Dosyayeke berfireh a min berî çend salan li ser helbestkariya jinên kurd nivîsî li ber min e, lêbelê dikim-nakim nikarim ji wê dosyayê nivîsekê patalojîk a ne statîk û ne nivîsmatîk amade bikim. Min, belkî bîst caran serenav gûhert.
Jin û Helbest
Helbesta Mê
Jinên Helbestkar an Helbestkarên Jin?
Di Helbestên Kurdî de Memik
Li Helbestên Fatma Savcî Kulîlk û Ajal û…
Destpêka nivîsê dixwînim. Li destpêkê, berî behsa helbestkariya jinên kurd bikim;
Li gora damêzrînerê zanista zimên Saussure, jin, bingeha hemû şarmendiyan e. Jin, aferînerên şîr û zimên in. Zanista zimên û antrolopolojî zimanê jinê dike xwediyê zimanê helbesta lîrik. Ew zimanê pêşî bi kirdeyekê pêwîst dibe, zimanê mê ye. Hewce ye jineke kurd wê helbestê binivîse, wê helbesta nola şîrê li memikan, li benda mêtinê.
- Yaho mamaoste, ev paragraf ne destpêkeke zaf klîşe, şablon û ezber e?
- Rast dibêjî. Wisa ye.
- Bila serenavê nivîsê Di Helbestên Kurdî de Memik be. Li edebiyata devkî memik hêmayeke sereke ye û klama di nav gotinên wê de memik neyî hema bibêje nîn e-piranî jî bi ser navê jînê ne-, gelo li edebiyata nivîskî hêmaya memikê bi çi awayî heye an nîn e?
- Na yaw, Divê ez careke din li hemû berhemên kurdî binêrim, êşkenceyê bidime hişê xwe û li peyva memikê bigerim.
- Ka binêre li dosyaya li ber xwe, belkî, belkî peyva memikê hebin li nav helbestên helbestkarên jin, belkî ew besî te bin.
Dosyayê dixwînim. Li nav helbestên Fatma Savcî, li helbesteke min ji bo rengdêran hilbijartî rastî peyva memikê têm û piştre li dereke din jî yeke din. Yek ji wan:
Em gurnikek triyê torê bûn dilo
Bi dêliya şaneşîna heyvê ve
bi mêhtina memikên stêran xwedî dibe
*Li sê rêzikan sê ravekên bi sê xelek.
Nîşeya min li binê vê helbestê nivîsî:
Berî her tiştî, mirov bi rehetî dikare bibêje di nav helbestkarên jinên kurd ên bakurî de, Fatma Savcî, di lîsteya kesên kurdî herî baş bi kar tînîn de, navekî sereke ye û li pêş e. Zimanê wê, ji hişmendiya tirkî dûr e, bi rih û kesayiya kurmancî ye, xurt û rengîn e.
Fatma Savcî, ravekên dirêj (zincîrîn) gelekî bi kar tîne û helbestên wê bi piranî ji wan ravekan pêk tên. Her cûreyên ravekan di helbestên wê de hene, bêtir rengdêrên çawaniyê û rengdêrên hokerî... Navdêr zaf kêm caran xwerû ne. Di nav helbestkarên kurdî yên jin de kêm kes hene yên ravekên zincîrîn û dirêj karibin ev qasî bi rêk û pêk bi kar bînin. Mînak li helbestên Gulizerê ravekên dirêj zaf kêm in, bi teybetî yên sê-çar xelek di asta neyîniyê de ne.
Li helbestên Fatma Savcî li her rêzikê miheqeq cûreyeke rengdêrekê heye.
va dîsa çengekî sor
denge me yê rûbarî di xumamekê de dişikîne
meşa me ya binevşî
di hewirîneke tîr de dihelîne
*
- Çima li serenavê nabêjî “Li Helbestên Fatma Savcî Memik”
- Na, na, nabe, ez bibêjim ezman ne şîn e, şînloskî ye, wê bibêjin, mamoste dev tavêje ezmên. Jixwe bi tenê du caran peyva memikê bi kar aniye.
- Yek ji wan memikên stêran bû, ya din?
- Memikên çiyê.
- Mamoste te vê sibê dîsa hebikên xwe ji bîr kirîne, ka pêşî here wan vexwe.
- Wexwim an bixwim? Li kurdî hebik tên vexwarin an tên xwarin?
- Mamostecan, dev ji van pirsên beredayî berde, here her sê hebikên xwe daqûrtîne û were serenavê nivîsa xwe binivîse û bibêje. “Li Helbestên Fatma Savcî Endamên Bedenê” Bi vî awayî mijar hişk naxuye û wê nerm bibe.
*
Zûzika diçim, her sê hebikên xwe dadiqûrtînim- yek ji wan keskok e, ên din sorik û zerikî- Xwedêyo heya hebikên me kesk û sor û zer in- û tême ber dosyayê. Li dosyayê dinêrim. Li “Endamên bedenê bi çi awayî bi kar aniye?” dinêrim. Na, na, ne mimkûn e hemûyan binivîsim. Çendek mînakan bidim, bes e.
çavên birînekê, çavên mêrgewelat, çavên rojê, çavên xinêziyan, çavên rêwiyekî, çavên baranê, çavên Heskîfê, çavên sibehan, çavên kuştiyê, çavên dil, çavên qendîlan, çavên ji mûman, çavên stêran, çavên êvaran, çavên gulyaran, çavên nefiyê, çavên ava mezin, çavên xewnên kihêlan, kulîlka çavên ezmên, reşika çavên şevan, çavên welatekî vemirî…
*
bejna xeyalan, bejna kendalî, bejna şewqê, daristana bejna keçikan, bejn û bala zimanê tagirtî, bejna çiyayan, bejna tenatiyê, bejna xewnê, bejn û bala çiyê, qamê teyrikan…
*
destên sibehê, destên bê, destê xewna ji kulîlkên behîvê, destê xewnê, destên hêstiran, dest û hêstên şermok, destên rûbarî, destên gulhingivîn, destê şevqa çirayan, destên gulhingivîn,
*
rûyê guleke şifon, rûyê evînê, rûyê baranê, rûyê biyaniyê, ruyê kevirekî, rûyê sibehê, rûyê bajêr, rûyê xewnê,
*
biskên xewnê, eniya xewnê, kişwera xewnê, stûyê xewnê, bejna xewnê,
singa xewnê, singa erdê, singa kendal, singa sibehê, singa ezmanan
Lîste dûvdirêj dibe, hemûyan nanivîsim. Piranîya endamên bedenê bi hêma, lêma û têmayên pastoral, bi gelek awayan bi kar anîne. Ev rewş ne bi tenê li helbestên Fatma Savcî heye, li piraniya helbestên jinên kurd darîçav e. Em dîsa ji Gulîzerê Mînakan bidin.
Çavên guliyan, çavên dil, rojên dil, êşên dil, dilên dil, ezmanê dil, temetîtkên goşeyên dil, jehra dil, atmosfera dil, malzaroka dil, Ameda Parîsa dil, dilekî reşik, destên porê. destên çaxên sar, destê bayê, dilşewatiya klamekê…
Ne bi tenê li helbestên jinên kurd, heman rewş li helbestên mêran, kêmtir bin jî heye.
Mînak:
Berhema Selîm Temo ya bi navê Punga Li Bajêr;
dilê berfê, dilê deriyê te, dilê sorberanan, dilê hespî, Gerdena hespê, zikê demê, destê tenêtiyê, destê sibehê, çermê şeva dirêj, porê demê.
Li nav helbestê mirov zêde bala xwe nade wan lê dema mirov wan bi serê xwe dixwîne, mirov dikare ji bo wan gelek tiştan bibêje. Ji bo famkirina psîkolojiya helbestkaran datayên û detayên baş in.
Peyva malzarok bala min dikêşe, li helbestên jinên kurd ev peyv jî zaf dixuye lê li helbestên Fatma Savcî’yê min ew peyv qet nedît.
Gulizer: malzaroya xwedavendekê, malzaroka dil, welat dişibin malzarokan, mirî di malzarokê de, malzarokên dojehan, malzarok erd e, malzaroka biêş xesandî. Aramiya malzarokek, mal+zarok
Dilber Hema: Malzaroka jiyanê, çavên min malzarokeke giriyê şîrdayî ye
Leyla Şer : Malzariya dayikek
Kîbar Kiristîn Ozbey: piçûkê di malzaroyê de mayî
*
Piştre, li dosyayê dinêrim, nîşeya min nivîsî wiha ye.
Temayên zayendî (jinanî) zaf kêm hene di nav helbestên Fatma Savci de, ew jî lîrik û pastoralî ne.
li ser pêlên okyanusan
li ber siya çiyan
hev şa nabim
bi tu binevşan re
singên min
wê tu deriyên bihuştan
venekin
ji tu mêran re
*Em dikarin peyva “singan” bi wateya memikan fam bikin.
“ma kî ji me naxwaze
berêvaran
wilo vekirî wilo beytikî
li serê sûrê
roj,
di navbera me heyveron û yarên me re,
bi agirên hevşabûnan re
bibihûre”
*
Bihar konên şînê vedidin li deşta rûyê te
li ser lêvên te tama guhîjan heye
*
Paşila xwe ji zarokatiya te ya dilmayî re radixim. Destên te yên ku hîna germiya laşe min nenasîn e dijidînim… Laşên xemên te bi destên dildariya xwe ya dilovan difirkînim. Ma hîna xewa te nehat delalê min.
Di bin van mînakan de min mînakeke ji helbestkareke tirkî ji tirkî wergerandiye kurmancî -nizanim çima-.
Heya memikên me nebû ji destan
goştê me diwerimî bi botikên bijehr
pora me dirêj dibû gava dilewitî heyv
bi ser me de kin, rûyê me nixumandin
çî çaqên te yên sipehî hebûn herwiha
ji bo nêrînê çavên te çi xweşik bûn
me ji mêran hez kir bi timî
pêşîya me ew bûbun û paşîya me ew
Asya
Piştre nivîsareke berî çend salan li kovara Dergiparkê min xwendî hate bîra min. Min wê demê hin nîşe nivîsîbûn. Wan nîşeyan dixwînim.
Maria Pawlikowska Jasnorzewska, helbestkareke Polonî, Pervin Şakir helbestkareke Pakîstanî ye. Du avên li du erdnîgariyên ji hev dur, ji du çandan dizên, dikevine çemê helbestê û diherikin. Her du jî li welatê xwe, di qada helbestê de xwediyê cihekî baş in. Yek ji wan çanda rojavayê yek jî çanda rojhilatê temsîl dike.
Pawlikowska bi kitêba xwe ya bi navê "Niebiskie Migdaly' (Darên şîn yên behîvan) a nepeniyên lîrîzmê yên ferdî dihewînê tê naskirin. Pervin Şakir, hemû berhemên xwe, di berhema "Mah-i Temam " (Heyva tejî) de komkirine.
Pawlikowska sê caran zewiciye, Pervîn Şakir bi zora malbatê bi kurê xaltîka xwe re hatiye zewicandin û piştî diwazdeh salan jinebî maye. Ji bo Pervîn Şakir di helbestên xwe de, berxwedanên xwe, evînên xwe, pevgirêdana rih û bedenê bi wêrekî û bi dilsozî dinivîse rexneyên ne rênî lê hatine kirin.
Hevpariya Şakir û Pawlikowska; her duyan jî îmaja jinê ya di civakê de bi helbestên xwe serobino kirine. Cêtiyên wan; Pawlikowska bi vegotin û teşeyeke zimanekî nîgaşkirî û şayesandî, Pervin Şakir bi zimanekî xwezayî û xwerû nivîsiye. Hêmayên hêstên zayendî yên di helbestên wan de:
Pawlikowska:
Li ser balgîvên bihuştî yên neqişî
şîrîn-şîrîn dimirim-bêdeng, bêqêrîn bê’êş dimirim
…
gava tu xwe amade dikî min maç bikî bi lêvên xwe yên stûr
lêvên min serê xwe ditewînin, mîna du perikên ji tirsa spî dibin
rihên me yên ji nû ve aj dayîn bi heyatê
wê gavê
rihê me dimiste bi destên xwe yên spehî
çavan bextewar dike
bedenan dide ber pêtiyan
…
Şer bi tenê kulîlkek
nebata jiyanê ya herî xerab
bi tenê teqînek
rengê lavlavkên bi kelem ên bi hovî û bi wêrekî belav dibin
Şakir:
rûyê min wekî çemekî sor dişewite
dikeve rengê ezmên di bin awirên te yê şîrîn de
dihelê singa min bi lêketina destên te, tu dibejî qey berf e
û bedena min bi timî wenda dibe wekî ewrekî
wekî bablîsokekê li ber xwe dibe
…
ew ba ye
ji bajarê kulîlkan tê
niha bi wî re li dereke dûr im
…
ji tava xwe
bi hezaran sal dûr im
bi bêserûbiniya gerdûnê
stêrikeke bi tenê me
*
ji bo hevparîya zimanê helbestkarên jin mînakek:
Fatma Savcî (Kurd)
Destên te yên ku hîna germiya laşe min nenasîn e dijidînim
Asya (Tirk)
Heya memikên me nebû ji destan
Pawlikowska (Polon)
rihê me dimiste bi destên xwe yên spehî
Şakir (Afgan)
dihelê singa min bi lêketina destên te, tu dibejî qey berf e
*
- Mamoste tu çima li bin van mînakan şîroveya xwe nanivîsî?
- Ma hewce ye mirov şîroveyan bike? Xwende ne ehmeq in, ew dikarin ji me baştir şîrove bikin.
- Nivîsa te ji bo nivîseke li quncika malperekê gelekî ne dirêj e? Dibêjim divê li vir bêhnokekê an xalekê deynî û nivîsa xwe biqedînî. Bila serenava nivîsa te Helbestên Fatma Savcî û Memik be, ji bo balê bikêşîne û were xwendin.
- De vê carê ez ê bi ya te bikim lê ne bi temamî. Helbestên Fatma Savcî û …
- Encamê nanivîsî?
- Encam, careke din cam û dîsa cam… Bila encamên vê nivîsê xwende binivîsin.
- Belkî femînîst bêjin; ji te zêde ye tu li ser jinan û helbestên wan dinivîsî... Lê jixwe tu û bersîvên xwe hene, amade ne.


