logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

Derheqê mehneya navê ‘Rojkan’-‘Rojkî’ de

  • Dîrok: 12/07/2016
Nivîsên di Sempozyûma Navneteweyî ya Bedlîsê de hatine pêşkêşkirin dixwînim. Di nivîsa Mehmet Rêzan Ekinci de agahiyên derbarê peyva “Rojkî” de bala min kişandin.  Mehmet Rêzan Ekinci derheq bêjeya Rozkî de wisa nivîsîye*:
“Her wekî ku bi awayek zelal tê dîtin/zanîn, bêjeya Rozkî gotineke Derî ye. Hinekan bi tîpa “c” yê û hinekên din jî bi tîpa “ş”yê ev bêje nivîsandine. Îro halê wî yê tê zanîn û belavbûyî Rojkî ye. Rojkî jî, di eslê xwe de tê wateya “yekroj”, ango rojek. Ev paşgika “kî” ya di dawiya bêjeya “roj” de jî “kit” an jî “yekjimariyê” îfade dike. Her wekî nimûneya bêjeyên “xocekî”, “perdekî”.” Mehmet Rêzan Ekinci, ll.Di Mîrektiya Kurd A Bedlîsê de Rola Eşîra Rojkan, Uluslar arası Bitlis Sempozyumu,26-27-28 Haziran 2014, rp.88
Her ku ne zimanzan bim û ne dîrokzan bim jî ew agahî û rastiya mehneya bêjeyê hem jî alî ziman ve hem jî ji alî tarîxî ve pir muhîm e. Ez ê ji mehneyên di qadê de mînakan bidim ku mehne gelek cuda ye. Bi wê hêviyê ku feyde bigihije zimanzan û dîrokzanan.
“kî” ne weke paşgir e; “î” aîdbûnê, “k” jî wek tîpa kelijandinê” ciyê xwe digire. Milî, Zilî… Wê mehnê didin der ku kesên tabîyê eşîra “Mil” in, Kesên tabîyê eşîra “Zil” in. Vêca em nikarin bêjin, Rojî-Rozî. Li vir ziman derfet dide xwe, “k” wek tîpa kelijandinê ciyê xwe dibîne, dibe Rozkî-Rojkî. Herwiha em dikarin bo bêjeya “Rojkan” jî heman tiştî bêjin ku bi awayek piranî tabîbûnê, aîdbûnê derdibe. Milan, Dimilyan. Li vir “y” tîpa kelijandinê ye. Rojan nabe, tîpa “k” wek tîpa kelijandinê cî digire û dibe, “Rojkan”. Eşîra Zirkî heye. Zirkan. Em nikarin bêjin, “yekzir” yan jî “zirek”. “k” tîpa kelijandinê ye li vir jî. 
Vêca em li ser vî esasî bifikirin navê eşîrê hem ji alî mehneyê ve hem jî ji alî tarîxî ve ciyê xwe dibîne ku navê eşîrê li ser peyva “Roj” binavbûye. Van agahiyên ku ji xwendinê û şîroveyên ji  halê ziman yê qadî de xwe dan der hêvî dikim ku mehneyek xwe hebe û ji alî ilmî ve me nexe tengasiyê. Bi vê ve girêdayî wekî keys bi dest ketibe vê jî lê zêde bikim; em wekî kesên bi edebiyatê re mijûl wextê ji bo roman an jî xebatên din yên edebî bi nav lêkolînan dikevin wekî xwendevan hin tişt bala me dikişînin ku ew tişt carna folklorîk carna jê tarîxî, carna derheq ziman de ne. Ya ku ez dikim wekî bîrxistinê ye û di eslê xwe de pêşkêşkirina melzeme, pirs û belgeyan e. Gelek kes wê bêjin çendî car in tu vê bi bîr dixî, êdî bes e lê ez wisa nafikirim, ji bo her nivîsên wisa ev agahî şert e ku xwendevan hay ji hin rastiyan hebin. Heger bala we lê be nivîsa berî vê nivîsê jî nivîseke wisa bû ku derheq navê Serhildana Şêx Seîd de bû. Helbet ji bo kesên wekî min ku xwendevanek dîrokê yê normal e wekî îdîayek mezin xuya dike lê tam li vir, em meselê zelal bikin, ne îdîa, pêşniyar û bîrxistin!
*Peyre bi xwendina nivîsa As.Prof. Yaşar Abdülselamoğlu re ez haydar dibim ku min nivîsa hêja Mehmet Rêzan Ekinci bi awayek fesîh nexwendiye lewre wî jî ew agahî ji Şerefnameyê neqil kirine ku hêja Yaşar Abdülselamoğlu jî heman agahî dane û wek çavkanî Şererfnameyê destnîşan kiriye. Li şerefnameyê vegerîm û min ew beş xwend ku di xwendinên beriya niha de mijarê bala min nekişandiye, ev jî bi seyr e!

Hin Nivîsen Nivîskar

XELAT Û KRÎTER

  • 21 Rêbendan 2014

Di gulana 2013’yan de Kurdî-Dera Îzmîrê û Weşanên Na ji bo Roja Ziman çalakî  lidarxistibûn. Di çalakiyê de xortekî li erbanê dida....

Bila ev nîşe ji bo aştiyê bin

  • 21 Tebax 2009

Kêliyên lihevhatinê ger em wekî demsalekê bifikirindişibe halê atmosferê yê biharê; geh ewr be geh sayî. Wextê ewr be jî yê geh ewrê...

Guhên Mîdas

  • 21 Berfanbar 2008

 Dixwazim  çîrçîroka guhên Mîdas bi bîr bixim. Çîroka watedar û mixabin bi hezaran mîtos hê nebûne pariya zimanê me. Em wan efsane,...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Mêrdînê Festîvaleke din li dar dikeve

ad

Ji Hunergeha Welat vê carê li Keleha Caberê klîb kişand

ad

‘Di qezayê de sûcê kî hebe bila hesabê bide’

ad

Li Amedê Roja Çîrokê li dar dikeve

ad

Kişanak: Bê kurdan li Sûrî rejimek demokratîk çênabe

ad

Ji bo salvegera NÇM'ê şahiyek mezin li dar dikeve

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname