Ev çîroka xelatgirtinê ye. Çîroka ku ji destpêkê ve xwe bera nava dilên kurdên li Tirkiyeyê daye. Herî baş ew e em ji serî dest pê bikin:
Sala 2001'ê bû, serê sibeyeke zengila telefona min lêda. Min rakir, keçikek bû;
- Ez dixwazim bi Cemil Oguz re biaxivim.
- Belê, ez im.
- Fîlmekî Îranî em derdixin vîzyonê, em dixwazin hûn jî di nîşandayîna ji bo çapemeniyê de amade bin.
Bêşik dema min telefon girt min nedizanî ev fîlmê ku dibêjin Îranî dê fîlmekî kurdî be û min nedizanî dê derhêner Behmen Qubadî yê xwediyê fîlm be.
Û roj hat. Em çûm, ez çi bibînim; Fîlmekî kurdî... Fîlmekî kurdî û yekem car li Tirkiyeyê fîlmekî bi kurdî diket vîzyonê. Tam di wê kêliyê de dilê min geş bû, ji ber ku fîlm bi kurdî bû û fîlmî parçeyê din ê dilê min hêdîka datanî ber parçeyê ku bi min re bû.
Wê çaxê min parçeyeke din ê dilê xwe hîs dikir, ez bi wan re digiriyam, bi wan re dikeniyam.
Fîlmê Behmen Qubadî yê yekem metraj dirêj bû, "Heyama Hespên Sermest" bû.
Dema fîlm ket vîzyonê em kurd kêfxweş bûn, lê beşek ji çapemenî Tirkiyeyê bi hêrs bûn çawa fîlmekî kurd dikeve vîzyonê. Nîqaşan wisa berdewam kir, lê êdî tîr ji kevanê derketibû, jê hatibû hezkirin, bi gotina sînemageran "Kar kiribû" û êdî tabûyên li ber kurdî têk biribû. Dîwarên qedexeyê yên li ser kurdî hilweşandibû.
Ev hêza Qubadî bû, hêza sînemayê bû. Ew sal dilê me geş kiribûn. Û piştî saleke din fîlmekî din ê Behmen Qubadî hatibû; "Stranên Welatê Dayika Min".
Vê carê fîlm beşdarî 22'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê dibû û di beşa "Pêşbaziya Navneteweyî" de bû.
Fîlmî stranên kurdî pêşkêşî me dikir bi gotina birayê me “goranîkan”… Em bi wan re diketin rê ber bi Başûr ve, rê li me dibû zilm, zilm dibû mirin û hêstir dibariyan ji çavên dayikên me.
Bêşik fîlmî xelat negirt lê di nav temaşevanên kurd û tirk de ji xwe re ciheke taybet vekir, xwe bi wan da hezkirin.
Behmen Qubadî her diçû navdar dibû, li dinyayê xelat digirt bi vî awayî... Her diçû pêş diket, fîlmên mezintir çêdikir. Her ku dihat me hev didît, zêdetir çavên wî dibiriqiyan, çavên me jî pêre. Dilê wî germ dibû li ber dilê me, dil dibûn yek, germ dikirin dilên kurdan.
Dema salnameyan rûpelên 2005'an yek bi yek diweşandin, Qubadî vê carê bi "Kûsî Jî Dikarin Bifirin" hat Tirkiyeyê. Pêşî li Stenbolê fîlm ket vîzyonê, dûre li bajarên din.
Pêşî em bi van zarokan keniyan, ew zarokên me bûn ne li vê odeya mala me ba jî; lê dûre em giriyan ji bo van zarokan, hêstirên me bi ser odeya wan de bariyan.
Qubadî ku bi vî fîlmî heta niha 37 xelat standin, dê fîlmekî nû diyarî festîvalhezên Stenbolê bikira bêyî ku haya wan jê hebe. Û roj hat, dê festîval li dar biketa; ez jî hatibûm vexwendin ji bo daxuyaniya çapemeniyê ya destpêka festîvalê.
Bêşik haya min ji fîlmê Qubadî û "Nîvê Heyvê" hebû û min texmîn dikir ku dê beşdarî festîvalê bibe. Dema bername pêşkêşî me kirin yekem car çavên min li navê "Nîvê Heyvê" digeriya. Bêlê "Nîvê Heyvê" dihat Stenbolê û ev ji bo min nûçeyek baş bû.
Nûçe derket ji pênûsa min, xwe bera nav kurdan da.
Festîvalê dest pê kir, fîlm hat nîşandayîn, Qubadî pirsên temaşevanan bersivand.
Bêyî pekandinê ez bibêjim; Ez li bendê bûm xelatê bistîne.
Xelata Juriya Gel a Radîkalê stand bi dengên gel. Û di şeva xelatgirtinê de ji rojnamegerên kurd dîsa ez bi tenê bûm û min ew nûçe ragihand raya giştî ya kurdan.
Piştî xelatgirtinê min hevpeyvîneke kir bi Qubadî re ku emê sibê çap bikin. Qubadî li ser xelatê digot; "Festîvala Stenbolê festîvalekî baş e, lê xelat ji bo min pir normal e. Heta niha min 130- 140 xelat standine. Xelat baş e, ne xelatekî pir muhîm e, înşela ezê xelatekî baştir li Festîvala Stenbol bitsînim ku alîkarî fîlm bike."
Û çîroka Behmen Qubadî dom dikir bi vî awayî, em jî pêre li dû çîrokên nû.


