(Ji notên xwendinê yên dîrokê- III)
Wan rojên dawî bi pirsgirêka kurd ve pirsgirkêka elewîtî jî kete rojevê û tê gengeşî û gotûbêjkirin. Gelek qunciknivîskar û nûçegîhanî mîna bahozek her der di nav toz û dûmanê de hişt. Bi Dersîmê dest pê kir û niha hal û ehwala elewiyan di dîrokê çi ye tê gengeşîkirin.
Lê bala min kişand ku dema qala qirkirina elewiyan tê kirin yên kurd in. Ne elewiyên ereb ne jî yên tirk in.
Jixwe ez bi olan ve tu car derveyî raman û fîlosoya van eleqedar nebûm. Berî lêkolîn û lêgerîna çi û kî bûyîna elewiyan ez dixwazim du serboriyên xwe binim ziman.
Berî du salan ji bo cenazeyekê ez çûm gundê me û li wir bi pismanên min ên ku bi salan in me hev du nedîtin em rast hev du hatin. Yek bi bazirganiyê dewlemend bûyibû; yê din li Enqereyê nizanim li kîjan nexweşxaneyê bûye serbijîjk. Me bi dilgemiyek dest bi tekiliyekê kir; lê paşê gengeşiyek li ser pirsgireka kurd di navbera me de derket. Min tezên wan bi pirsan pûç kir. Min dizanî tezên wan ne rast bûn; lê balkeş bûn.
Bi kurtasî digotin:
Teza yekêm, gotin: Em elewî ne, ne kurd in.
Li hemberê vê gotinê, min got: Bêjin em (min gundiyên derdorê xwe nîşan dan) çima bi kurdî deng dikin? Eger em kurd nîn in, kî kurd e?
Teza duyem, gotin: Em ji hela kurdan ve hatine asîmîlekirin. Kurd yên ku li rojhilat in.
Min bi ken bersivand: Çawa dibe, kesên ji rojhilat bên, me asîmîle bikin û dîsa şûn ve biçin. Dibe? Ha, em bêjin em hatine asîmîlekirin; gelo em kî ne?
Gotin: Em elewî ne.
Min got: Ez jî dizanim, em elewî ne; lê elewî ne miletek e; olek e. Ez dixwazim bizanim bi dîtin û zanistiya we ya ezmanî em ji kîjan neteweyî ne? Ji ku hatine?
Teza sêyem, gotin: Em ji Xorosanê hatine. Li hatina vê heremê li rê em nav kurdan re derbas bûyîne, em zimanê wan hîn bûne. Bi rastî em tirk in. Tirk ên cihû ne.
Gulê wara tûyan… Wê dem xwîn pijîqiya mêjiyê min. Min ew bi ajantiya dewleta tirk û masotiyê sûcdar kir.
Serboriya duyem ji notên vê havîne:
“Îro li gundê Qentermê şêniyek ji bo vekirina Xaniyê Cemê heye. Gundî Qentermê ji gundî me du kîlometre dûr e. Havîn e; hewa pir xweş e. Ji Ewropa heta her bajarê Tirkiyeyê mirovên heremê ji bo vê şahiyê hatibûn. Bi nexwestin ez jî tevlî şêniyê bûm. Qet dilê min tune bû; lê bi israra dost û hevalan ez çûbûm. Dema min li wir postêrên du sê metro yên Mustafa Kemal û Haci Bektaşî Velî dît ez şet û met mam. Ev şahiya elewiyan, ya elewiyên kurd bû û wêneyên Mustafa Kemal û Haci Bektaşî Velî çima daleqandibûn? Dema min di nav temaşavanên beşdar de lêpirsîna vê yekê kir; piraniyan daliqandina wêneyên M. Kemal û Hacî Bektaşî Velî rast nedîtin. Bi rastî, min tu car di nav gelê me de pîrozkirina Mustafa Kemal ne dîtibû ne jî bihîstibû û ser de ji wî qet hez nakin. Heci Bektaşî Velî nav baweriya elewiyên kurd ên herêmê de jî kesek nû bû di van salên dawî bi destê hin kesan rêberê elewiyan dihat nîşandan.
Elewiyên kurd bi Mustafa Kemal û Haci Bektaşî Velî çi tekiliyên xwe hene? Yek bi erkê asîmîle bike ji aliyê dewleta Osmanî ve hatibû şandin nav elewiyan ancax ji xwe re ekolek elewiyên tirk ava kiribû. Yê din Mustafa Kemal bû; ji bo qeleya dawî ya elewiyên kurd Dersîmê hilweşîne fermana qirkirina deh hezaran kurdên elewî dabû. Paşê pergela asîmîlekirinê ava kiribû û xwestibû kurdên elewî bikişîne hembêza dewletê û di nav çerxa pergela xwe de bihêrîne.
Ji van her du serboriyan tê dîtin ku desthilatdar dixwazin niha bi destê hin kesan tevliheviyek di nav elewiyan, bi teybetî yên kurd de bike. Bi agahiyên şaş rêya bîr û baweriya wan ên derevayiya pergela xêra bike. Berê kurdî û hestên elewiyên kurd ên netewî jar kirin, niha dixwazin bîr û baweriya wan ji holê rakin. Ev lîstika bi destê kewên me ji aliyê dewletê ve tê organîze kirin û armac, baweriyên kurdan mîna tiştên cudatî nîşan didin û wan ji rastiyên xwe dûr bixin.
Elewîtî baweriyeke kurdan a kevn e; mîna yaresanî û êzîdîtî bawerî û fîlosofîya jiyanîye ya ku ji Zerdeşt bi destî Manî û Mazdek ji nû ve hatiyê ava kirine.
Ahmet Cevdet Paşa di berhema xwe ya ku tê de dîroka Osmaniyan nivîsandiye de dijminiya xwe ya elewiyan tîne zimên û dibêje; “Dema ola îslamê li heremê belav bû mazdekî, yên mayîn nav misilmanan de xwe veşartin û xwe bi navê elewî bi nav kirin. Yên ku di paş navî Elî xwe vedişerin û xwe elewî bi nav dikin ew ji mazdekiyan mane. Û ayînên xwe yên mazdekî her dem berdewam kirine.”
Ev tespîtek rast e; ji vê tespîtê divê em bêxem bibin.
Di nivîsa xwe ya carê din de ez dixwazim bi kûrahî di dîrokê de elewîtî çawa ava bûye lêbikolim.


