logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

FERECA XËRË NE DÛR E

  • Dîrok: 05/08/2013

Dema cotkar gêsinê xwe li dû ga,  yan jî li dû hespan girê didan û diketin nav zeviyê ku piştî barana biharê, bi tava rojê haveyn girtiye; gêsin axê diqelaşt, ligel dûkêlê ku ji nav axa birawa berjor dibû, bêhneke xweş jê difûrî. Bêhna axê, axa nûajotî, axa nerm û biber. Ha di wê gavê de, dilê cotkarî dibû cihê şahiyê, rûyê wî dibû baqek gulên sor. Cotkarî, bi vê kêf û şadiyê strana xwe ya herî xweş distira, serê kêliyekê jî vê şadiyê bi hesp an bi gayên xwe re parve dikir û bi dengekî berze, digot:

“Xet were xet...

Û bi her xeta ku li dû cotkarî û gêsinê wî zêde dibû, germahî û hêviya di dilê wî de jî mezin dibû. 

...

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ku emperyalîstan, li gorî berjewendiyên xwe dinya parve kirin, ne wekî cotkarî lê bi rewişta hov û dagirkeriyê welatê kurdan xeto xeto kirin. Bi xetên ku xêz kirin, Kurdistan kirin çar qet, dil û mêjiyê kurdan jî parçe parçe bûn. Ne tenê deşt û çiya, çem û rûbar, ya herî kambax ziman, çand, derûnî, berjewendî, bi yek carê jiyan ji hev cuda û ji hev dûr kirin. Ma ku ne wisa bûya, dê bi çi feraset û bi çi rengî û bi çi ecêbê, îro deriyên ku ji hêla emperyalîstên dagirker ve hatine daran, bi heman awayî ji hêla kurdên desthilatdar ve jî nedihatin parastin. Ku xwelî li serê xwe dibarînin û deriyê navbera Başûr û Rojava  venakin. Ku ne wisa bûya hin ji xortên kurdan dê neçûna, ligel hêzên çeteyan li hember kurdên berxwedêr ên Rojava şer nedikirin. Ew xet û parçebûn e ku bûn sedem ku zimanê kurdî, li ser lingên zaravayan bimîne û pirsgirêka zimanî çareser nebe. Dîsa ew xet û perçebûn e ku kirûyeke mîna olê ku kirûyeke takekesî û li gorî bawermendiyê pîroz e, dibe sedema ku mejiyê xortên kurdan pê bê şuştin û her weha dibin agir û dikevine nav bêndera gelê xwe. Zarokên kurdan, bi destên kurdan qîr dikin. 

Bêdengmayîna cîhana modern(!), cîhana demokrat(!), cîhana mirovperwer (!), kula li ser kulan e. Lê kurd vê dûrûtiyê ji zû ve û ji gelek cihan dinasin; ji Dêrsim, ji Agirî, ji Zîlanê, Amed, Amûdê, Helebçe û Qamişlokê.

Lê bi demê re,  gelek tişt guherîn. Di  mejî û giyanê kurdan  û her wiha di welatê wan de. Xinizî li hin cih û deman, mîna sitiriyên di nav rez û bexçeyan de, bikevine lingên şêniyên vê erdnigariyê jî, meşa azadiyê her roj bêtir gewre dibe û her wisa geş dibe. Tu astengî, tu hêz êdî nema dikare pêşiya lehiya azadiya ku ji qetekî diherike qetekî din,  bigire. 

Bi xetkirina welêt re, jiyana kurdan bû qaçax; di nav vê qaçaxî û nepeniyê de, bi salan e, kurd di nav êş û kederê de ne û heta roja îro jî birînên wan rehet nebûn. Di serî de tevgera azadiya kurd, xwe li xetê da, fermana ku welat kiribû çar qet, kire parçe parçe. Di serî pêşî de, di derûnî û bîrdoziyê de xet rakirin. Aniha jî bi awayekî fîzîkî xet radibin. Kurd dibêjin:

XET HERE XET...!

Xewn û xeyal dibin yek, dil û mejî nêzî hev dibin. Ji ber vê yekê ye ku şaşwaz û bêdeng e cîhana emperyal. Lê tovê azadiyê  ketiye nav axa biber. Mabû rojava, va ye ew jî xaka xwe bi xwîn û xwêdana xwe av dide. Gelê Rojava yê kedkar û xizan, yê ku desthilatdariya Baasê nasnameyek jî nedikir mafê wan, rabûne serhildanê û li hemberî êrîşên hovane ketine xeta berxwedanê. Her çi qas mezin û giran bin jî berdêliyên ku didin; 

“Ronî dibe Kurdistan”

Û

“fereca xêrê ne dûr e.”

 

b.zelal@mynet.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

DESTHILATDARÎ(!)

  • 29 Gulan 2014

Ku mirov bi awayekî rasterast bifikire û bêje, desthilatdarî, ango serxwebûn, serketin e û her wiha jî bindestî, têkçûn e. Di sirûştiya xwe de ev...

Li ser Duyem Fûara Pirtûkan a Amedê çend gotin

  • 21 Gulan 2011

Cara duyem e ku Fûara Pirtûkan li Amedê tê lidarxistin. Mixabin gelek tiştên asayî ku li ba xelkê bûne kevneşopî, bûne karên ji rêzê; li cem kurdan...

Li Kurdistanê jiyan

  • 09 Kewçêr 2015

Ez mirovekî pêncî salî me. Li quntarê çiyayê Bagokê, li gundekî  bejî, zipîziwa hatime dinyayê. Bavê min geza nanê me ji pişt...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Pêşbaziya Şerzan Kurt dest pê kir

ad

Fas û Walid Regragui ketin nava dîrokê

ad

Xelatên Îbrahîm Ehmed hatin belavkirin

ad

Ji Weşanên Lîs 4 pirtûkên nû

ad

Berendamên kurtefîlm, belgefîlm û xelatên rûmetê yên Siyadê diyar bûn

ad

Hunermendê evîndarê doza xwe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname