logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Dostoyevski, Salim Muslim, mêvanên mala me

  • Dîrok: 16/02/2025

Ji bo guhdarîkirinê:

 

Min di medya dîjîtal de konferanseke bi navê ‘ Garantiya Jiyana Aştiyane li Suriyeyê Sîstema Fêderalî ye’  ji hêla Hejarê Şamîl ve dihat pêşkêşkirin temaşe kir. Gelek rêwşenbirên kurd ên Qafkasyayê têvlî bûbûn û ji parçeyên din ên Kurdistanê jî hin rêwşenbîr hebûn. Mevanê serekê birêz Salih Muslim bû. Di wê konferansê de hema hema her kesî bo kurdên Sûrî û rojavayê Kurdistanê digotin qet nebe divê federalîzm bê xwestin û Salîh Muslim jî di axaftina xwe de digot, “Li ser federalîzmê nîqaş dikin lê me got federalîzma felksîbil, federalîzma nerm; ê hana ku gorayî hevpeymanan tê guhertin. Ji bo çi em dibêjin, gelek ereb jî di nav me de hene, suryan jî hene, ermen jî hene; divê mafên wan jî bê parastin. Gelek kurdên me jî hene li Şamê, li Helebê; federalîzma em dixwazin bo her kesî ye; nav ne muhim e...”
Gava birêz Salih Muslim ev vedigot zarokiya min û mêvandariya mala me hat bîra min. Dema em zarok bûn mêvanên mala me kêm nebûn; bi rastî hema hema her roj nebe jî, du rojan carek miheqeq mêvan hebûn û ez dikarim bêjim roja ku mêvan hatin, em zarok pirî cara birçî diman an jî bi tiştên hûrik-mûrik û sar me nefsa xwe dikuşt; xwarinên germ û xweş hemû didan ber mevanan û em di însanfa mêvanan de mabûn. Pirî caran mêvanan, çi li ser sifreyê xelas dikirin û dema dihat pirsîn carna sênîka duyêm jî dixwestin, dixwarin. Dîsa ji me zarokan re tişt nedima. Li mala me mevanperwerî tiştek wiha bû. 
Min li derekê an jî di pirtûkekê de xwandibû, nivîskarê rus Dostoyevskî rojeke sar a bi berf di kuçeyên Mosqofê de bi hevalekî xwe ve dimeşe; dibînin ku kesek di quncikekî de bi cilên ser ên diriyayî, xwe daye ser hev ku xwe ji sermayê diparêze. Hevalê Dostoyevskî ji wî re dibêje, “te digot wekheviya mirovan, ha ji te re, de paltoyê xwe bide wî, camêr dicemide.”
Dostoyevskî dibersivîne, ‘’Rast divê paltoyekî wî jî hebe lê tune. Niha ez paltoyê xwe bidim wî ezê bê palto bimînim û bicemidim; ger ku em wekî hev bibin nîv palto bi wî dim, hem ezê bicemidim hem jî ew... baştir e paltoyê min li ser milên min bimîne heta dinyayeke wekhevî bê avakirin.” Yanê heta li ser dinyayê wekhevî hin kes ê bêçare binînin; ger ez ji para xwe bidim, ne ew ne ez baştir dibim.
Zarok li mal biçî diman lê bavê min diket derdê mêvanan. Ez dizanim mêvanperwerî taybetmendiya kesayetiya me kurdan e; bila wiha jî bimîne û vê taybentmediyê xwe ger em biparêzin. Ya ku ez şaş dibînin berê mêvanan divê em mal û halê xwe binêrin. Çi heqê me, çi navê me li holê tunê ye, her netew li ser dîka dinê cîhê xwe girtiye, em ser axa xwe bê heq û bê nav in...  Yê me ‘’bila dost di bazarê de bibînin’’; bila dinya alem me bipesînin...lê halê li mal, ne tu hal e. Divê em yên malê berê têr bikin û malê xwe dewlemend bikin. pişt re mêvan û cîran...
Kurd çima ji xwe re nin in? 
Kurd ji xwe bêtir ji bo biyaniyên derdora xwe, ev mêvan dibin, ev cîran dibin, ev rêwî dibin, ji bo wan tevdigerin; piştgiriya wan dikin; çi dikin bi wan re, bo wan dikin... ji xwe re nakin. Pişt re her carê ji wan, ji ên piştgiriya wan kirine xancerê ser dilê xwe de çiqandi dibînin. Bi vî awayî dîrok bo kurdan bi hezaran sal in tekerûr dike. Piştî Med hat rûxandin, piştgiriyê cîranên xwe yên Med rûxandî kirin heta dema Îslamê; navê kurdan tunê bû lê bi ked û xwîna kurdan ew dewletên Farisan li pê sekinîn. Pişt re ereb hatin gotin em mêvan in û her tiştên mala me talan kirin. Dûre tirk hatin rêwî bûn ta ji Sibiryayê, me deriyên xwe vekirin; me got “fermo”, lê hatin li ser mala me rûniştin. Ji van her yek li ser jûreke mala me xwedî derket. Hê jî li ser rûniştine.
Dîsa dema birêz Salih Muslîm di dawiyê de dibêje, “federalîzma em dixwazin bo her kesî ye; nav ne muhîm e...” Navê her tiştî heye, di gerdûna mîrovan de tiştên bênav berhewa ye. Em bêjin nav ne muhîm e lê em dizanin dewleta tirkan an rêveberên Sûrî dixwaze navê wê dewletê dîsa Komara Erebî a Sûrî be. Çima? Ber ku tê got Komara Ereb ew der ya ereban e. Em vê dinê bi navkirinê têgihan û fam dikin. Rastiya bê nav bo mîrovan bê watê ye. Em çiqas bêjin ev der welatê kurdan e, heta em nebêjin ev erdnîgarî Kurdistan e û di zagona bingehîn de neyê pêjîrandin ew erdnîgarî bê wate ye. Bo me dibe ku Kurdistan be lê bo navneteweyî tiştek nîn e. Şoreşa tê dayîn, şehîdbûna ewqas mîrovan bo erêkirina erdnîgariyê ye; xwedanê wê edê kî ye... Tiştek nav lê bê kirin wê çaxê wê mirovên din dê bipêjirînin; wê demê bo mirovan ew ê bibe rastiyek.
Kar û barê dewletan û navdewletan bazarek e; bazareke stemkar, bê merhemet û dilhişk e. Divê bê gotin ev der, ev cî yê me kurdan e; mala me ye û we heta niha li ser mala me hikim kiriye û li mala me we ji me kira standiye û di mala xwe de emê bi çi awayî tevbigerin bi darê zorê û hiqmên dewletbûyîn û bi pêjirandina navdewletan we nîşan daye me.
Êdî em dikarin bêjin em bi hev re bijîn lê navê mala me Kurdistan e, çi biryar divê bo mala me emê bi xwe bigirin. Di vê bazarê de tiştê ku jêveneger navê Kurdistanê di Zagona Bingehîn de bê pêjirandin e. Bi nav kirina Kurdistanê peywireke dîrokî û dadî ye.
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Zerdêşt çima di lêkolînên biyaniyan de faris e?

  • 07 Berfanbar 2009

(Ji notên xwendinê yên dîrokê- I) „…         Aha binêr birê min, di dawî de me hînkir bi hev re...

Mazdekê kurd bavê ramana komûnîzmê ye

  • 23 Adar 2010

Li dû dîroka elewiyên windaJi notên xwendinê yên dîrokê- VI)Divê destpêkê armanca vê nivîsê bi zêlalî bêjim. Di...

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • 23 Kewçêr 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Cara yekem piştê nexweşketina min a ku wê demê heft torbe xwîn dabûn laşê min, da ku di laşê min de xwîn nema bû, ez û xanima min bo kontrola sihetê bi seyarê bi rê ketin. Rêya...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li Til Eran û Til Hasil komkujî

ad

Ev jî çêbû: Mebûsê kurd bi kurdî daxuyanî da lê...

ad

Hejmara miriyan ji hejmara windayiyên Şerê Cîhanê yê 2'yemîn derbas kir

ad

'HÊK' derdikeve ser dikê

ad

Gel bi ser ket: Mazbata didin Abdullah Zeydan

ad

Li hemberî kayûman çalakiyên nobetgirtinê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname