3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ye. Di vî warî de li Tirkiyeyê rewş her ku diçe bi paş ve diçe. Di nûçeyê* de hûn dikarin vê bibînin.
Ji ber nebûna azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê niha 67 rojnameger girtî ne. Piraniya wan jî hevalên me yên ji Azadiya Welat û DÎHA'yê (Ajansa Nûçeyan a Dîcle) ne.
Di nav van de hevaleke ciwan heye; Hamdiye Çiftçi. Ezê qala wê bikim.
Hamdiye Çiftçi di sala 1986'an de li Culemêrgê hatiye dinê. Di sala 2005'an de li rojnameyên herêmî dest bi kar kiriye, 2007'an de nûçegîhaniya Ajansa Anadolu ya Culemêrgê kiriye. Çiftçi paşê derbasî DÎHA'yê bûye.
Di Newroza 2008'an de polîsan êrîşê zarokan kir. Yek ji wan zarokan bi navê Cuneyt Ertuş bû ku polîsan ew qufalt, heta ji wan hat zendê wî bi paş ve bada ku zend ji cihê xwe derket. Tam di wê demê de Hamdiye Çiftçi ku bûyer dişopand wêneyê wan polîsan û binçavkirina Cuneyt Ertuş kişand. Wê wêneyê di çapemeniyê de cih girt.
Tevî vî, wê bi nûçeyên li ser mafên mirovan ku ji Culemêrgê dişand ji ajansa xwe re jî bala polîsan kişand ser xwe.
Êdî Çiftçi di hedefê de bû.
Nûçegîhan Çifçi di 09.06.2010'an, di çarçoveya operasyona KCK'ê de hat binçavkirin, 14'ê heman mehê jî hat girtin û hê jî di Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê de ye.
Bûyer ne tenê ev e.
Dadger li ser Çiftçi û 15 rêveberên BDP'ê ku di heman demê de girtibûn îdîanameyeke ji 840 rûpelî pêkhatî amade dike. Wêneyê Cuneyt Ertuş ku Çiftçi kişandibû jî di îdîanameyê de cih digire û dozger vî wêneyî wekî "wêneyekî ne rast, wêneyeke bêbingeh" bi nav dike. Yanê, wekî ku polîsan Ertuş negirtibe bin çavan, zendê wî ba nedabe û ew wêne montaj be...
Ev jî ne bes e, dozger DÎHA'yê wekî "Ajansa di bin banê rêxistinê" de bi nav dike. Dozger nûçeyên Çiftçi yên li ser qedexeya walîtî ya li ser zozanan jî wekî delîlên sûcê dibîne.
Yanê wisa dibêje: Belê, walîtî dikare derketina zozanan qedexe bike, lê tu binivîsî ev sûc e...
Hem qedexeyê diparêze, hem karê bingehîn ê rojnamegeran li Çiftçi û hevalên wê qedexe dike.
Niha, 3'yemîn Dozgeriya Cezaya Giran a Wanê îdîanameya dozger qebûl kir û darizandina Çiftçi û rêveberên BDP'ê didome.
Çiftçi ji bo azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê mînak e. Heta Çiftçi û hevalên wê ku "tekane sûcê wan çêkirina nûçeyan e" girtî bin li Tirkiyeyê qalkirina azadiya çapemeniyê hinek zehmet e.
Di 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de em ji vê derê silavên xwe ji Çiftçi û rojnamegerên din ên di girtîgehan de ne re bişînin.
*Di warê azadiya çapemeniyê de rewşa Tirkiyeyê


