
Kurt-kurmancî, di qada siyaset û nivîskariyê de, rewşeke şaş û berevajî li cem kurdan heye. Ev danûstendin hewildaneke ber bi rexnekirina wê rewşa ne normal de û gaveke ber bi guhertin û normalkirina wê rewşê de.

helimyusiv@hotmail.com

 

***

Beşa yekem a vê nivîsê: Çima kesek guh nade nivîskarên kurd? (1/2)

***

Ji bo nîqaşa li ser vê meseleyê li beşa Hêza nivîs û nivîskariya kurdan binêrin

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Tirk û wêjeya kurdî û hatina Frankfurtê

  • 02 Kewçêr 2008

Her ku ez li nirxandinên nivîskarekî an rewşenbîrekî tirk li ser wêjeya kurdî rast têm, bi dehên pirsan bi hev re di serê min de diçin û tên. Ez li...

Soranî û 53 şagirtên dibistanên Seddam

  • 01 Gulan 2008

Yek ji daxwazên serokê Iraqê yê berê Seddam Hisên ew bû ku piştî çûna xwe Iraqeke ji kavilan li pey xwe bihêle. Eger mirov li rewşa Iraqê binêre,...

Dîsa çend gotin li ser Amûda birîndar

  • 03 Tîrmeh 2013

Ji kuştinê re, na -Ji girtina siyasî re, na -Ji zorê re, na û ji bikaranîna çekan li hember hev re, na.Pêşgotina nivîseke dirêj:Di roja yekem de, ji kuştina ku li...

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Navdarên dinyayê piştgirî dan 'Peymana Stenbolê'

ad

'Îtîbara Denîzan bi paş ve bidin wan'

ad

Ji bo belgefîlm balafir li erdê xistin

ad

TZPKurdî: Em li benda statuyê nesekinin!

ad

YPG û pêşmergeyan qala ‘Artêşa Neteweyî’ kir

ad

Pêşmergeyên ku çûbûn Kobanî vegeriyan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname