logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Civîna peyayên enstutiya zimên a Z

  • Dîrok: 17/09/2022
Gelî civata maqûlan hûn hemî bi xêr hatina civîna enstutiya zimên a Z.
Ev civîna ku serê çend salan carekê bi rêve diçe ji piştî mirina avakarê enstutiya zimên a Z, li ser daxwaza wî mamosteyê mezin û nemir wekî kevneşopiyekê timî lidar diveke.
Armanca lihev civînên me ew e ku em radaya pêşveçûna xebatên zimên bi hev re parve bikin; we maqûlên ku ne ji vî zimanî lê xizmetî vî zimanî dikin bînin cem hev, bêjin we, ka karê ku hûn dikin li gel me ve çawa tê pêşwazîkirin û nirxandin û helbet, destnîşankirina arîşe, gengeşî, astengî, derfet û hwd. ku em ê ragihînin we û wekî her carê ji we kesên di rêya zimanê me de bi dilsozî huner û bereman diafirînin re li ser navê mamosteyê mezin û nemir Z, wekî rêveberên enstutiya zimên a Z em ê spasiyên xwe bi dilxweşî bêjin we.
Nirxandina giştî:
Birêzan, destpêka xebata mamosteyê mezin û nemir bînin bîra xwe! Dema wî mil da bin barê vî zimanî ew jî wekî ew ne ji vî zimanî bû. Lê wî bawer kir û îman pê anî, li wî erdê we li vî erdê me bi plansazî û bi rêbaza çak ev ziman kir zimanê hemî însanên li vî welatî dijîn. Hêngê li wî erdê we peydakirina kesekî bi zimanê me dizane wekî peydakirina dermanê nexweşiya bêderman bû, lê niha bi rê vekirina mamosteyê mezin û nemir li wî erdê we piştî çend salan peydakirina kesekî bi zimanê we diaxive wê wekî peydakirina dermanê nexweşiya bêderman be. Ji ber vê yekê em spasiyên xwe pêşkeşî we hemî şair, romanûs, çîroknûs, muzîkjen, stranbêj, hunermend, şanoger, sînemager; û rojnameger, siyasetmedar, mamoste, endezyar, parêzer û karmendên ne li vir in jî dikin. Û spasiya siyasetmedarên zimanê me bêqisûr di honekên xwe de bikar tînin û şairên ku pisîkek wan tune ye jî dikin û spasiya mulkeliyê ku bi tena serê xwe li wî bajarî karê dehan kesan dike jî dikin.
Hûn her bijîn ew hemû kesên ku alaya zimanê me bi huner, wêje, xebat û bi kar li ba dikin, her bijîn. 
Em dizanin ku zimanê hunera me li ser milên we geşe dide; helbet hûn hêjayî Nobelê ne, lê ne Nobela tê zanîn; hûnê Nobela xwe dema bi hunera we el fatîha li ser zimanê wî erdî hate xwendin werbigirin...Yanê çi? Ma cî tê em we wekî gundî kokenlî pênase nakin ku hin dil dikin ger Nobelê bistînin dê bêjin ez bi eslê xwe çiyayî me! Jixwe em dibêjin, di cihê hewce dike de şerm nekin netirsin, bêjin em gundî kokenlî me.
Û em dizanin, hin ji we dixwazin li wî Bajarê Bircan girse we hilde ser milan! Ew ên vê yekê dil dikin xeman nexwin, em ê wê jî ji we re eyar bikin, ma hûn di pêşengehê li wir tên lidarxistin de nabînin… Ma sedî not û neh ên we bi zimanê me dixwînin, guhdar dikin, temaşe dikin ne ji wî erdê we ne? Jixwe mebest jî ne ew! Û ji ew ên erdê ew ta niha bertekek ji we re hatiye nîşan dan? Na! berovajî yên piştevaniya we dikin dostên we ne, bi we re sûretan digirin ma ne ew ên dixwazin aşê zimanê wî erdî bêav bigerînin!... 
Û dubare, divê em çendbare spasiya romanûsê mezin X’yê bi çavekî, şair X1, şair X2, stranbêjê muzîka ozgunê yê timî birçiyê lehmecûnan bû, û îro roj, nevîçirkên wan, ew ên bi roman, çîrok û helbestê çîroka wî erdî bi serkeftinî dikin malê zimanê me, her wiha, divê em sînemagerên van salên dawî jî bîr nekin; hûn her bijîn, keda hûn bi huner û wêjeyê didin zimanê me dike ku kesên ji we bêhtir şerbeta zimanê me vexwin; noş be ji her kesê bi xizmeta we ji şerbeta zimanê me tam dike û dixwaze car din vexwe, car din car din car din, ku êdî digihîje asta jê têr nabûnê.
Wisa ku, binêrin yên me bi salan di zindanan de jop kirine çi wext ji zindanê derketine deynê jopê me bi pirtûkeke mîzahî dane û me jî bo eleqeyê bibînin tiştê ji destê me hatî me texsîr nekiriye. Nankoriyê nekin.
Destnîşankirina çend xalên taybet:  
Maqûlên hêja, binêrin bo hunera we bêhtir bala kesên ji erdê we bikşîne çi ji destê me tê em texsîr nakin. Cî tê em we wekî mûhalîf rayî civakê didin, cî tê em dozên sembolîk derbarê we de didin destpêkirin, cî tê em xelatên berhema baş didin we, cî tê em danasîna we wekî çiya kokenlî dikin, cî tê em rûpelên rojname û kovarên xwe bo hevpeyvîn û danasîna berhemên we vediqetînin; em pêşiya rojên destnîşanê, axaftinê, panel û semîneran ji we re vedikin; bi reklam û tevlêbûna bijarteyan em armanc dikin ku dilê yên ji erdê we yên berendam sed carî dikeve rewşa we, xweziya xwe li ser xweziyê tînin ka kêngê ew ê jî werin asta we û di vê rêyê de berheman biafirînin. Yanê bo huner û wêjeya we zêdetir zêdetir bala hemî kesên ji erdê we timî bikşîne bênavber bi zimanê me biafirînin ku heta yekî/ê li wî erdê we bi zimanê me nexwîne, nejî û hest neke nemîne; em li pişt we ne hê berztir bikin alayê hê beztir…
Bibîrxistina armanca enstutiya zimên a Z:
Qelem û huner çakno! Ku ne ji we bûya kesî ji me nedikarî bi wan hevokên ku zimanê me têrê nake we ji ziman û ji çîroka erdê xwe berhem kirine malê zimanê me. Bawer kin, ger ne ji ew bûya yekî/ê ji me binivîsandiya biçûya bajarekî we kes nedihat dîdara wî, lê dema hûn dinivîsin diçin yek ji bajarê erdê xwe, ma ne hûn dibînin ku mirov mîna keriyekî paşî heye pêşî tune dikevin rêze; eynî wekî roja dê weledê xwe davêje ye; bo bi we re sûretekî bigirin tiştên nemayî dikin.
Em natirsin ku we çi nivîsiye, naveroka beremên we, gotinên muzîka we, ristên helbestên we ne xema me de ne; tiştê di xema me de ka we zimanê me bi çend kesan daye xwendin, guhdarîkirin, temaşekirin û ecibandin e.
Di vê rêyê de heya niha em serkeftî ne, hûn serkeftî ne! Binêrin, ji erdê we çend kes di dorê de ne werin cî û asta we?
Em hê behsa yên lingekî xwe li vir e lingek li wir e nakin, em behsa yên tifa xwe alastî bi zimanê me behrem lêkirî nakin, em behsa yên ji zimanê xwe bi destê xwe lêkirinên xwe wergerandî zimanê me nakin, em hê behsa yên bi zimanê xwe be jî gotar û hevpeyvînên xwe di dezgehekî zimanê me de diweşînin nakin; çiku dizanin, çi bi zimanê me çi bi zimanê wir heta mohra dezgehekî me yê ziman û ragihandinê li bin nekeve ew kar boş û betal e.
Her wiha, em dibînin û kêfxweş dibin, yên zimanê me bi dîsîplîn herî rast û bi qeîde dinivîsin, diaxifin ên ji erdê we ne. Ew yek serkeftineke bo me.
Têrê dike? Na! Heta binêrin hin pepûkên bi zimanê erdê we dinivîsin ku dixwazîn aşî bêav bigerînin jî bi pergala zimanê me dinivîsin-diaxifin! Yanê hevoskaziya zimanê erdê we êdî bi hevoksaziya zimanê me çêdibe! A ew e serkeftina herî mezin. Serkeftin ew e ku pergala zimanê me bikeve nav pergala zimanê erdê we û zimanê wî erdî yê çiyayî ku ne aîdî şaristaniyê ye jinav bibe…
Erê, çendîn ne bi dilê me be jî lê em natirsin ku yên ji erdê we Sartrê, Fanon, Frîda, Frûx bi zimanê me bixwînin. Çima ku, her kesê carê şerbeta zimanê me vexwariye û ew şerbet gihaye her rehl û tevlî giyanê wî/ê bûye, ku çi bihizire jî, ku çi hest bike jî, ku çi armanc bike jî, ku çi û çi bêje jî xisara wî/ê nagihîje milet û dewleta me. Çiku ew êdî nikare bêyî me bijî, bêyî rojeva me bipeyve; heta here binê dinê jî bêyî hebûna me bi tiştekî nizane. Çiku, li wê derê jî bi me re dijî, bi zimanê me dijî, bi galegalkirina derbarê me de dijî û zarên xwe bi rihê ziman me mezin dike.
Yanê ew ên li ser tora civakî galegala beradayî dikin bêyî zimanê me û hebûna me nikarên jiyan û cîhanê tahayûl bikin. 
Ji loma netirsin, ew çi bikin û çi bibêjin jî çendîn wekî dijberî bixuyîn jî, ew ya dilê me dikin. Mala wan bi rihê zimanê me hezar carî ava…
Û vê yekê, em deyndarê mamosteyê mezin û nemir Z’ê ne û deyndarê we hêjayên ku di rêya wî de bi xwe perdekirinê xweş diçin e.
Spas ji we û hunera we re, bijî kesên alaya zimanê me bilindtir dikin.
Hadên em bi hev re bêjin: pir biaxifin bi zimanê me biaxifin, bi zimanê me bijîn, bi zimanê me bihizirin, jiyanê bi zimanê me tam kin, bêyî zimanê me ji yên li-û-ji wî erdî re jiyan nabe.

Têbinî: çendîn ev civîn xeyalî be jî lê tiştê encam dayî û encam dide ne xeyalî ye! 
Hin Nivîsen Nivîskar

Dema avakirina ODP’ya kurdan hatiye!

  • 19 Rezber 2021

Asayî ye, ku her hizir û nivîs ne bi dilê her kesî be; dema hizra xwe rapêş bikî, bi axaftinê yan bi nivîskî, dibe bi dilê hinan be ne bi dilê hinan be; di...

Meseleya wijdanê!

  • 01 Sermawez 2014

Her çiqas ku nivîskarê başûrî Ahmet Muxtar Caf ev serenav kiribe navê pirtûka xwe û mijar bi awayekî wêjeyî vegotibe jî, lê belê meseleya...

Lê îstastîkên me çi dibêjin?

  • 18 Gulan 2020

Ji sala 2000 vir ve, di xwendin û nivîsandinê de; û ji sedî not û neh zimanê mîn ê denûstendinê û jiyanê bi kurdî-kurmancî ye. Ji wê...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Prensîba "werger divê ji zimanê resen be" nahêle em wergerê bikin

ad

Belgefîlmkarê îngilîz Sean McAllister tê

ad

Li bajarên kurdan nayên jiyîn

ad

Oscarên Fransayê hatin belavkirin

ad

Li Qamişloyê şaredariya gel

ad

'Çerx' îro tê nîşandayîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname