Ez vekirî bibêjim: Vê şîroveya bi vî rengî ez di cihê xwe de cemidandim…
Min qet fêm nekir ka çawa çêdibe ku kurdekî li Ewropayê dijî û zanîngeh qedandiye, danînberheveke bi vî rengî dike… Ji bo pûçkirina vê îdîayê pêwîstiya lêkolînên dûr û kûr nake!Ji bo pûçkirina vê îdaayê ev pirs bes e:Heta niha çend caran derketiye holê ku di encama lêkolîna kuştina jineke alman ya ji hêla mêrekî ve, biryara kuştina wê di encama civîneke ku mirov û malbata wê tê de, hatiye dayîn? Rast e, her sal li Ewropayê bi sedan jin têne kuştin, lê belê tu eleqeyê van kuştinan bi "dozên namûsê" yên me kurdan re nîn e. Sedem dikarin ji dexesî, zikêşî, dilpîsî, çavnebarî, terikandina hevjîniyê û hesûdiyê, heta nêzîkbûnên zayendî û gelek mînakên bi vî rengî werin rêzkirin… Lê belê tu eleqeya motîf û sedema kuştinên ewropiyan bi bûyerên têgeha me ya "dozên namûsê" re nîn e. Mafê me nîn e ku em bi liberhevdanîn bi vî rengî nêzîkî meseleyê bibin û bibêjin "rast e, dozên namûsê ne baş in lê belê li cem filankes û mêvankes jî ev bûyer hene…"
Divê em li xwe mikur werin: Ev qirêjiya bi navê "dozên namûsê", wekî gelek civakên din ên paşverû, di nava me de jî heye û berpirsiyarê paqijkirina vê qirêjê em in…


