Sal 1898 bû.
Rojek ji rojên bihare bû.
Ev zûde bû xew nediket çavên wî. Di şevên dirêj ên zivistana borî de jî her nîvê şevê ji xew hişyar dibû. Dema bi zorê hin caran çavên xwe didan ser hev, vê carê xewn didît. Di xewnên xwe de dest diavêt îcatekê, lê her ku serê sibê radibû nedizanî di xew de dest avêtiye çi. Lê wê rojê, dema xanima wî çayek anî da ber, got: “Hurmê!”
Şaş bû çawa wisa gotiye. Wî nedigot “Hurmê”, her digot “Xanim” ji jina xwe re, carinan jî bi navê wê bang lê dikir. Lê wê rojê ji nişke ve ji devê wî gotina “Hurmê” derketibû. Herhal wekî kirmancan (zazayan) digot, “Damarey kurdîtî ew giroto”, damara kurdîtî xwe lê pêça bû wekî kurdek bang li xanima xwe kiribû: Hurmê.
Got: “Hurmê ka were rûne.”
Xanima wî hat rûnişt. Dê yekem car ji devê xwe derxista plana ku nedihişt xew bikeve çavên wî, plana ku êdî dikir wî dîn bike.
Got:
- Min mêze kir, li dinyayê xelkê dinyayê hemûyan rojname derxistine. Bi van rojnameyan agahiyan pêşkêşî gelê xwe dikin. Wan hîn dikin. Zimanê xwe di nav gel de belav dikin. Ez dibêjim divê rojnameyeke me ya kurdan jî hebe. Belê, belê, ezê rojnameyekê derxim.
Xanima wî nizanî bibêje çi.
Wî berdewam kir:
- Ezê wisa rojnameyeke derxim dê bibe tarîx. Dê gotina tarîxê bi wê dest pê bike. Piştî sed salan, piştî sed û deh salan jî ger rojnamegerekî kurd rabe tiştkeke binivîse jî dê mecbûr bimîne pêşî qala vê rojnameyê bike û dûre gotinên xwe bibe ser weşanên din.
Vê carê xanima wî kete navberê:
- Tuyê çawa bikî? Ma tuyê bikaribî?
- Belê. Divê yek vî karî bike. Ma li dinyayê yên ku dikin jî ne wekî min û te ne… Çiyê me ji wan kêm e?
Wê şevê bi rehetî raket. Ji zûde bû neketibû nav xeweke wisa rehet. Serê sibê wekî çivîkek xwe sivik û azad hîs kir.
Vê carê dor hatibû ser amûrên ku divên. Li dû wan geriya, li têkiliyan geriya, li cihê ku dê bihata çap kirin geriya. Di dawiyê de her tişt amade bû. Û peyman jî bi çapxaneyê re girê da.
Dê rojnameyek 15 rojî derxista. Dema dor hate ser diyarkirina navê rojnameyê, bêyî bi kesî bide nîqaşkirin got, “Dê navê wê ‘Kurdistan’ be.”
Ji rojên avrêlê rojeke bi ser 10’ê avrêlê re bû. Li ber maseya xwe rûnişt, kaxiz girt dest û dest bi gotara edîtoriya rojnameyê kir:
“Di riya Xwedê de min ev rojnama ha nivîsî. Bi îzna Xwedê Teala ji niha pê ve di her panzdeh rojan de ezê rojnameyekê binivîsim. Min navê wê kiriye ‘Kurdistan’. Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li ku derê mirov fêr dibe, li ku derê xwendegeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, ticaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim." (Ji Cilda Yekem a rojnameya Kurdistan ku ji tîpên erebî bo latînî ji aliyê M. Emîn Bozarslan ve hatiye wergerandin û ji Weşanên Deng li Ewropayê hatiye weşandin, neqilkirin; “Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke” Cemil Oguz, Weş. Pêrî)
Dema saetê li zingilê 22’yê avrêla 1898’an da ‘Kurdistan’ amade bû.
Wê serê sibê wî bi xwe jî nizanî çawa siwarê faytonê bû, fayton çawa meşiya, çawa gihîşt ber deriyê çapxaneyê. Dema ji faytonê peya bû û bi bazdanî ber bi deriyê çapxaneyê ve çû û faytonger bi dû qîriya; “Xalo, xalo te heqê faytonê neda” hê hat ser xwe, vegeriya bêyî tam heqê faytorger bide, ji heq zêde pere xistin destê faytorger û beziya. Dema faytonger çav li pereyan ket, bêhemdî ji devî wî peyv herikîn: “Xwedê yekê te bike hezar.”
Gotina “Yekê te bike hezar” dibe ku nehatibe cih lê navê wî ku di nav quncikê sereke yê tarîxe de yek bû, bû hezar.
Ji “Kurdistan”ên ku li ser hev hatibûn danîn de dest avêt yekê, bi deqîqeyan lê nêrî. Bêyî bixwîne, bêyî rûpelên wê biqulibîne, li berga wê, li nivîsa serî, li logoya wê nêrî. Ew qas dirêj lê nêrî, çapger got qey şaşiyeke heye, hema zû hat ber; “Xêr e çi bû, şaşiyek heye qey?”, ew hat ser xwe, “Na na, tiştek nîn e.” Û bişirî.
Bişirîna wî şêrîn bû. Wê demê her hal tenê wî dizanî ew bişirîn çiqas şêrîn e, çiqas bi qîmet e, giranbuha ye.
Na, qet şerm nekir, rojname anî ber lêvên xwe, maçek danî ser û got; “Xwedê, tu me nedî şermê.”
Wê rojê çîrok wisa dest pê kir. Û ev çîrok hê berdewam e, dê her berdewam be.
Em careke din bi hev re bi hurmet lehengê vê çîrokê bibîr tînin.


