em bi hevre mirin mirovno!
pênc hezar insan
ne şinahiya asîman
ne xweşikbûna kûlîlkan
û ne jî berbangên awaz çivîk xema me ye êdî.
stranên me yên evînî rawestan
lê negerin
naxwuye
di bîbûkên me da jiyan.
ji xwe em xizmê hev bûn
xewn û xeyalên me wekhev
em bi hevra mirin
pênc hezar insan.
pîr û kal/
min tûcar nebîhistibû dengekî wiha
bêhnekî wiha min nekişandîbû cerga xwe
derewan nakim.
dibe we ez ne aniyam bîra xwe
an kûlîlkek neçikanda li ser gora min.
ji xwe
nîvmirî bûn em
tirsiyam dîsa jî
derewan nakim.
lê ew zarok çima bi mere ne
qey wê ne jiyan
bê nasnav be jî
an xizaniyek bi xedar.
dergûş/
çi bêjim bê feyde ye
hatin û çûn a min bi hevra
ji xwe
hê nav jî li min ne hatibu kirin
dayik /
va bêbavan
pirtukên pîroz jî ne xwendine
ji evînê bê par in
berxê min di derguşê de ma
destên min bûn dareke hişk
û me hev hembêz nekir
zarok /
min digot qey
ev jî lîstokek e
hey hawar dikim
kes nayê banga min
goga bavê min îroj kirî jî
ma li hewşê de
wê kî pê bilîze gelo
kes ma?
mamoste /
çiqas li min xweş dihat
evînê fêrî zarokan bikim
hevaltî,biratiyê
hê zengila betlanê lê nexistibû
ev mirin çima
û li depreşê nîvco ma
nivîsa serfiraziyê.
axa/
ev çend mal û milk
ev çend dirav û zêr
û bêdadiya min...
nekarî rawestîne mirinê
min digot wê em ne tê de bin
çima em haydan nedan?
xort/
min gustîlkek kirîbû
ji bo gulbihara xwe
va em bi hevre çûn
wê ya bidin yeke din
min ji bo wê hewce nema
helbestvan/
kî digot
wê hevkas bi wate be helbesta me
ku tucar pênus a min
xwîn ne rijand
şivan/
hê nû zayî bû
berxa bizina bedew
yekcar şîr nemêtibû hê
li ber xwe nakevim
bizanin
me bi hevre veşêrin
di bextê we de me
bi seyê har re.
xweda/
ez jî şaş mam bawerkin
kê destûra vê komkujiyê da
li min biborin
ketime bextê we
mirovahî/
hûn bi hevr e mirin
bi wekhevî,bi biratî
rûreşi para me!
dîrok/
bû deqek tenî
rûnişt li ser eniya min
navê te Helebçe
ez hêvî dikim mirovno!
bila kes li deriyê dilê min nexe îşev
dixwazim bigirîm
têra xwe!
*Ev helbest ji dîwana min a bi navê “Êş, (2001) hatiye girtin ji bo 25'emîn salvegera jenosîda Halebçe.
berken.bereh@yahoo.com


