Serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan dibêjê ku li Almanya mafê perwerdeya zikmakî û xizmetên gelemperî nîn e. Serokê Baroya Amedê Sezgîn Tanrikulu jî dibêjê: “Heye.”
Erdogan bi bersivê aciz dibe û Sezgîn Tanrikulu bi derewkariyê tewambar dike. Ev yek dibe sedem ku Tanrikulu civînê ji ber usluba Erdogan biterikîne. Ev yek bû yek ji mijara sereke ya çapemeniyê.
Gotineke mezinên kurdan wisa ye: “Dema te derewek kir, bila şahidekê te hebe.”
Vêca binêrin ka kî derewan dike:
Di sala 1976’an de li ser pêşniyara Konferansa Wezareta Perwerdehiya Almanyayê biryara perwerdeya zimanê zikmakî ji bo zarokên karkarên ku ji welatên mîna yên Tirkiyeyê hatine hate girtin. Ji hêla din ve hê di sala 1957’an de peymaneke çandî di navbera Almanyayê de hate îmzekirin ku tê de mafê zimanê zikmakî hatiye mîsogerkirin. Di xala 1 û 4’an a vê peymanê de mafê perwerdehiyê tê mîsogerkirin û xala 7’emîn jî sînorê perwerdehiya zimanê zikmakî bi 5 saetan di nava hefteyê de bi sînor dike (1).
Bi xêra vê peymanê heta niha bi deh hezaran zarokên tirkan li Almanyayê perwerdehiya bi tirkî dîtine û hê jî dibînin. Bicihanîna perwerdehiyê li hinek eyaletan cuda jî be, perwerdehî li hemû eyaletan heye.
Ez dixwazim der barê xizmetên gelemperî de jî çend mînakan bidim:
Kesên li Almanya dijîn dizanin ku mirov dikare wergerekî bi xwe re bibe hemû deverî. Her wiha li gelek cihên fermî, li ba doktor an parêzeran kesên tirk an ji neteweyên din wekî sekreter an jî karker kar dikin. Li van deran pêwîstiya wergerê hebe, ew jî alîkariya wergêrî dikin ji bo mişteriyên bi almanî nizanin.
Ji xwe gelek wezaret, daîre û şaredariyên Almanyayê bi tirkî pirtûk, bulten û broşûran diweşînin. Di vê der barê de gelek xebatên Wezareta Karên Hundir hene (2).
Em dikarin Wezareta Malbat, Pîr, Jin û Ciwanan jî wekî mînak nîşan bidin (3). Her wiha ji Daîreya Federal a Penaberan bigire, heta bi Daîreya Federal ya Kesên li kar digerin, bi dehan daîreyên fermî, daîreyên herêmî û wezaret xebatên bi vî rengî dikin (4).
Vêca em derbasî bûyera jikaravêtina Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş bibin. Abdullah Demîrbaş ji ber bi awayekî fermî bi kurdî xizmet dikir ji hêla Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve ji kar hate avêtin. Her wiha ji ber malpera Şaredariya Amedê bi kurdî bû, heman wezaretê doz li şaredar vekir. Lê belê li Almanya jî xebatên bi heman rengî hene û dev ji dozê berde, bi ser de jî xebata pirzimanî tê teşwîqkirin jî. Mirov dikare wekî mînak şaredariya bajarê Frankfurtê destnîşan bike. Malpera şaredariyê bi zimanê tirkiye jî û ne wezaret û ne jî dewlet mifetişan dişînin (5).
Wekî encam dixwazim vê jî bibêjim: Wekî rêzdar Sezgin Tanrikulu jî bilêv kir, miqayesekirina tirkên li Almanyayê û kurdên li Tirkiyeyê / Kurdistanê tiştike zêde çewt e. Ewder axa kurdan e û li ser axa xwe dijîn. Tirkên li Almanyayê ji ber kar hatine û ne xelkê vî welatî ne. Digel vê yekê jî bi mînakên li jor xweş tê dîtin ku mafê tirkên li Almanyayê deh qat ji yên kurdên Tirkiyeyê / Kurdistanê zêdetir e.
Ji bo çavkaniyê pê li nimreyan bikin:
Not: Şehadeta Halîl Uysal şîn xist nava rojnamegerên kurd. Erê, mirin hemû zû ne lê ya Halîl Uysal zûtir bû. Ew di bihara afirandinên nû de bû. Ez nizanim çend caran hevalên me yên rojnameger li cem min behsa wî kirine, behsa rola wî ya girîng ji bo medyaya kurd û zîrektiya wî kirine. Gelê kurd bi şehadeta Halîl Uysal dîsa nirxeke xwe ya herî hêja winda kir lê mayîna wî ya li cîhanê bi wêne, dîmen û nivîsên wî bû ebedî. Serê malbata wî, rêheval, hempîşeyên wî û yê gelê kurd sax be...


