logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  3. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Çîrokên Dîrokî û Bîrdozî

  • Dîrok: 28/07/2019
“Li gor Ritterî heyînparezî, mirovên ji kokên xwe qetiyayî(...), bingeha xwe windakirî,  baweriya xwe ji tarîx û raborîyê windakirî(...), di civakê de biyanîkirî(...) û felsefeyeke hebûna mirovên bêkêf, bêhizûr tîne ser zimên. Takekesên ku di nava civakê de dijîn di bin xetereyê de ne(...), têkilîyên rojên dema niha û orf û adetên berê qetiyane(...), mirov êdî wergeriyaye jîndarekî bêwate, êdî cihê serîxuyakirina xeterebûna windakirina xwebixwe derdikeve holê. Bi taybetî jî piştî salên şer û tengaviyan û di vê heyamê de berbicav û beloq dibin."(***)
Çîrokên Alî Duran Topuz ji gelek çîrokên mînîmal pêk tên feqet hin çîrok mîna berdewama hev du ne, hemû çîrokên wî kurteçîrok in. Çavkaniya çîrokan şerê hebûn û heyîna miletekî ye. Ango mijara çîrokan mijareke dîrokî û bîrdozî ye, çîrokên têkoşeriya heyameke dijwar e. Her çîrokek bi serê xwe dîrokek û bîrek vedihewand. Feqet hemû bîrên me bi kurteyî hatine şayesandin û ravekirin. Di çîrokan de çavdêriyên bîrdozî  û raboriya qonaxa miletekî bi kevir û sîwaxeke kevnare dîwarên me hatibû xemilandin. Alî Duran Topûz di çîrokên xwe de serpêhatî û dîtinên xwe, guhdarîkirinên xwe, lêkolînên xwe û zanyariya-zanistiya xwe veguhezandiye çîrokên mînîmalîkîstîk ango çîrokên kinik-kurteçîrok. Esil çîrokên me hinek jê ne wekî çîrokan in, hinekî dişibin ravekirina nivîsandina hin bîrên hiş û derhişiyên komkirî ên qirkirina miletekî, hinekî jî dişibin ravekirinên meselokan, ravekirinên çîrokên serpêhatiyan, ravekirinên çîrokên komkirî ên bîrdozî û dîrokî. Çîroknûsê me mîna ku rahiştibe kaxiz, pênûs û çenteyê xwe û li bajar, navçe û gundan geriyabe ji her kesî/ê çîrokek wergirtibe û paşê nivîsî be, loma jî hafizeyeke komkirî ye çîrokên me. 
Hafizeyeke ne tenê dîrokî ye, ji hafizeyeke kurteçîrokên rojane bigre heta hafizeyeke ku ji birîn, elem û nêma miletekî welidiye di hewdikê xwe yê mêjûyê de xwedî kiriye. Lê belê dema ku çîrokên bîrdozî û dîrokî hatin nivîsandin divê bêtirîn berfirehî û kitekit di çîrokan de hebe ji ber ku çîrokên me behsa êşa miletekî dike, loma divê bi mîkroskopê çîrok bên çavdêrîkirin û bi awayekî mîkroskopîk êş û elem bihata nivîsandin, feqet bi kurteyî hatiye nivîsandin. Halbûkî bi nivîsên kurteyî jî mirov dikare bi du hevokan kûrahiya êşê rave bike. Gelemşe ew e ku tu van her du hevokên zelal, zexm, bi tesîr û watedar zeft bikî û bi awayekî wêjeyî bihûnî. Feqet ji bo du hevokên baş û kûr divê mirov bi mîkroskopê bêjeyên xwe hilbijêre, bi mîkroskopê hevokê xwe bineqîne û paşê jî bi awayekî ku mirov bi ta û derzî qazaxekî bihûne, hevokên xwe birêsîne.
Çîroka “Royên Mirinê” behsa qirkirina çîroka rasteqîn a Fileyan dike, belê di temamiya çîrokan de lêkolîn, bingeh, zanistî û agahî û hwd hene, cuherê Alî Duran Topuzî tijî ye, lê belê hemû zanistî, bingehbûn û lêkolînî divê bi hestan bên xemilandin, divê rih û hest di xwîna çîrokan de bigere, bo ku bi can bibe, feqet dema em çîrokan dixwînin em  wê êşê ji kûr ve hîs nakin, çima gelo? 
Çîroka êşê û vehûnandina çîrokên êşê gerek çawa be gelo? Belê ne ku çîroknûs bi tûmerî êş ravenekiriye, lê dema ku behsa êşa qirkirinekê dibe hestên mirov xwe digihîjîne lûtkeyekê, çimkî em behsa tiştekî ji rêzê nakin. Dema ku mirov-xwendevan çîrokek êşê an jî ya qirkirinekê xwend divê teqez xweber hêsir xwe bera ser birûskên-hinarikên wî/ê bide, gerek serxweş bikeve, gerek erdhej lê rabe, gerek ji ber xwe fedî bike, gerek wahşetiya însên bibîne, gerek bi xwe re têkeve şikê, bi kurtasî gerek hîs bike û pê biêşe, eyn gerek ji kerba geberî bibe. Gerek çîrokên me van hestan di xwendevên de ava bike. Feqet çîrokên êşê baş nayên hûnandin, an jî tam  nayên hîskirin loma em nikarin tam bihûnin welew rave bikin, bişayesîne, gerek çîrokên êşê teqez bi kitekitên bi qasî serê derziyê hûr û kûr bên lêkolînkirin û hîskirin û bi hîskirina êşê bên nivîsandin. 
Belkî jî sayesandina çîrokên mînîmal ên êşê û qirkirinan têra bîrdozî û bîra miletekî nake. Belê di çîrokan de hebûn û jîndarbûna miletekî tên qalkirin, lê ji bo ku hebûn, jîndarî û êşa miletekî balê bikêşîne divê em bi qasî sergovendê dawetê de direqise baldariyê bikêşîn ser xwe. Çawa ku reqsvanê sergovend yê dawetê baldariya herkesî dikişîne ser xwe divê baldariya êşê û kitekitên êşê jî wilo bin. Welhasil çîroknûsê me li hespê dîrokê siwarbûye û li dû şopa dîrokê ketiye, hemû şopên xwe jî mînîmal rêzkiriye, belê şop ne kûr in, feqet dewsa wan berfireh e û fire ne. 
Di hin çîrokan de kesên-karekterên dîn hebû, jê yek jî çîroka “Şivanê Dîn” bû karekterên wisa reng û şênahiya dîrokê û gelane, heman demê şênaya çîrokê ye, karekterên wilo rengekî dinê didin civaka xwe û dîroka xwe loma jî rengekî cuda daye çîroka “Rû û Kûr”ê. Çîroka “Birîna Dêsim” jî wekî her çîrokên qirkirinê çîrokek êşê ye û hefizeyeke dîrokî û bîrdozî ye. Ji ber ku çîroka me mînîmalîstîk e, loma dîsa gelek tişt, hindik bi tiştan hatiye nivîsandin û ravekirin. Heke navê çîrokê ji "birîn"ê welidî be, divê gelo ev birîn çawa û bi çi şewaz û teknîkê bê destnîşankirin? Tenê dipirsim, feqet dibêm  gerek bi kitekitên mişt, hûr û kûr û bi hûrandin û dahûrandineke mişt û bi şayesandinên xemilî bên dagirtin çîrokên me. Teqez divê kûrahiya "Birîn"ê bi çar lepan bê şayesandin ne bi lepekî...
Di gelek çîrokan de behsa bûyerên Qoçgîrî û çîrokên wê heyamê û ên rojane kirine. Gelek çîrok îronîkbûn, trajîkbûn, epîkbûn. Çîrokek me ya trajîk û dîrokî jî çîroka Alîşêr û Zerîfeyê bû. “Dema ku Rayber ango lawê apê Seîd Riza dike Alîşêr bikuje, Zerîfe xanim  fêm  dike û hema yekser xwe diavîje ser Alîşêr û Zerîfe di wê kêliyê de li wir dimire, paşê jî Alîşêr dikujin, feqet Zerîfe jineke baqil û zîrek bûye, fêmkiriye ku vana ji xêrê nehatine ba wan, wê demê Alîşêr û Zerîfe di şikeftka sor de bûne. Her du hem heval bûn, hem jî jin û mêr bûne. Feqet bi awayekî îxanetî serê herduyan jî tên jêkirin ji terefê lawê apê Seîd Riza, belê Rayber îxanet li apê xwe Seîd Riza û hevalên wî kiribû, her çiqas xwestibû Seîd Riza jî têxe dahfika(kemîn) xwe jî Seîd Riza pêşengekî baqil û jîr û xwediyê pêşdîtinekê jîrik bûye. Alîşêr û beytar Nûrî milên Seîd Riza bûn, yek milê wî yê rastê, yê din jî milê wî yê çepê bûn ango her du jî dostên Seîd Riza ên herî bi qîmet bûne. Alîşêr heman demê de helbestvanek bû, bi kurdî dinivîsand, her du dostên wî rewşenbîr bûn. Di 1920’an de li qaraqolekê teqîn û pevçûn pêk tê, hikumat wekî serîrakirinê dipejirîne û sewkiyata leşkeran dest pê dike û dişînin Qoçgirî, wê demê Alîşêr jî teva Begên Haydar û Alîşan pêşengtiyê û serokatiyê dike. Dema ku Alîşêr diçe ser dilovaniya xwe, Seîd Riza wiha dibêje: “Êdî ev dinya nayê jiyîn”(**) Em dibînin ku ji berê de îxanetî hebûye û dewletan tim vê zeafa kurdan bi karanîne. Em dibînin ku çîrokên me bêhna dûxana dîrokê li dû xwe ba dike, kevirên dîwarên kevnare ên dîrokek veşartî berbiçav dike, hemû çîrokên me tarîx û bîrdozî û raboriya miletekî bûn. 
Nivîskar hemû çîrokên xwe bi devoka herema xwe an jî heremeke din nivîsandiye(Qoçgirî), îcar ev şêwaz wî cudatir dike, an jî divê bi zimanê qebûlkirî bihata nivîsandin? Gelo nivîskar ev şêwaza zimên bi hişmendî an jî hew wilo dizanîbû û nivîsandibû? Em dû kevin gelek mijarên dinê derên holê. Werhasill şêwaza zimên çîrok dijwartir dikir û zelalbûna zimên û çîrokan xera dikir.
 Dema ku mirov çîrokên Rû û Kûr dixwîne, me re dibêje qey çend  kes civiyane ser hev û behsa çîrokên rojane, çîrokên gotegotîk, çîrokên kevnare, çîrokên kevneşopîk û çîrokên dîrokî dike û em jî wekî xwendevan hem  guhdarî dikin û hem jî temaşe dikin. Ji xwe çîrokên me dişibin belgesînematîkan, dişibin sînevîzyonan. Ya herî balkêş di çîrokan de qalkirina Laz Osman bû ango Topal Osman bû, ka em li çîroka Topal Osman binêrin: “Şakir beg  li ser sifreyeke axa û eşîrên kurdan kaxizekê derdixîne û dibêje, “A ji we re binêrin, di vê kaxizê de fermana darvekirina we nivîsiye. Ez bixwazim  her tişt dibe. Ger ez nexwazim tu tiştek jî nabe. Ez bixwazim  dikarim  we jî wekî ermeniyan gişan qir(îmha) bikim” piştî vê gotinê di navbera gundiyan û leşkeran de pevçûnek çêdibe, hinek leşker û hinek jî ji gundiyên Hacerê tên kuştin, dûre gelek leşker tên gund, ji bo vê bûyerê, paşê vê bûyerê mezin dikin û navê wê dikin serîrakirin, ango li hev tînin.Piştî vê bûyerê Enqere Topal Osman û Nurî paşayê bi rîh, dişînin Qoçgîrî. Topal Osman ji bajarê Gîresûnê ye. Di 1918’an de tê ser çeteyan û êrîşî Rûmên perava Behreya reş dikin, komkujî û qirkirin û tecawizan û çalakiyên bahozên reşekujî(teror) pêk tînin.”(*) Em dibînin ku fen û deq û dolabên desthilatdaran tucarî kêm nabin. 
Hemû mijarên çîrokên me li ser felsefeya hebûn û jîndariya miletekî xwedî bîr e, bîrek wiha ye ku her tişt tê de heye, bîr her tişt e. Bîra bindesta ye, têkiliya bîra bindestan û serdestan e çîrokên me. Min bi kurtasî behsa çîroka Topal Osman kir, feqet çîrok esil dawîdirêj e. Berî wê gelek bûyerên din jî diqewimin helbet. Di çîrokên Topuzî de hemû trajedî û îroniya qirkirin û raperînên miletên bindest hatiye xêzkirin. Çîrokên Topuzî tabloyeke komkujiyê û qirkirinê bi firçeyeke mînîmal hatiye resimandin. Feqet di hundirê vê tabloyê de ne tenê raperînek û komkujî û qirkirinek e, hemû dîrok tê de hatiye resimandin. Pirtûka Murat Bayram jî pirtûkek bîrê bû, feqet di navbera herdu pirtûkan de ferqek hebû yek nivîs û wêne tê de hebû, ya din tenê nivîs bû. Yanê çîrokên Murat Bayram bi wêneyên rasteqîn hatibûn xemilandin. Ên Alî Duran Topuz jî tenê nivîs bûn. Herdu çîroknûs jî çîrokên rasteqîn, çîrokên sînevîzyonîk hûnandine. Tenê dem û dîrokên bûyeran cuda bûn. Lê êş heman êş in. Herdu çîroknûs çîrokên xwe bi kurtasî vebêjiyane. Di warê ravekirina an jî hûnandina êşê de hinekî qels mane. Lê belê herdu çîroknûs şêwaz û zimanê wan ji hev cuda ne. Mijar yek in, tenê di mijarê de wext cuda ne. Helbet şewaza qirkirin û komkujiyên çîrokên wan jî tam naşibin hev, bi qasî ku dişibin hev ew qasî jî ji hev cuda ne. Ango pirtûka Murat Bayram ya bi navê “Belkî Îşev Binive” û “Rû  û Kûr” a Alî Duran Topuz du pirtûkên ku bingeha xwe ji hafizeya dîrokê werdigirin. Herdu pirtûk jî belgeselên birînan in, êş û qetlîam û qirkirinên bîra miletekî ne. Feqet di her du pirtûkên çîrokan de ji wêjeyê bêtirîn dişibin belgeyên bîrdozî, çîrokên dîrokî ên belgeyî, dişibin biyografiya çîrokên şeran, dişibin belgefîlmên şeran, yanê tama wêjeyê nade mirov, tama dîrokê û belgeyên qeydkirî dide mirov, mirov nikare tam bibêje ne wêje ye jî. 
Di “Lênûska Bîranên Anne Frank” de mijara me heyama Adolf Hîtler û trajediya wê heyamê ye. Anne Frank jî behsa wê heyamê û trajediyên wê heyamê dike, mîna Alî Duran Topuzî û Murat Bayramî, Feqet Anne Frank bi xwe ew trajedî û rewş jiyaye, rû bi rû maye loma behsa jiyana xwe jî dike, hemû tiştên ku qewimine û hatiye serê wê di lênûska xwe de nivîsiye, ji ber vê sedemê “Lênûska Bîranên Anne Frankê” heman demê hem belge ye, hem belgefîlm e, hem jî dîrok e û sînevîzyonek e, heman tişt ji bo her du nivîskarên me jî derbasdar e. Feqet di “Lênûska Bîranînên Anne Frank” de tama wêjeyê heye. Êş û kitekitên şer, hestên boranî, hestên tûj, hestên tirsê, hestên trajîk û hwd gişî di xwede xwedî dike. Lê belê di her du çîroknûsên me de ev hest kêm in. Ne ku ev hest di di pirtûkên nivîskarên me de tûmerî kêm in, tenê hinekî qels mane. Her du bîrên çîrokên me çavkaniya xwe ji rasteqîniyê werdigirin û kurteçîrokên biyografiyên dîrokî ne. Di her du pirtûkan de zeman li bêjinga dîrokê dikeve, dîrok jî li moxila zemên dikeve...

(*)Serîrakirinên Kurda, Ahmet Kahraman, Evrensel
(**)Serîrakirinên kurda, Ahmet Kahraman Evrensel
(***) Heyînparêzî, Jean Paul Sartre, weşan, Say
Hin Nivîsen Nivîskar

Çîrokên li xwe mikurhatinê

  • 26 Sibat 2022

Berî ku dest bi nirxandin û rexneya xwe bikim dixwazim bibêjim ku çîroknivîsîn û çîroksaziya Hesen Ildiz ne xirab e. Helbet em nikarin bo hemû...

ÇÎROKÊN AREZÛYÎN

  • 31 Tîrmeh 2020

“Em ji rastgoyîyan, tazîbûnê û lixwemikurhatinê ditirsin, em her tiştên xwe an jî hin tiştên xwe bi dizî dikin, loma tiştên dizî û...

Di psîkoanalîzmê de xwe-bûn û îd

  • 24 Adar 2023

“Li gor Freûd, dabeşeke ezitî-xwebûnê ne teqez be jî divê hinekî derhişîn e, heta dibêje piraniya wê derhişî ye, yanî ne wekî...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Obama: Êrîşa Enqere û Parîsê li hemberi mehsûman hatiye kirin

ad

Berfîn û Beybûn qedexe ne

ad

Ji Arjen Arî pirtûkek din

ad

Li ser Derbeya 12'yê Rezberê: "Celadê Dawî" hat

ad

Walîtî Festîvaley Mûnzûrî qedexe kerde

ad

Giyadîna Xortaniya Min

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname