logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Du pirs: Kîjan wêneyê Mîqdad Bedirxan e, Simko kengê hatiye kuştin?

  • Dîrok: 26/07/2016
Yê her kesî rojevek wî/ê heye. Her kes bi dû tiştek diçe, yê min pirsek serê min diêşand, niha pirsek din lê zêde bû. Ev pirs û bersiva van pirsan nîşan dide ku çiqas dîroka me tevlihev e, bi gotinek din hê çiqas pêdivî bi zelalkirina bûyeran heye.
Pêşî em ji pirsa yekemîn dest pê bikin:

Kîjan wêne yê Mîqdad Mîthed Bedirxan e?
Roja Rojnamegeriya Kurdî bû, 22'yê avrêla 2016'an. Wekî her rojnamegerên kurd min jî li ser vê rojê notek weşand di Faceebokê de: "22.04.1898... 
Ji wê rojê ve ev kalê min e..." Pêre jî fotoyek Mîqdad Mîthed Bedirxan ku bawerî ew e fotoyê wî ye...
Birêz Îbrahîm Seydo Aydogan nîşe nivîsî ku li ser vî wêneyî nîqaşek cidî heye û diyar kir ku ez dikarim ji Sînemxan Bedirxan yan ji Mehmûd Lewendî bipirsim.
Min cih de peyamek ji bo birêz Lewendî şand, pirsa wêneyê kir, wî jî got ew li derve ye, here mal dê ji bo min fotoyê bişîne.
Piştî rojek Lewendî vîdyoyek ku têde hevpeyvîna ligel Sînem Bedirxan kiriye (sal 2010, Kurd1 TV) di faceya xwe de weşand. Di hevpeyvînê de pirsa wêneyê Mîqdad Mîthed Bedirxan kir. Di wir de Sînemxan dibêje ew fotoyê heta niha wekî yê Mîqdad Bedirxan tê zanîn ne ê wî, yê Osman Bedirxan e û fotoyê Mîqdad Mîthad Bedirxan ev e (nîşan dide)...
Sînemxan dibêje Mamê min Kamûran Bedirxan ji min re gotiye di vê wêneyî de kî hene...
Yek jê ew e ku mirov hîmdarê çapemeniya xwe baş nas neke. Ev yek eybek mezin e ji bo min jî, ji bo hevalên min ên heta îro ev wêne bikar anine jî. Heta îdîayek din derkeve holê, heta sedî sed rastiyek din derkeve holê tiştê rast niha gotinên Sînemxan Bedirxan in û wêneyê Mîqdad Mîthed Bedirxan ev e...

 
Simko kengê hat kuştin?
Pirsa din, serhildêrê kurd Simko Axayê Şikakî kengê hatiye kuştin? Roja 21'ê vê mehê yek ji hevalên me yên rojnameger Gulê Algunerhan peyama bîranîna Simko weşand di twittera xwe de. 
Di Diyarnameyê de beşa "Îro çi qewimî?" heye ku di serî de li ser dîroka kurdan, li ser dîroka dinyayê agahî hene, me lê kirine, bi awayekî jixwe ber her roj agahiyên wê rojê tên pêş. Li ser twittera Algunerhan min li ya Diyarnameyê nêrî agahiyek wisa nîn bû. Min şik bir ser, ka çima? Ez ketim mejiyê Diyarnameyê min dît ku wekî kuştina Simko ne 21'ê mehê, 23'yê tîrmehê nivîsandiye. Min zêdetir meraq kir çima wisa? 
Min got ez bigerim ka kî çawa gotiye. Di motora lêgerînê de dema ez geriyam, encamên ecêb derketin holê. Vane hin encamên li ser kuştina Simko:
- Gulê Algunerhan: 21.07.1930
- Wîkîpedîaya beşa tirkî gotiye: 26.07.1930 (Wîkîpedîaya îngilîzî tenê sal gotiye, 1930)
- Wîkîpedîaya kurdî gotiye: 30.06.1930
- Îbrahîm Halîl Baran: 26.07.1930
- Rûdawê nûçe çêkiriye (roja 23.06.2015) û dibêje: 21.06.1930
-Jîr Dilovan (Pirtûka "Bi pirs û bersivan dîroka kurd û Kurdistanê, weşanên Pêrî): 30.06.1930
- Kakşar Oramar di Azadiya Welat de dibêje "Di 27'ê tîrmeha 1930'î de Simko digihîje nava...." piştî çend paragrafan dibêje "roja 21'ê tîrmehê hatiye kuştin" (îhtîmal e, ew bi şaşî 27 hatibe nivîsin)
- Nivîsa Kakşar Oramar ku Cahît Merwan di bloga xwe de weşandiye (dîrok 28.06.2012. Ez nizanim ji ku girtiye, ji ber ku çavkanî nîn e) de Oraman wekî dîroka kuştina Simko wisa nivîsiye: 21.06.1930 (Di nivîsek din de jî Oraman heman tişt nivîsiye)
- Ayşe Hur di nivîsek de gotiye: 1929'an de Simko hatiye kuştin (Ji ku girtiye ev dîrok ez nizanim)
Welhasil. Mesele dirêj bû. 5-6 awayên cuda. Herî zêde Kakşar Oramar li ser Simko nivîsîbû, min peyam jêre şand û jê pirsî, wî wekî gotina xwe ya dawî got: "21.07.1930"...
Ev du mînak çend tiştan nîşanî me didin:
- Em kurd hê jî baş bi dîroka xwe nizanin. Gelek agahiyên me tevlihev in.
- Pêdivî bi saziyek kurdewar a li ser dîrokê dixebite û tiştên ku ew dibêje "Rast e" heye. Wê çaxê dê karê me hemûyan hêsantir be.
- Karê me rojnaemgerên kurd ji her kesî zehmetir e; em nizanin bi kî bawer bikin, bi kî nekin.
 
 
 
 
 
 
 
 
 
Vîdyoya hevpeyvîna Mehmûd Lewendî ligel Sînem Bedirxan: 

Di encamê de derdikeve holê ku Mîqdad Mîdhed Bedirxan ev e. Tiştek muhîm e ku ji niha û pêde ev wêne bê bikaranîn. 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

DARÊN ERCÎŞÊ-DARÊN TAKSÎMÊ

  • 11 Pûşper 2013

Em darên li her du aliyan, tevgera ji bo her du aliyan bidin ber hev...Herhal haya we ji Taksîmê heye, lê ger haya we ji mesela birîna daran a li Ercîşa Wanê nîn be...

Kurdên din ne bes bûn, ên Urdunê jî derketin!

  • 14 Adar 2007

Heta niha me got kurdên Tirkiye, Iraq, Iran, Surî, me got kurdên Sovyetê, ev ne bes bûn, bi ser de kurdên Urdunê jî derketin. Nizanim haya we çiqas ji wan hebû? Ew...

Ji bo Xwedê! Ka kîjan Ehmedê Xanî ye?!

  • 03 Gulan 2007

Sê fotografên cihê li ber destê min in û ez nazanim ji diya xwe re bibêjim, ha Ehmedê Xanî ev e? Ez nizanim ezê kîjanê di nûçeya xwe de bikar...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Sûriyeyê kurd jî daketin kolanan

ad

Romana Mehmet Uzun ‘Tu’bi îtalî weşiya, me bi wergêr re xeber da

ad

“Yavuz Turgul bi rihê xwe ji Başûrêrojhilat e”

ad

Radyoy Vengê Rusya dest bi zazakî kerd

ad

Ji bo Amed Sporê Nîgde Spor ji pişkeyê derket

ad

Nûbihara 157’an derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname