logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Evliya Çelebî bi gera xwe sinorên Kurdistanê nîşan dide

  • Dîrok: 13/02/2021
Min gotibû êdî dem dema min e, bi vî awayî dest bi xwendina Seyahatnameya Evliya Celebî kiribû û Kiteba ji  4 Cildan pêk tê min cilda 1’ê xelas kiribû. Di van rojên dawî de min Kiteba 4, Cild 2’yê ya vê Sehatnameya Evliya Celebî jî xwend û temam kir. Ji vê Sehatnamê ya Evliya Celebî di destê min de bi tenê ev her du pirtûk hebûn, ji bo ku min bi zanîn tenê ev her du pirtûk kirîbûn. 
Min berî deh salan ev pirtûk li Stenbolê kirîbûn, we demê dest bi xwandina Cilda 1’ê kiribû, min nivîsek ji vegotinên Evliya Celebî sûd girtibû û nivîsandib û (40 Hezar Kesên ku Sultan Selim Dan Qirkirin Kî Bûn). 
Lê min pitûk ji ber pirsgirekên rojane bi qasî sed rûpel xwendibû û ji destê xwe berdabû hêlekê. Niha min her du pirtûk xwendin û temam kirin. Dema min ev Seyahatname xwend di Erdnîgariya Kurdistanê de carnan rastî bûyerên dîrokî hatim, lê Evliya Celebî ji dîrokê bêtir bi zimanekî çîrokî ew dîrok li gor xwe afirandiye. Agahiyên ku ji vê çavkaniyê diherikin,  ne zelal in. Zimanê Evliya Celebî alîgir û mubala ye. Tiştên hûrik û bûçik mezin dike lê heqê wî nexwim ên mezin bûçik nake, lê rêşbelek dike. Bi vî awayî tehma romana Servantes a Don Kîşot a ku min bi salan berê xwendibû dide. Ez nizanim belkî ji gera Don Kîşot û Panco ya gund bi gund, bajar bi bajar, kele bi kele li ser erdnîgeriyeke fireh bi tasvîr û çîrokên wan deveran an jî zimanê mubalexeya her du metnan dişibin hev û ew tehma romana Servantes dida min.
Rêwîtiya Evliya Celebî ne bi tenê ye. Ligel Melek Ahmed Paşayê ku ji alî Dewleta Osmanî ve li Wanê hatibû erkdarkirin ji Stenbolê bi rê dikeve. Berê Melek Ahmed Paşa bi artêşa xwe ya zêdetir ji hezar lêşkerî pêk tê ber bi Kurdistanê ve ye…
Di vê Seyahatnameyê de Evliya Celebî kurd û Kurdistanê bi navê xwe bi nav dike. Bi Sêwas û Meletiyê rêwîtiya xwe ya li ser Kurdistanê dide destpêkirni û ber bi kûrahiya Kurdistanê ve didomîne. Bajar û gund, çiya û newal, çem û berçem, eşîr û jiyana wan, dîrok û devok û çanda wan yek bi yek ên dîti û bihîstî vedibêje. Cil û berg, rabûn û rûniştin, xwarin û vexwarinên kurdan, dîroka wan a kevnar a li ser vê axê, carinan jî dîroknûsên ereb û ermen, carinan ji çîrok û efsaneyên pirtûkên pîroz qala kurdan dike. Rast an derew ji ku çi xwendiye, ji kê û ku çi bihîstiye carna bi mezin kirin dinivîse. Ku yekî biyanî vê Seyahatnamê bixwîne xwe di nav welatekî û bûyerên fantastîk de dibîne.
Min got, vebêjiya kurd û Kurdistanê Evliya Celebî  bi Meletiyê destpê dike. Ji bo Meletiyê dibêje “Wîlayeteke Tirkmenistan û Kurdistanê ye.” Lê gava bajarê Meletiyê tîne ziman dibêje, “gelê xwe bi gelemperî tirk û kurd in, lê kurdên Îzolî û tikmenên xwe zêde ne.” Her qala kurdan dike, pesnê wan dide, “qewmekî camêr, rênçber, egîd e”, “Hemû mûmîn, bi baweriyên pak ên şaffî an henefî ne.” Bi vî awayî pesna wan berdewam dike.
Gava ji bajarê Meletiyê dûr dikeve, ber bi Elezîzê ve diçe, di nav gund û çiyan re derbas dibe, dîsa rastî kurdan tê. Evliya Celebî ji bo wan jî wiha dibêje, “Hemû gelê wir diz, haramî û rêbirên kurdên Îzolî ne. Gava qala van kurdên Îzolî yên hemû artêşa Melek Ahmed Paşa dike derbasî hêla din a Ferêt dibin,"Ev kurdên Îzolî ew qas leşker derbas kirin li hemberî paşa şilf û tazî, şalak mallak, bi lebatên xwe yên zayendî, bê edeb bûn.”
Evliya Celebî bajar bi bajar, gund bi gund, keleh bi keleh ji Amed, Bedlîs, Wanê ber bi bakur, ji wir ber bi rojhilat, pişt re ber bi başûrê Loristanê heta Bexdayê diçe. Ji Bexdayê dîsa vedigere ber bi bakur, Erbîl, Misûl, Mêrdîn û Cizîrê… Di vegera xwe ya dûr û dirêj de yek bi yek erdnîgarî, gel, dîrok, çîrokên van deveran bi dûr û kûrahî vedibêje. Li ser vê axê ku ew digere, her dem lehengê sereke kurd in. Li van deveran kurd her hene û qala wan dike. 
Bi vê gera xwe Evliya Celebî sînorên Kurdistanê nîşan dide. Bi rastî ji rojavayê Meletiyê, Sêwasê dest pê dike ber bi navenda Kurdistanê ve diçe û ji vir ber bi başûr, rojhilat û başûr ve rêya xwe didomîne; ji başûr ber bi bakur ve nexşeya Kurdistanê temam dike. Îro em wan deveran, erdnîgariya Kurdistanê dihesibînin û dinexşînin.
Di Seyahatnameya Evliya Celebî tiştê ku herî bala min kişand zimanê wî ye. Gava bûyereke dinivîse eşkere alîgirê dewletê ye wekî rojnemeger û reportorên îro yên tirk ku ji Kurdistanê agahiyan didin, kes û ciwatên hemberî Dewleta Osmanî reşbelek dike, alîgirên dewletê jî xweşik dike, pesna wan dide. Wekî mînak a Meletiya ku min li jor dabû, seranserê Kurdistanê kurdên alîgirên Dewleta Osmaniyan dikin, di bajaran de dijîn. Ev kurdên misilman in ku ev ji mîr û der û dora wan û kurdên ser bêjing pêk tên. Evliya Celebî bi wan re têkildar dibe. 
Kurdên din ên li gund û çiya û newalan de dijîn reşbelek dike, çi rengên nexweş hene li wan bar dike. Ev êzdî û qizilbaş in. Bi van re tu têkiliyên Çelebî çênabe lê di derheqê wan de gelek çîrok û meseleyên ne xweş vedibêje.

* Nivîsa navborî:
-  40 Hezar Kesên ku Sultan Selim Dan Qirkirin Kî Bûn

Hin Nivîsen Nivîskar

Tirkî û Tirkî û Tirkî

  • 10 Gulan 2020

Aha dîsa hat û hişê min bibe; wê serê min bêşîne. Cîraneke me kurd e lê çi kurd e. Dema ew me li baxçeyê bibîne hema bê destûr...

Zerdêşt çima di lêkolînên biyaniyan de faris e?

  • 07 Berfanbar 2009

(Ji notên xwendinê yên dîrokê- I) „…         Aha binêr birê min, di dawî de me hînkir bi hev re...

Cengame Hebû Û Malamed Kiribûn

  • 11 Pûşper 2023

Sê meh berê min Elbistana xopan, wêrane û kambax di cih de hişt û ez çûbûm. Niha dîsa vegeriyam Elbistana ji ber erdhêjê wêranebûyî....

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Îranê 9 kovar hatin girtin

ad

Li Amedê cejna pirtûkan dest pê kir!

ad

Real Madrid gavek derket pêş: 1- 0

ad

Kurd jî beşdarî Konferansa Walticê dibin

ad

Dr. Behram Salih dibe Serokomarê Iraqê

ad

Benda Hilbijartinê nehişt Silêman Çawîş şer rawestîne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname