logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Jidilbûn-samîmiyet!

  • Dîrok: 26/05/2015
Bavê jê pirsî: ‘go kurê min tu ewqas digerî, bi hevalên xwe ve di nav kêf û şahiyan de yî, ka bêje min, çend dostên te yên jidil-samîmî hene’?
 Kur got: gelek dostên min hene. Em bi hev re digerin, dixwin vedixwin, ez nahêlim ew destê xwe biavêjin berîka xwe. Çimkî ew bi min re gelekî jidil in, samîmî ne.
Bavê bi xwedan tecrûbe û ji hevalên kurê xwe bi şik û ji dilsoziya wan bi guman got: kurê min ka em carê jidilbûna dostên te bicerbînin. 
Biçe yên bi te re canecan in, samîmî ne re bêje, min kesek kuşt, halê min xirab e, ka bi hawara min ve werin.
Kurê jidilbûna hevalên xwe gelekî bawer, dît ku yek canecanê wî jî bi hawara wî ve nehat. Bi rûyekî fedîkar hat cem bavê, got nehatin! 
Bavê got li berxwe nekeve kurê min, qe nebe te fêhm kir,ku hemû yên roja fireh û berjewendiyê ne.
Bo dostaniya jidil şanî kurê xwe bike, bavê got kurê min, ka biçe gomê di nav pezî de nêriyê xez bîne serjê ke, goştê wî bike qelî û bi şûn ve bixe çerm û wî bixe tûrekî. Bîr neke, çend dilop xwîn jî bi tûrik de biçilkîne û bibe li mexzenê deyne. Û pişt re jî, biçe li filan gundî ji filan kesê ku yekane û tekane dostê min e re bêje, bavê min kesek kuştiye, gotiye bila nesekine xwe bigihîne min...
 Dostê dilsoz ê bavê, çawa ku xebera xirab dibihîse tavilê dikeve rê tê mala dostê xwe yê jidil; ne dibêje te kî kuşt, ne dibêje te çima kuşt, dibê ka kuştî li ku ye? Bavê kurî dibêje, li mexzenê di tûr de ye. 
Dilsozê rojên teng radihêle devê tûr, dibêje bidin pişta min, ez ê wî bibim com bikim.  

Çîrok a jidilbûnê-samîmiyetê ye, dirêj bü, min kurt birî, bi kurtî di nav de çûm. 
A berê wisa bû, jidilbûn-samîmiyet hîmê dostaniyê-mirovan bû. 
Her çiqas, ku çîroka mînak a berê be jî, ku ew fedekariya bo dostaniyê li berê ma be jî, lê ew jidilbûn-samîmiyet pêdiviya her demê, her serdemê, her mirovî ye.
Ango, bila yek be bila jidil be, bila canecan be, bila durust be, ango bila samîmî be. 
Mixabin, serdem serdema kapîtalîzma hov. şert û mercên mêtinger-dagirker li ser ferdên civakê ferz dikin pir giran û bi ser de jî, ew ferdê ku bi derfetên ‘efendiyên gewr’ hebûna xwe berdewam dike, jidilbûnê ji samîmiyetê pir dûr…
 Di vê serdema ku kes bi pêçiya kesî ya kul de namîze, kî ji kê re dikare bêje dosto, were yê min kuştî veşêre, xwe bide ber barê min, doza min bixe pêşa xwe.
Jixwe, kes tiştekî wisa nabêje jî û naxwaze jî...
Jixwe, ji ber ku li vê erdnîgariyê ewil samîmiyet ji wateya wê hate bidûrxistin,  samîmiyet bê samîmiyet hate hiştin û kuştin… 
Ji lew, ku jidilbûn-samîmiyet wêrekî be, bêsamîmiyetî rûpoşê durûtiyê, newêrekiyê ye!
Ji çi sedemê? Ji tirsa desthilatê, ji tirsa windakirina derfetê-berjewendiyê!!!

Rêzdarekî gotibû: ‘mirovê şer bike azad dibe, yê azad bibe jî delal dibe’.
Bibore, dibêjim ne wisa ye birêzê min! delaltirîn  mirov ê cîhanî ew kes e, ku him ji xwe re û him jî ji derdora xwe re jidil-samîmî û durust e ‘çi bi dostanî çi bi dijminahî’; bi mirovahiyê re, bi xwezayê re, bi hemû afirdeyên cîhanî re, bi aştiyê re, bi heval û hogiran re, bi evînê re, bi belengazan re, bi ketiyan re, li dijî hêzê li gel bêhêziyê, ango bi xwe re, ango bi ya/yê li hemberî xwe re… bêyî hesab, bêyî berjewendî û bêyî bendewarî,.. 
Jixwe bo kesekî/ê pêdivî bi kirinekê jî, bi qenciyekê jî,  bi gotinekê jî nabe-nîne… lê, çi kar dibe çi danûstandin dibe, bes, bes bila bi awayê ferhengî be; jidilbûn, canecanî, samîmiyetî, dûrûstî çi cewherekî mezin e, ma ne!? 
Xwezî hay jê hebûya, bi kuştina jidilbûnê re, bi hîçkirina rastiyê re, bi kirêtkirina pakiya re delaliya mirovî jî jidest çûye!
Xwezî li şûna hin kursiyan, hin payayan, hin etîketan nirxê jidilbûnê û durustbûnê zêdetir bûya li bal mirovan.  
Hêngê, ev civak, ev ferdê ku parçeyek ji mirovahiyê ye, dê bi qasî helbestekê samîmî bûbûya, delaltir bûbûya… 
‘ma pir zor e’???


Hin Nivîsen Nivîskar

Xwekujiya kerî

  • 07 Tîrmeh 2016

Dibe we jî wekî min di hin nûçe û çîrokan de xwendibe, ‘ di nav keriyê mîhan de yek dide pêşiya kerî, diçe di kendêl re xwe...

Rojnamegeriya bê nûçe!

  • 11 Avrêl 2021

Li cîhanê sê tişt hene bi sinc, pîvan û dilsoziya xwe wekî hev in; bijîşkî bi sonda xwe ya hîpokratiyê nikare nexweşê xwe bixapîne, rojnameger li...

Civak û kesayetên model!

  • 20 Sibat 2022

Dibêjin De Gaulle gotiye: ‘Sartre Fransa ye’.Wekî têgeh ‘rewş û bîr’ ku zarok be, kesê/a bi rewş û bîrê dizane jî wekî dê û...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Berendamên Şaredarî yên du bajaran diyar bûn

ad

Şaredarê CHP'yî ji bo HDP'ê îstîfa kir

ad

'De Dirigent', 'Kralîçe Lear' û yên din

ad

Amedspor dê bi Galatasaray re bilîze

ad

Danişîna Dadgeha Beşîkçî vê çarşemê ye

ad

KCD: Huda-Parê bi armanca provakasyonê êrîşeke qirêj kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname